|
HAK-PAR; “Dixwazin
carek din Gelê Kurd û Tirk kaşê pêvajoyeke tarî bikin”
Dema Nû/Amed
Birêvabiriya Şaxê Amedê ya Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê
bi mebesta şermezarkirina operasyona li dijî endam
û birêvabirên Partiya Demokrasî û Aşîtiyê-BDPê ku
şaredar û parzvanên mafên mirovan jî di nav de ne,
daxuyaniyek belav kir. HAK-PAR, di daxuyaniya xwe de de
destnîşan dike ku hêzên statukoparêz dixwazin carek
din Gelê Kurd û Tirk kaşê pêvajoyeke tarî bikin.
Daxuyaniya Şaxê Amedê ya HAK-PARê weha ye;
“Dixwazin carek din Gelê Kurd û Tirk kaşê pêvajoyeke
tarî bikin. Ev rûdan û bûyerên ku di nav vê mehê de pêk
hatine, bi şêweyeke zanyarî ji aliyê navendek ve
tên kontrolkirin û dixwazin bi van bûyeran di nav herdû
gelan de pêla alozî û tundiyê bilind bikin.
Pêvajoya ku bi bûyera li Amedê dest pêkir û bi bûyera
li Reşadiye-Tokatê, provokasyonên li Îstenbolê, ya
li navçeya Kopê ku bi kuştina mirovan bi encam bûn
û herî dawî jî girtina DTPê û binçavkirin û girtina şaredar,
endam û birêvabirên Partiya Demokrasî û Aşîtiyê yek
ji bazinên vê zincirê ye.
Operasyona li dijî siyasetmedarên kurd ku piştî
girtina DTPê derbasê BDPê bûn, bazina herî dawî ya vê
pêvajoyê ye. Di pêvajoya ‘rêlibervikirinê’ de pêkanîna
operasyona binçavkirin û girtina ku saziyên legal yên
siyaseta kurd û kesên ku bi dengê gel hatine bijartin,
hêviyên guhertin û demokrasiyê berovajî kiriye. Ev rûdan
jî carek din serwerbûna hêzên statukoperez dide nîşandan.
Em difikirin ku ev helwesta dudilî ya hikumetê ya li
dijî rêxistina terorî ya Ergenekonê, bi van bûyerên dawî
re ji nêzîk ve têkildar e. Ev bûyerên dawî jî dide nîşandan
ku rêxistina Ergenekonê li ser kar e.
Li şûna ku hikumet xwe radestê hêzên dijberê guhertinê
bike, divê di warê demokrasî û azadiyan de gavên bibiryar
bavêje û bi lezgînî normên huqûqa navteweyî bipejrîne.
Girtina gelek siyasetmedarên sivîl yên kurd ku hin şaredarên
bajarê me jî di nav wan de ne û bi vê yekê siyaseta sivîl
hedef hatiye girtin, wek Şaxê Amedê ya Hak-Parê em
xistiye nav fikareyeke mezin û em vê yekê şermezar
dikin. Em li bendê ne ku bi lezgînî dawî li van kiryaran
bê anîn û herweha, banga me li rayedarên hikumetê ew e
ku helwesteke bibiryar bişopînin.”
|