|
Bayram
Bozyel;
“Divê êdî çek qet neyên bikaranîn”
Dema Nû/Amed
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê
Bayram Bozyel, derbarê biryara “bêçalakî” ya PKKê ku di
13ê Tebaxê de ragihandin de, civîneke çapemeniyê pêk anî
û daxuyaniyek belav kir. Bozyel, diyar kir ku divê êdî
çek qet neyên bikaranîn û hewldanên çareserkirina pirsgirêka
kurd bên lezandin.
Daxuyaniya ku li avahiya Şaxê HAK-PARê ya Amedê
hat belavkirin, weha ye;
“Biryara “bêçalakî” ya PKKê ku di 13ê Tebaxê de hat dayîn
û dê heta 20ê Îlonê bidome, pêngaveke erênî ye. Lê, ya
girîng ew e ku bi tevahî dest ji çekan bê berdan.
Bîlançoya van du mehên dawî,
zerar û herifandinên ku di encama şer û pevçûnê de
diqewimin, dide nîşandan.
Ji ber hebûna vî şer
û pevçûnê agir bi mala bi sedan kurd û tirkî ketiye, jiyana
bi hezaran kesî ku xizmên wan hatine kuştin, hatiye
reşkirin.
Em dibînin ku ew hêzên tarî
ku ji şer û pevçûnê dimijîn, ketine nav hewldanê
û wek di bûyerên Reşadiye û Dortyolê de hatiye dîtin,
rê li ber provokasiyonan hatiye vekirin.
Pêla şîdetê; wek di bûyera
Êlihê de jî hat dîtin, çu hedef, rê û rêbaza xwe tune
û bûye sedemê jidestdayîna jiyana egîdên kurd.
Bi bilindbûna pêla şîdetê
re; niqaşên derbarê demokratîbûnê de şûna xwe
ji niqaşên li ser tûndî û ewlekariyê re hêştine
û bi vê yekê re firsend ji pêgir û alîgirên rewşa
awerte û şîdetê re afirandiye.
Di rewşa heyî de, şer
û pêla şîdetê ligel êş, azar û kuştinê,
herweha rê li ber terorîzekirina rewşa siyasî vekiriye,
aloziyan kurtir kiriye û ji şer û neyartiya navbera
gelan re zemîn amade kiriye.
Ev dîmena heyî dide nîşandan
ku şerê çekdarî, ji feydeyê zêdetir zerar dide doz
û tekoşîna azadiya Gelê Kurd.
Belê, şer û tundî duh
xelet bû.
Di merheleya îroyîn de jî,
rewatî-meşrûtiya xwe winda kiriye û bi tevahî hatiye
kirêtkirin.
Ji ber vê yekê jî, divê dest
ji çekan bê berdan û bi çu şêweyek careke din qet
neyên bikaranîn.
Ji bo çareseriyeke aşîtiyane
ya pirsgirêka kurd, şert û mercên navneteweyî ji
berê çêtir in.
Li Tirkiyeyê jî, êdî piştguhkirina
daxwazên maf û azadî yên Gelê Kurd ne mumkûn e.
Gelê Kurd, êdî di zanîna xwedîlêderketina
mafên xwe yên esasî de ye.
Di vê çarçoveyê de, divê kurd
hêza xwe bikin yek û di warê siyasî de pêla tekoşîna
xwe ya aşîtiyane bilind bikin.
80 salên borî daye nîşandan
û piştrast kiriye ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin,
li Tirkiyeyê îstîqrar û aramî pêk nayê û demokrasiyeke
rasteqîn bîcîh nabe.
Ji bo yekê jî, eşkere
ye ku wezîfe û erkê mezin dikeve ser milê dewlet û hikumetê.
Divê ew hêviyên ku sala borî,
bi destpêkirina “pêvajoya rêlibervekirinê” hatibûn peydakirin,
carek din bên nûkirin. Divê hikumet îradeya xwe eşkere
bike ku ew ê pirsgirêka kurd, li ser zemînê wekheviyê
bi şêweyeke adil çareser bike.
Erk û wezîfeyê ewil; ji bo
çareserkirina pirsgirêka kurd û yên din yên Tirkiyeyê,
kemilandina standardên demokratîk e.
Divê derbarê bidestxistina
mafan ya bi şêweyeke demokratîk û aşitiyane
de, zemîneke bi hêz yê ewledar bê çêkirin.
Di
paralela van pêngavan de, gelek giring e ku di nav civakê
de çanda demokrasiyê, bi hev re jiyanê, rêznîşandina
ji reng û cudahiyan re bê bicîhkirin, tirs û xofên heyî
bên şikandin, civak ji nirxên şoven û nijadperest
bê paqijkirin.
Partiya me, giringî dide wê
yekê ku divê li hember hemû girtiyên siyasî li gor huqûqa
navneteweyî bê tevgerandin, ji berk u şert û mercên
Îmraliyê rê li ber îstîsmarê vedike, divê Abdullah Ocalan
jî neqlê girtîgeheke din bê kirin.
Ji bo derfetdayîna destjêberdana
çekan, divê operasyonên leşkerî yên artêşa tirk
bên rawestnadin.
Partiya me daxwaz dike ku
ew beyanên generalê xaneşîn Atilla Kiyat ku gotibû
‘kuştinên qisasnediyar yên di navbera salên 1993-98an
de polîtîkaya dewletê bû’, wek gilî bê qebûlkirin û ji
bo lêpirsîneke berfireh ya di vî derbarî de, li parlamentoyê
komîsyoneke lêkolîn û lêgerînê bê avakirin.
Partiya me daxwaz dike ku
di vê pêvajoyê de ku hesabpirsîna ji rejima 12ê Îlonê
di rojevê de ye, Zindana Diyarbekirê ku ji aliyê rejima
12ê Îlonê ve li dijî Gelê Kurd wek çerxa kuştin,
êşkence, zilim hatibû bikaranîn, bibe muzeya mirovatiyê.
Demokratîkbûna Tirkiyeyê û
pirsgirêka kurd ya bi şêweyeke demokratîk û wekhevî,
ne ew mijar e ku li hêviya hikumetê tenê bê hêştin.
Di vê çarçoveyê de, di serî de hêzên welatparêz û demokrat
yên kurd divê hemû kesayet û aliyên berpirsyar ku demokrasî
û guhertin dixwazin, êdî wexta wan ya tevgerandina bi
înîsîyatîf û berpirsyarî hatiye.
Meşandina pêvajoya heyî
û referandûmê bi şêweyeke demokratîk û qebûlkirina
‘pakêta guhertinê ya beşek ji makezagonê’ di referandûma
12ê Îlonê de, gelek girîng e. Lewre, qebûlkirina “pakêtê”,
wê di rêya ber bi demokrasiyê de dergeheke nû vebike û
rê li ber guhertineke berfireh ya makezagonê vebike.
Bêguman, pêwistiya Tirkiyeyê
bi peymaneke civakî û li gor rastiya pirrengiya vê welatî;
di çarçoveya wekheviya Gelê Kurd û Tirk de makezagoneke
hevdem heye.
Wek me berê jî ji raya giştî
re eşkere kiribû, ligel hemû kêmaniyên wê jî, pêşniyara
me ew e ku di referandûmê de piştgiriya pakêtê bê
kirin û pêvajoya referandûmê wek pêvajoya niqaşkirina
makezagoneke nû bê bikaranîn.
Ger em dûrbîn û berpirsyar
tevbigerin, dê Tirkiye ber bi pêşerojeke ronî ve
biçe û herweha, roja bidestxistina maf û azadiyên Gelê
Kurd jî nêzîktir bibe.”
|