|
Gala Kurdî li Kopenhagê bi coşek
mezin pêk hat
Bi amadekarîya nûnertîya Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê
li Bakûrê Ewropa, duh li Kopenhag’ê duwemîn Gala Kurdî
hat li dar xistin.
Piştî Gala Kurdî li Swêd’ê, duh jî (28.01.2009)
li paytexta Danîmarqa li bajarê Kopenhag’ê duwemîn Gala
Kurdî ji alîyê nûnertîya Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê li
Bakûrê Ewropa ve bi coşek mezin hat li dar xistin.
Merasima gala kurdî a îsal di salona bi navê ”Wallas
Cirkusbygningen” de hat li dar xistin û bi sedan mêvanên
kurd û danîmarqî, ku di nav wan da gelik sîyasetmedar
û şexsîyetên naskirî û dostên gelê kurd hebûn, hatibûn
vexwendin. Di nav mêvanan da wek nîmûne sîyasetmedar,
nivîskarên kurd, berpirsyarên komel û rêxistinên kurdan
û parlamenter, nivîskar û profesorên danîmarqî hebûn.
Ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF) serokê partîyê Villy
Søvndahl, kevneserokê partîyê Holger K. Nielsen,
parlamenterê esil-hindî Kemal Qureshi û parlamentera
esil-kurd Özlem Sara Çekiç, ji Partîya Sosyaldemrat
jî parlamentera esil-kurd Yildiz Akdogan, ji Partîya
Gel a Danîmarqî (Dansk Folkeparti) Jesper Langballe
û nivîskar Ninna Rasmussen (1), herdu hevjînên
hev Prof. Tove Skutnabb – Kangas û Robert Phillipson
(2) û gelik parlamenter û şaredarvanan beşdarî
kirin.
Tiştê ku îsal zêde bala mirov dikşand
jî ew bû ku di nav mêvanan da zêde xort û xwendevanên
kurd û danîmarqî hebûn.
Piştî vekirine galayê berpirsyarê
Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê li Danîmarqa Birêz Dilawer
Ajgeyî bixêrhatine mêvanan kir û bi kurtayî ji mêvanan
re li ser wate û armanca galayê rawestîye. Bi xwendina
sirûda netewî ”Ey Reqîb” ji alîyê xwîşka hûnermend
Rûbar Xan ve dest bi bernameya şevê hat kirin.
Piştî vê yekê Birêz Taha Berwarî, Wezîrê Werzîş
û Gêncan, axaftinek bi zimanê îngîlîzî kir, bi xêrhatine
mêvanan kir û bi awayekî berfireh li ser wate, naverok
û armanca galayê sekinî û got ku ev çar salin ku ew li
Swêdê û du sal jî li Danîmarqa vê galaya kurdî li dar
dixin û armanca pêkanîna vê yekê jî ewe ku ew wek Hikûmeta
Herêma Kurdistan’ê dixwazin her sal kurdên salê û dostên
kurdên salê û dostekî kurdan ê taybet ji ber piştgirî
û kar û xebata wan a ji bo gelê kurd destnîşan bikin
û wan bi xelatekê pîroz bikin.
Bernameya galayê gelkî xweş û dewlemend
derbas bû û ji bilî hûnermendên kurd ên wek hûnermend
Mahir û hûnermend Herdi Saleh, ku ji destpêkê
heta dawîyê mêvan rakirin govend û dîlanê û rengekî taybet
dan galayê, artîstên ewropî jî çendîn caran derketin ser
dîkê û bi lîskên xwe ên sîrkê û hwd. kêfa mêvanan anînin
û bernameya şevê xemilandin. Hêjayî gotinêye ku hûnermend
Herdi Saleh ji Hewlêra paytexta Kurdistan’ê beşdarî
galayê bûbû.
Di galaya îsal da ev kesên li jêr ji nav
gelik navên, ku ji alîyê kurdan ve hatibûn pêşnîyar
kirin, ji alîyê jûrîyê ve hatin destnîşan kirin û
xelat wergirtin:
- Kurdê Salê: Xelata ji
bo kurdê salê dan berpirsyarê KURDAN TV, Birêz Kamran
Brahîm. Kurdan TV li bajarê Kopenhag’ê her roja
înê nîv seatê di seat 18.30 – 19.00’an da li ser kanala
bi navê ”Kanal København” weşana bi zimanê kurdî
dikê. Birêz Kamran bi xwe resam e û ev 10 salîn ku bi
karê TV, film û bernameyên dokumentar mijûle. Birêz
Kamran berîya KURDAN TV 5 salan di nav kanala bi navê
KURD TV de, ku wê jî weşana xwe li Kopenhag’ê dikir,
xebat kirîye û yek ji damezrênerê KURD TV bûye. Piştî
KURD TV Di 04.05.2007’an da jî Birêz Kamran û xalê wî
Birêz Bextîyar KURDAN TV damezirandine û heta vê gavê
jî her weşana bi kurdî berdewam dikin. Birêz Kamran
ji Başûrê Kurdîstan’ê, ji bajarê Silêmanîyê ye.
Ev 8 salin ku li Danîmarqa dijî. Navnîşana KURDAN
TV eve: www.kurdantv.com
- Dostê Kurd ê salê: Ji bo dostê kurd ê salê jî xelat dan berpirsyarê ragihandinê ê Enstîtûye
Mafê Mirovan (Institut for Menneskerettigheder, IMR),
Klaus Slavensky. Klaus Slavensky
bi salan him li Danîmarqa û him jî li qada
navnetewî piştgirîya doza kurdan kirîye û mafê
gelê kurd parastîye. Gelik caran bi sîyasetmedarên
kurdan û bi rayedarên tirk û ên erebên
Îraqê re hevdîtin pêkanîye. Demekê gava
ku wek pisporê Yekîtîya Ewropa û Tirkîyê (EU-
ekspert) kar dikir ji ber piştgirîya
xwe a ji bo mafê kurdan ji alîyê Tirkîyê ve ketibû lîsteye
reş. Binerin li malpêra IMR: www.menneskeret.dk
- Dostê kurda ê fexrî: Xelata taybet a ji bo dostê kurdan ê fexrî jî dan kevneserokê Partîya
Sosyalîst a Gel (SF), Holger K.
Nielsen. Kevneserok Holger K. Nielsen ji sala 1991
û heta
bi sala 2005’an serokatîya SF’ê dikir.
Niha jî wek parlamenter karê xwe berdewam dikê.
Kevneserokê SF’e heta vê gavê jî bê
westan piştgirîya mafê kurdan kirîye û her dikê.
Hêjayî gotinê ye ku parlamentera esilkurd a ji partîya
SF’ê Özlem Sara Çekiç û Şaredarê kevin ê bajarê Kopenhagê
- herwiha ew jî dostekî mezin ê gelê kurd - Villo Sigurdsson,
di dema xelatdayinê de navên xelatgiran dixwendin û didan
dîyar kirin bê wan li gor kujan krîteran ev kes layîqî
van xelatan dîtine.
Di wergirtina xelatan da hersê xelatgiran
jî zor spasîyên xwe û kêfxweşîya xwe anîn ziman û
her yekî axaftinek kurt li ser kar û xebata xwe a ji bo
kurdan kirin û dubare piştgirîya xwe a ji bo gelê
kurd anîn ziman.
Bi taybetî jî Holger K. Nilesen di axaftina
xwe da çend gotinên balkêş li ser pirsa kurdî û mafê
kurdan anî ziman û nerînên xwe bi vî rengî dîyar kir:
”Tişte ku ez zêde ber bi sîyasetê ve dahf dam
xebata ji bo heqîyê û şerê li dijî niheqîyê bû. Gava
ku yek bala xwe didê dîroka kurdan, yek dibînê ku di dîrokê
de niheqîyên herî mezin bi serê kurdan da hatine. Di dema
xwe de welatên rojava li gora berjewendîyên xwe di navbera
kurdan da hidûd kişandin û kurd kirin rewşeke
gelkî xerab. Welatê wan hat parçe kirin û kurd di gelik
welatan da bûn wek kêmnetew, zor li wan hat kirin û mafên
wan ên netewî, ku îro ji bo hemi netewan tiştekî
xwezayîye, li wan hatin qedexe kirin û binpê kirin. Kurd
jî xwedî ziman, çand, kultûr û dîrokekê ne, xwedî nivîskar,
helbestvan, muzik, mîtolojî, çîrok û xewnin. Mafê wan
jî wek hemi netewan heye ku mafên xwe ên netewî bidest
bêxin. Ez zanim ku gelê kurd di nav gelik pêvajoyên dijwar
ra derbas bûye, lê min her dîtîye ku we li gel vê yekê
jî her li ber xwe daye û tim bi sebrik mezin doza mafên
xwe kirîye. Vê berxwedana we û vê sebra we a mezin jî
hiştîye ku ez bibim piştgirê mafên we. Rêya
we rêyeke dûre, lê rêyeke raste ji bo bidestxistina mafên
netewî”
Di berdewamîya axaftina xwe da Holger K. Nilesen herwiha
bal kişand ser wê yekê jî ku herçiqas ku di mesela
şerê Îraqê da di hin noqteyan de wek hev nefikirîbin
jî, lê dîsan jî di têkçûna rejima Saddam Hiseyin da gelkî
kêfxweşe û anî ziman ku: ”Kêfxweşîyeke
me a hevbeş jî ewe ku Saddam Hiseyin ji ser hikim
hat avêtin û niha di nav agirê cehnemê de diperitê”.
Kevneserokê SF’ê Holger K. Nielsen bi erênî bahsa rewşa
li Başûrê Kurdistanê jî kir, kêfxweşîya xwe
ji pêşkeftinên li wir ra anî ziman û got ku vaye
ewder wek nîmûneyekê ye ku kurd karin bibin xwedî desthilatdarî
û di pêşerojê de welatê xwe ava bikin.
Di dawîya axaftina xwe da Holger K. Nilesen
pesnê kurdan li Danîmarqa jî da û spasîya kurdan kir ku
bi çand û kultûra xwe çand û kultûr û civaka danîmarqî
dewlemend dikin.
Gala Kurdî a îsal li bajarê Kopenhag’ê
jî bi vî rengî hat li dar xistin û ji serî heta bi dawîyê
bi rêk û pêk û serkeftî derbas bû.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
29.01.2009
Têbînî:
(1) Ninna Rasmussen
og hevjinê xwe Hjalte Tin di sala 2003’an da, dema
ku şerê îraqê dest pê kir bi heraba xwe derketin
sefera Kurdistanê. Di nav çend mehan da li Bakur, li Başûr
û li Başûrê Rojava gerihan û li vegerê rabûn pirtûkek
ji 334 rûpelan pêkhatî li ser gera xwe û rewşa kurdan
nivîsîn. Navê pirtûkê bi danîmarqî eve: ”Rejsen
til landet der ikke findes” (Sefera ber bi welatê
ku nine). Pirtûk
(2) Prof. Tove Skutnabb-Kangas û hevjînê wê Prof. Robert Phillipson
gelik lêkolîn li ser zimanê kurdî kirine û heta niha beşdarî
gelik konferansên li ser zimanê kurdî bûyine.
|