psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
   
 

KOMKAR li Kopenhagê beşdarî roja navnetewî bû

Komela Karkerên Kurdistanê, KOMKAR-DK, di roja 29.08. 2009’an de li paytexta Danîmarqa, li bajarê Kopenhagê bi çadirekê beşdarî Roja Navnetewî bû.

Wek ku tê zanîn Şaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagê her sal festîvalekê bi navê ”Københavns Kommunes Internationale Dag”,ango ”Roja Navnetewî a Şaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagê” li dar dixê. Mebesta şaredarîyê bi vê festîvalê ewe ku balê bikşînê ser ferqîyên li bajêr û wan ferqîyan, wan nîştecîyên ji netewên cûr be cûr bînê cem hev, komelên bîyanîyan ên li bajêr û komel, dibîstan, klûb û dezgehên danîmarqîyan, ku bi kar û barê întegrasîyon û bîyanîyan mijûl dibin, di rojeke wiha de beşdar bibin, hevdu nas bikin û her komelek ji çand û kûltûra welatê xwe, li ser kar û xebata xwe agahdarîyan bidin hevûdin, bidin milet û bi taybetî balê biksînin ser civaka multîetnîk a li bajarê Kopenhagê, û bi giştî jî a li welatê Danîmarqa.   

Festîvalê wek her sal di seat 12.00 de dest pê kir û heta seat 18.00 berdewam kir.

Li gor salên derbasbûyî hijmara komel û dezgehên beşdarbûyî îsal gelekî zêde bûn. Hijmara wan a vê carê bi temamî 62 bûn.

 Komela KOMKAR-DK jî ev çendîn sale beşdarîyê di vê festîvalê de dikê û li ser çand û kultûra kurdî, li ser kar û xebata komelê a di nava salan de, û li ser pirsa kurdî û li her çar beşên Kurdistanê agahdarîyan didê civaka danîmarqî.

Çadira KOMKARê îsal jî bi cil û bergên kurdî, bi dîmenên ji Kurdistanê, bi neqiş û ala rengîn a Kurdistanê û bi CD, kasêt û pirtûkên li ser kurdan û gelik tiştên din, ku bi destan hatine çêkirin, hatibû xemilandin. Ango bi kurtayî weke pêşengeheke ji gelik cûreyên tiştan pêkhatî hatibû lidarxistin. Li ber çadirê ala Kurdî û li kêleka wê jî flameya KOMKAR’ê, ku di nava du alên kurdî de hatîyê çêkirin, hatibû daleqandin. Vê yekê jî balek mezin dikişand ser xwe.

Îsal kesên ku beşdarî festîvalê bûn, eleqeyek mezin nîşanî çadira KOMKAR’ê dan. Gelik kesan hatin û li ber neqşa Kurdistanê rawestihan û li ser rewşa kurdan, dîroka kurdan, kêmnetewên li Kurdistanê, olê li Kurdistanê û zilma welatên dagirker a li ser kurdan pirsên xwe kirin. Hevalên KOMKAR’ê jî li gor zanebûne xwe li ser rewşa kurdan bi giştî rawestihan û ji dîroka Kurdan a dûr û a nêzîk agahdarîyên berfireh dan wan û bersiva pirsan dan. Gelek pirsên balkêş hatin kirin. Di pirsan de dihat xweya kirin, ku gelik kes xwedî agahdarîyên aktûel bûn li ser rewşa Kurdistanê, lê mixabin di hin pirsan jî de berovajîyê wê dihat dîtin.

Li gel ku gelê kurd ev bi sedê salaye ku ji bo azadîya xwe û mafê xwe ê netewî têdikoşê û di bin zilm û zordarîyeke dijwar de dijî, mixabin hin kesan jî, an hê navê Kurdistanê ne bihîstibûn an jî ji wan were ku kurd li welatê xwe desthilatdarin û her tişt wek gûl û rihane. Ev yeka bê gûman yekî matmayî dikê, yekî xemgîn dikê. Yek dibê çawa dibê ku ev qas tişt bi serê vî miletî da tê û ev kesên wiha layî ku ne li ser rûyê vê herdê bin xeber didin û haya wan ji pirsa kurdî û ji bûyerên ku bi serê kurdan de tên, nine. Lê ev jî rastîyeke û em jî divê vê yekê wilo qebûl bikin û li gor xwe hewl bidin ku agahdarîyan li ser rewşa ku em tê de ne bidin wan.  Ez di wê bahwerîyê de me ku ew kesên ku meraq dikirin û pirsên xwe dikirin bi wergirtina bersivan û agahdarîyan meraqe xwe şikênandin û bi şêweyekî dev bi ken û tatmînkirî xatirê xwe dixwestin û diçûn.

Li ser sahneyê jî axaftin hatin kirin û ji gelik welatan dans û muzik hebû.

Hêjayî gotinê ye, ku îsal şaredarê Kar û Întegrasîyonê ji Şaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagê, Jakob Haugaard, hemû çadir zîyaret kirin û ji bo beşdarîya hemû komelan spasîyên xwe anî ziman û spasnameyek pêşkêşî wan kir.

Herwiha wek her carê jî binê çadira KOMKAR’ê ji mêvanan, ji nas û dostên KOMKAR’ê xalî nebû. Gelik kurd hatin û çadir zîyaret kirin û gelikan jê jî heta dawîyê li binê çadirê man û bi vî şêweyî piştgirî dan KOMKAR’ê.

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

30.08.2009

yilmazyildiz@ofir.dk

 

   
Dengê Kurdistan © 2009