|
Cejna
Çarşemba Sor li Danîmarqa hate pîroz kirin
Cejna Çarşemba Sor a serê Nîsanê li Danîmarqa bi
coş hate pîroz kirin.
Bi amadekarîya Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmarqa,
cejna sersalê a serê Nîsanê, cejna Çarşemba Sor,
di roja 18.04.2010’an de li Danîmarqa, li bajarê Odense,
bi beşdarîya pirranîya Êzîdîyên li Danîmarqa bi xwarin
û vexwarin û di nav kêf û şahîyeke mezin de hate
pîroz kirin.
Bernameya
şahîyê bi bixêrhatina mêvanan ji alîyê endama Komîta
Rêvebir, Gûlê Xelef ve hate vekirin, cejna Çarşemba
Sor li mêvanan hate pîroz kirin û bi rawestandina yek
deqe rêzgirtin ji bo şehîdên 72 fermanên, ku di nava
demê de hatine serê Çivaka Êzîdî û ji bo hemû şehîdên
azadîyê, bi xwendina duayên olî ji alîyê zarokan ve û
piştre jî bi axaftina endamê Komîta Rêvebir û hûnermend
Elî Şingalî li ser naveroka Cejna Çarşemba Sor
û xwendina sirûda olî a ”Şerfedîn” ji alîyê
wî ve dest pê kir.
Di şahîyê de li gor naveroka cejna Çarşemba
Sor hêk hatibûn reng kirin, xwarin, pasta û gûlîçe hatibûn
çêkirin.
Bernameya
şahîyê tijî û gelekî dewlemend bû. Hûnermendên hêja
ên wek Elî Şingalî, Kemal Şingalî, Hozan, Zozan,
Faroq û Sîpan bi deng û awazên xwe ên xweş rengekî
taybet dane cejna Çarşemba Sor û ew li gor wate û
naveroka wê xemilandin. Ji xwe hûnermendê hêja Elî Şingalî
bi deng û tembûra xwe a xweş û delal û bi wê stîla
xwe a şingalkî geh bi stranên xwe ên klasîk û geh
jî bi ên folklorîk bi alîkarîya Hozan li ser orgê mêvan
rakirin govend û dîlanê. Hûnermenda dengxweş Zozan
ji xwe bi serê xwe taybetmendîyek bû. Bi dengê xwe ê zelal
û xweş û bi wê stîla xwe a balkêş gelekî bala
mêvanan kişand ser xwe û mêvan gelekî dilşa
kirin.
Di cejnê de herweha hin mêvanan jî axaftin kirin û peyamên
pîrozbahîyê hatin xwendin.
Ji
Însîyatîfa Kurd li Danîmark 3 kes wek mêvan
beşdar bûn û serokê Însîyatîfê Birêz Adnan Agacan
axaftinek pêşkêşî mêvanan kir û cejna Çarşemba
Sor pîroz kir. Herweha Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK), KOMKAR-DK, Komela Kanîya
Sipî li Bielefeld/Almanya û Mala Êzîdîya
li Giesen/Almanya peyamên pîrozbahîyê şandibûn
û cejna Çarşemba Sor a serê Nîsanê li Civaka Êzîdî
û Kurd û Kurdistanê pîroz kirin. Hemû peyam yek bi yek
ji alîyê cîgirê serok, Yilmaz Yildiz (xwedîyê van rêzikan)
hatin xwendin. Ji bilî van nivîskar, helbestvan û Dr.
Ezîzê Gerdenzerî, ku yek ji êzîdîyên Ermenîstanê ye, axaftinek
delal û balkêş kir û cejna mêvanan pîroz kir. Birêz
Gerdenzerî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa
êzîdîyên li nav komarên Sovyeta Berê û bi erênî bahsa
piştgirîya xaçparêzan li himberî erf û adetên êzîdîyan
kir. Herweha anî ziman ku Rusya Federal yekemîn dewlete
di dinyayê de ku niha ola Êzîdayetîyê bi fermî qebul kirîye.
Herweha pêşnîyar kir ku divê êzîdîyên li Ewropa dijîn
jî bi karekî wiha rabin û hewl bidin ku welatên Ewropî
jî ola Êzîdayetîyê bi fermî nas bikin.
Birêz
Gerdenzerî di berdewamîya axaftina xwe de li ser rewşa
Civaka Êzîdî û bi giştî jî a gelê kurd sekinî, qala
gelik bûyerên qirêj ên wek bûyera Berzanîyên Enfalkirî,
karesata Enfalê û jenosîda Helepçe, komkujîya li Şingalê
û hwd. kir û bi vê ve girêdayî bal kişand ser karesatên
ku di dema desthilatdarîya osmanîyan de hatine serê Civaka
Êzîdî û netewe Ermenîyan.
Birêz
Gerdenzerî di axaftina xwe de eşkere kir ku di navbera
salên 1830 -1919 de zêdeyî 1, 5 milyon êzîdî ji alîyê
osmanîyan ve hatine qirkirin. Tenê di dema Jön-Tirkan
(Tirkên Gênc) de - di dema qetlîama li himberî Ermenîyan
de - 300 hezar êzîdî jî hatine qetlkirin. Dr. Gerdenzerî
daxwaz kir ku divê Êzîdî jî ji bo nasandina jenosîda Ermenîyan
piştgirîya birayên xwe ên Ermen bikin û herweha daxwaz
ji tevaye Civaka Êzîdî jî kir ku hewl bidê xwe ku di nav
xwe de komîsyonekê, rêxistinekê ji bo vekolîn, nasandin
û qebulkirina jenosîda (ên) li himberî êzîdîyan damezrînin.
Di pey axaftina xwe re Dr. Gerdenzerî du helbestên xwe
jî pêşkêşî mêvanan kirin.
Wek
ku tê zanîn Civaka Êzîdî cejna Çarşemba Sor a serê
Nîsanê wek roja afirandina dinyayê û xêr û beraketê pîroz
dikin. Li gor bahwerîya Êzîdayetîyê, Yezdanê Mezin, qasidê
xwe, Tawisî Melek, li gel 6 milyaketan dişînê xwarê
ta ku vê dinya me biafrînin. Di roja 7’an de, ango di
roja çarşembê de meyandina dinyayê teva dibê û ev
roj wek roja betlanê, wek roja ji bo bîranîna Xwedê, Tawisî
Melek û milyaketan tê pîroz kirin. Ji bilî vê yekê Çarşemba
Sor wek sersala êzîdîyan û sembola destpêka biharê û xêr
û beraketê tê nirxandin. Di vê roja pîroz de êzîdî hêkan
bi rengên kesk û sor û zer reng dikin û qaqilkên hêkan
ji bo xêr û beraketê li nav zevîyên xwe direşînin.
Herwekî din gûlên reng bi reng bi devê derîyên xwe ve
daliqînin.
Çarşemba Sor li welatê Danîmarqa jî îsal bi vî rengî
hate pîroz kirin û ji destpêkê heta bi dawîyê mêvanan
ev cejin di nav kêf û şahîyê de pîroz kirin.
Çarşemba Sor li tevaye Civaka Êzîdî û li Kurd û
Kurdistanê pîroz bê.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
21.04.2010
roniwelat@yahoo.dk
|