|
Federesyona
Komelên Kurd li Danîmarqa hate damezirandin
Bi salaye ku kurdên li Danîmarqa di nav hewildanan de
bûn û dixwestin ku komelên kurdan li vî welatî li hev
bicivînin û di bin sîwana rêxistineke berfireh û neteweyî
de ku bêtir karibê dengên kurdan bigihînê raya giştî
a Danîmarqa kar û xebat dikirin. Ev daxwaza ha di her
civîn û rûniştinên kurdan de derdiket pêş ku
li welatê Danîmarqa jî wek li welatê Swêdê federesyoneke
ji komelên kurdan bê damezirandin. Kar û xebata ji bo
armanca damezirandina rêxistineke bi vî şêweyî yekemîn
car di civîna roja 10.02.2008’an de dest pê kiribû. Ji
wê demê heta niha çendîn civîn hatin kirin, ji bo pêwendîyên
li gel komelan û pêkanîna destûreke ku hemi alî karibin
li ser hemfikir bin xebat hatin kirin û di dawîya dawî
de ji bo wê roja dîrokî û bi wate roja komcivîna damezirandina
federesyonê hate eşkere kirin.
Di
roja 17.01.2010’an de li bajarê Greve nêzîkî bajarê Kopenhagê
komcivîna damezirandina Federesyona Komelên Kurd li Danîmarqa
(FKKD) hate li dar xistin. Di komcivînê de nûnerên 14
komelan beşdar bûn. Her komeleyekê mafê xwe hebû
2 nûnerên xwe bişînin komcivînê. Her weha nûnerên
hin partî û rêxistinên kurdan jî ên wek KDP, YNK, KDP-Îran
û Hizbê Şohî Kurdistan wek mêvan beşdarî kirin.
Komcivîn ji alîyê Kek Mêhdî (Mahdy), berpirsê komisyona
ku bi kar û barê damezirandina federesyonê ve rabûbû hate
vekirin. Piştî bi xêrhatina mêvanan ji beşdaran
daxwaz hate kirin ku yek deqe ji bo bîranîna şehîdên
Kurd û Kurdistanê rêzgirtin bê nîşandan. Piştî
rêzgirtinê dest bi bernameya komcivînê hate
kirin. Kek Mêhdî li ser navê komisyonê agahdarî di derbarê
kar û xebata ku hatibî kirin da mêvanan, spasîyên xwe
pêşkêş kirin û daxawaza serkeftinê ji komcivînê
re xwest. Piştî vê yekê hêdî karê komisyonê bi dawî
bû ji bo dîwanê sê kesên mêvan ji PDK, YNK û Hizbê Şohî
Kurdistan hatin destnîşan kirin.
Komelên ku beşdar bûn ev bûn:
- Komela Karkerên Kurdistanê, KOMKAR-DK
- Komela Kultûrî a Danîmarqî û Kurdî li Albertslund.
- Komela Kurdî li Helsingør.
- Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmarqa.
- Însîyatîfa Kurd li Danîmarqa, ÎKD.
- Komela Kultûrî a Kurdên Sûrîyê.
- Komela Kurdî li Kopenhagê
- Komela Jinên Kurd li Albertslund.
- Komela Dostanîya Kurd û Danîmarqî.
- Komela Kultûrî a Kurdî li Albertslund.
- Komela Xwendevanên Kurdistanê li DK.
- Komela Ciwanên Kurd.
- Komela Afretên Kurd.
- Navenda Helebçe a li dijî Anfal û Jenosîda Gelê Kurd,
CHAK.
Piştî dengdanê ji bo Komîta Karger, ku ji 5 endam
û 2 cigiran pêk tê, ev kes hatin hilbijartin:
- Rubar Saîd Hussein; Ji Komela Afretên Kurd.
- Rawaz Ahmed; Ji Komela Xwendevanên Kurdistanê
li DK.
- Mizgin Deniz; Ji Însîyatîfa Kurd li DK.
- Fahmî Al Mejîd; Ji Komela Kultûrî a Kurdên
Sûrîyê.
- Mehmet Arserim; Ji Komela Kultûrî a Danîmarqî
û Kurdî li Albertslund.
Cîgir:
- Jamîl Shiwanî; Ji Komela Dostanîya Kurd û
Danîmarqî.
- Sabah Farhan; Ji Komela Kultûrî a Kurdî li
Albertslund.
Komîta Karger wê di civîna xwe a yekemîn de serok, cîgirê
serok û hwd. di nav xwe de hilbijêrin û karê xwe di nav
xwe de par ve bikin.
Di komcivînê de herweha biryar hate girtin ku Komîta
Karger di pêşerojê de pêwendî li gel hemi komelên
kurdî li tevaye Danîmarqa deynê û hewl bidê ku wan jî
di bin sîwana federesyonê de li hev bicivînê.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
19.01.2010
yilmazyildiz@ofir.dk
|