Di
şahiyên daweta dotmîra Swêd de daweta kurdî jî
hat nîşandan
Kurdan
di rojên 6, 12 û 13-ê hezîranê de li Stockholmê daweta
kurdî nîşandan. Wek tê zanîn bi boneya daweta keça qiralê
Swêdê banû Viktoria`yê, Şaredariya bajarê Stockholmê
gelek şahiyên pîrozbahiyê li dar dixe. Yek
ji van jî mîhrîcana ”Love Wolks” (meşa evînê) bû,
ku roja yekşemê xilas bû. Di vê m*ihrîcanê de heşt (8) komele (ji Swêd, Kurdistan; Japonya,
Hindistan; Kuba; Senegal, Uganda û Perû) hatibûn hilbijartin
ji bo ko nûnertiya hemû cîhanê bikin. KOMKAR-Swêd
jî yek ji wan bû ku beşdarî şahiyên dawetê bû.
Van
koman bi cil û bergên welatên xwe, bi musîk û govendên
xwe yên neteweyî beşdarî festîvalê bûn.Komkar
û Komciwan-Swêdê, li pênc deverên navendî yên cuda,
şêweyê daweta kurdî nîşan dan û bi baldarî
û begemkirineke mezin hatin pêşwazikirin. Di
van rojan de, bûk û zavayekî bi kincên kurdî, bi musîk
û govenda kurdî û tevî komeke govendê derketin pêşberî
temaşevanan. Her carê,
piştî ku hemû komeleyan lîstikên xwe nîşandan,
wan bi hevra danseke hevbeş pêşkeş dikirin.
Ciwanên kurd, bûk û zava û govendgerên kurd, bi cil
û bergên xwe, bi muzîk û govenda xwe gelekî bala
temaşevanan dikişandin ku ji her kesî zêdetir
tezahurat û çepik werdigirtin.
Mihrîcana
”Love Wolks” (meşa evînê)
ya dawetên cîhanê bi serfirazî encam da. Beşdarên
kurd li vêderê bi dilekî xweş û serfiraziyeke mezin
erkekî xwe bi cî anîn. Ji bo nasandina
çanda gel û welatê xwe, karekekî gelekî hêja û delal bi cî anîn.
Li her derê temaşevanên kurd
pêşda dihatin ew hembêz û pîroz dikirin.
Dilxweşiya wan ji ser çavê wan dihat xwendin.