psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
   
 

Cildê 2. ya „Bîranîn“ên (Anılar) Kemal Burkay derket

Cildê 2. yê pirtûka siyasetmedar-nivîskar Kemal Burkay ê bi navê „Anilar“ (Bîranîn), bi zimanê Tirkî, di nav Weşanên Roja Nû da derket. Pirtûk 650 rûpel e û tê da gelek wêne û belge cî digrin.

Cildê Pêşîn yê bîranînên Burkay di sala 2001’ê da di nav weşanên Roja Nû da derketi bû û piştra di sala 2002’yan da li welat, di nav Weşanên Deng da çap bû. Dı vê cildê da jiyana Burkay ji destpêkê heya havîna sala 1974´an cî digirt. Cildê 2. da ji wê demê heya dawîya sala 1987´an cî digre.

Di Cildê 2. da pêvajoya avakirina PSK (bi navê xwe yê avakirinê PSKT, her usa jî di destpêkê da di raya giştî da wek Tevgera Rîya Azadî dihate nasîn), geşbûn û xurtbûna wê, gengeşîyên di navbera çepên Tirk û tevgerên Kurd da, pirsgirêkên nav rêxistinê; kudetaya 12 Îlonê û li pey wê bûyerên li welat û li derveyî welat, têkiliyên bi PKK ra, bizav, çalakî, kar û xebatên dîplomasiyê; kar û xebatên yekîtî û hevkariyê; kar û xebatên parçeyên din yên Kurdistanê, hin kesayetîyên siyasî yên wê demê û hwd. cî digrin.

Bîranînên Burkay bi temamî çar cild in. Ew herdu cildê mayî jî hazir in û bo çapê li benda demeke minasiw in. Ev her çar cild ne ku tenê, wek şair, nivîskar û sîyasetmedarekî jîyana Burkay nîşan didin, her usa jî, ji salên 1940’î vir da, ango ji bo demeke ji niv sedsalî zêdetir, wek dîroka gel û welatê me ye.

Yên bixwazin dikarin ve pirtûkê ji navenda KOMKARê peyda bikin.

Navnîşana xwestinê:

KOMKAR
Wirmhof 3
42103 Wuppertal

e-mail: komkar-merkez@web.de

Jêrenot: Buhayê pirtûkê 20 Euro ye û heqê postê tê ser.

Ger tevî cildê yekem bixwazin, 35 Euro ye û heqê postê tê ser.

   
Dengê Kurdistan © 2009