psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

KOMKAR-DK li bajarê Kopenhagê 40 salîya kurdan pîroz kir

KOMKAR-DK li bajarê Kopenhagê 40 salîya kurdan bi coş û şahîyeke mezin pîroz kir.

Bi minasebeta 40 salîya kurdan li welatê Danîmarqa, di roja 25.12.2009’an de Komela Karkerên Kurdistanê, KOMKAR-DK, li paytexta Danîmarqa li bajarê Kopenhagê şahîyeke mezin a multîetnîkî li dar xist.

Şahîyê di serî de bi bixêrhatina serokê KOMKAR-DK, Birêz Serhad Amedî ve dest pê kir û ji bo bîranîna şehîdên Kurd û Kurdistanê yek deqe rêzgirtin hate nîşandan. Piştre derbasî bernameya şevê hate kirin. Bernameya şevê bi axaftin, peyamên giranbiha û bi hûnermendên cur be cur tijî bû û ji destpêkê heta dawîya şevê di nav xweşî û şahîyê de derbas bû.

Şahî ji alîyê Birêz Serhad Amadî ve hate birêvebirin. Birêz Amedî di axaftina xwe de dûr û dirêj li ser rewşa kurdan û Kurdistanê, li ser xebata KOMKAR-DK a bi salan rawestîya û sedemên hatina kurdên Anatolîya Navîn wek karker ji bo welatê Danîmarqa anî ziman. Him bi zimanê kurdî û him jî bi zimanê tirkî axaftin kir.

Wek ku tê zanîn ji ber rewşa aborî a xerab li welêt û li Tirkîyê bi hezaran kurdan di salên 1970’ê de berê xwe dabûn welatên Ewropa bi armanca ku kar bikin û di nava çend salan de rewşa xwe a aborî baş bikin û carik din vegerin ser cih û warên xwe. Kurdên ji Anatolîya Navîn li Danîmarqa jî wek bi hezaran kurdan cara yekemîn di sala 1969’an de hatin welatê Danîmarqa û wan jî xwestin piştî pêşdebirina rewşa aborî vegerin cih û warên xwe, lê rewşa jîyanê li van welatan dest neda ku ew hêdî karibin terka van deran bidin û bi temamî vegerin. Wan rabûn jin û zarokên xwe jî anîn û vaye eva 40 sale ku li vî welatê dijîn, lê hê jî hêvîya ku wê rojekê vegerin welat her bi wan re mayîye.   

Ji bo şahîya 40 salîya kurdan gelik hûnermendên hêja û qedirbilind ên weke rêzdar: 1.Aynur Dogan û orkêstra pê re, 2. Yilmazê Seydo û orkêstra pê re, 3.Izzet Meriç (serokê komela elewîyan li bajarê Ringsted), 4.Yorgos û Yanis (grûba yûnanîyan), 5. Nadia û Hans (grûba danîmarqî) hatibûn vexwendin.

Di şevê de herwiha ji bilî peyamên ku hatibûn şandin, hin axaftin jî hatin kirin. Li ser navê KOMKAR-DK, cigirê serok, Yilmaz Yildiz, bi zimanê danîmarqî axaftinek kir. Di axaftina xwe de Yilmaz Yildiz bi kurtayî bahsa dîroka kurdan kir, rewşa kurdan bi giştî anî ziman, li ser komkûjîyan, li ser zilm û tahda ku heta niha hatîye serê gelê kurd, ji welatdûrxistina kurdan bi darê zorê ji alîyê dagirkeran ve, sîyaseta wan a asîmîlekirina kurdan û herwiha sedema hebûna kurdan îro li Anatolîya Navîn, li derdora Bexdayê, li Xorasanê û hwd. û li ser sedemên hatina kurdên Anatolîya Navîn ber bi welatên Ewropa rawestîya û bal kişand ser wê sîyaseta Dewleta Tirkîyê ku bi zanebûn gelê kurd her di nav belengazî û şepirzeyîyê de hiştîye ku dawîya dawî gelik ji însanên me ji bo pêşdebirina rewşa xwe a aborî  mecbûr mayina ku berê xwe bidin welatên xerîb. Yilmaz Yildiz di axaftina xwe de herwiha bal kişand ser rola komela KOMKAR-DK jî, ku bi salan bê westan him ji bo karê întegresîyona dualî di navbera civaka danîmarqî û kurdan de xebatên giranbiha meşandîye û him jî ji bo nasandina çand û kultûra kurdan, kar û xebata lobîyê ji bo doza gelê kurd li her çar perçê Kurdistanê, çi bi rêya xwepêşandanan, belavokan, konferansan, beşdarbûna di festîvalên navnetewî û cejnên 1. Gûlanê de  heta ku jê hatîye hewl daye ku bala xelkê bikşînê ser rewşa kurd û Kurdistanê.

Kordînatorê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Danîmarqa, Birêz Dilawer Ajgeyî jî axaftinek kir, 40 salîya kurdan pîroz kir û ji bo kar û xebatên KOMKAR’ê ji bo gelê kurd spasîya xwe pêşkêşî wan kir û piştgirîya xwe da nîşandan.

Herwiha cigirê serokê şaredarîya Brøndby jî, Birêz Mahmut Erdem, ku di eynî wextî de dostekî KOMKAR’ê ê herî nêzîke, axaftinek delal kir, dûr û dirêj qala sîyaseta Dewleta Tirkîyê a li himberî gelê kurd kir û bal kişand ser vî şerê qirêj ku ev 25 salin li Kurdistanê tê meşandin. Herwiha ji ber ku ev 40 sale Birêz Mahmut Erdem bi xwe li vî welatê dijî, li ser sedemên hatina kurdan ji bo welatên Ewropa û xasima Danîmarqa rawestîya û bal kişand ser sîyaseta dewleta Danîmarqa a di derbarê întegrasîyonê û asîmîlasîyonê de, ku li gor wî di gelik waran de ji bedêla întegresyonê sîyaseteke asîmîlesyonê tê meşandin li himberî bîyanîyan.

Ji bo vê şevê gelik şeqsîyetên navdar û sîyasetmedar hatibûn dawet kirin, lê ji ber cejna mesîhîyan a noelê, ango rojbûna Hz. Îsa,  wan mixabin nikarîbûn beşdar bibin, lê piranîya wan peyamên xwe ên pîrozbahîyê şandibûn û piştgirîya xwe ji bo şeva 40 salîya kurdan dan dîyar kirin.

Peyamên ku ji bo şahîyê hatibûn şandin ev bûn:

  1. Dronning Magrethe II: Melika Danîmarqa (Kraliçe).
  2. Birthê Rønn Hornbech: Wezîra Întegrasîyonê
  3. Villy Søvndahl: Serokê Partîya Sosyalîst a Gel (SF).
  4. Helle Thorning-Schmidt: Seroka Partîya Sosyaldemokrat (A).
  5. Margrethe Vestager: Seroka Partîya Lîberal a Çep (Radikal Venstre-B)
  6. Özlem Çekiç: Endama Parlamento ji partîya SF’ê (bi xwe kurd e).
  7. Johanne Schmidt-Nielsen: Endama Parlamento ji Lîsta Yekîtîyê (Enhedslisten).
  8. Frank Jensen: Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagê.
  9. Bent Østergaard: Dîroknas, nivîskar û rojnamevan.

Ji ber ku parlamenter Özlem Çekiç bi xwe di wê rojê de ne li Danîmarqa bû, peyama pîrozbahîyê şandibû û piştgirîya xwe ji bo şevê û ji bo KOMKAR’ê da eşkere kirin.

Herweha serokê Konfederesyona Komeleyên Kurdistanê li Ewropa, KOMKAR-EU, Birêz Kovan Amedî û serokê Partîya Maf û Azadîyan, HAK-PAR, Birêz Bayram Bozyel jî peyamên pîrozbahîyê şandibûn û 40 salîya kurdan pîroz kirin û piştgirî dan şevê.

Şahîya ji bo 40 salîya kurdan li welatê Danîmarqa di nav kêf û şahîyê de derbas bû û hemû hûnermendên hêja bi deng û awazên xwe ên cur be cur, çi kurd, çi yewnanî û çi jî danîmarqî rengekî taybet a multîetnîkî dane şeva KOMKAR’ê. Xasima hûnermendê hêja Yilmazê Seydo û hûnermenda delal Aynur Dogan bi stranên xwe ên ji hev xwestir û delaltir şev bêtir xemilandin û mêvan rakirine govend û dîlanê. Zêdeyî 1000 kesî beşdarî şevê bûn.

Şeva ji bo 40 salîya kurdan di nav coşeke bê hempa de hate meşandin û heta derengî şevê bi şêwekî serkeftî berdewam kir.

Şahî ji alîyê kamerevanê EZIDA TV, Birêz Bahzad Şemsanî ve hate kişandin û wê di demeke nêzîk de li ser malpêra KOMKAR-DK (www.komkar.dk) û herwiha www.youtube.com de bê weşandin.

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

27.12.2009

yilmazyildiz@ofir.dk

 

   
Dengê Kurdistan © 2009