|
HDK-Î
û PSK şehîdên Kurdistanê bibîr anîn
Ji aliyê Hizbî Demokrata Kurdistana Îran-HDKÎ û Partiya
Sosyalîst a Kurdistan-PSK ve, bi boneya „Roja Şehîdan“,
wek her sal, îsal jî merasîmek hat li dar xistin. Merasîm,
di 31.03.2010´an de, li Elmanya, bajarê Wuppertalê pêk
hat. Ji HDK-Î Şahriyar Neqşîbendî, ji PSK jî
Ahmed Çamlibel wek gotarvan beşdarî merasîmê bûn.
Her weha ji Partiya Serbestiya Kurdistan-PSK jî Kak Şaho
beşdarî merasîmê bû û gotarek pêşkêş kir.
Merasîm,
bi sirûda netewî Ey Reqîb û rêzgirtinê ve despê kir. Pişt
re nûnerê HDK-Î Şahriyar Neqşîbendî heqê axaftinê
girt. Neqşîbendî, di axaftina xwe de li ser pêvajoya
damezirandin û ruxandina Komara Kurdistanê li Mehabadê
bi kurtî agahdarî da. Neqşîbendî ragihand, ku rast
e, bi giştî hemû serhildan û şoreşên Kurdan
yên wek Şêx Seîd, Seyîd Riza, Simkoyê Şikak,
Şêx Ubeydulah, Şêx Mehmûdê Berzencî û hwd. qedirbilind
in, lê hin taybetmediyên Komara Kurdistanê hene. Neqşîbendî
bal kişand taybetmediyên komarê û Serokkomar Şehîd
Pêşawa Qazî Mihemed û da zanîn, ku Komara Mehabad
di serdema xwe de komareke sekuler û demokrat bû. Jinên
Kurd xwedî hin mafan bûn, ku di îro jî di hin dewletên
herêmê de ew maf nehatine dayîn. Neqşîbendî weha
got: „Bi çi awayî dibe bibe, li serê çiyan, ji aliyê zman
û kulturî, ji aliyê zanyarî, kesê ku xizmeta gelê xwe
dike, ew pêşmerge ye û ger di vê rê de canê xwe bide,
şehîdek e.“
Nûnerê
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Ahmed Çamlibel di axaftina
xwe de da zanîn, ku HDK-Î 31´ê Adarê wek „Roja Şehîdan“
îlan kiriye û PSK jî di sala 1986´an de vê pêşniyarê
pejirandiye. Çamlibel weha got: „Hin sembol hene, ku di
gelan dikin milet. Ji bo Kurdan yek i wan Newroz e. Ya
duduyan Ey Reqîb e. Ya sisiyan Ala Rengîn e. Li ku derê
dinyayê dibe bila bibe, her Kurdek bi van sembolan xwe
wek milet qebûl dike û bi hestên neteweyî tev digere.
Divê Roja Şehîdan jî bibe rojek taybet, ku bi taybetî
jî nifşên nû bi Kurdbûna xwe bihesin û bi hestên
netewî xwedî hêjahiyên xwe derkevin.“ Çamlibel her weha
bi giştî li ser wateya bêjeyên şehîd û pêşmerge
agahdarî da û got ku her çiqas bêjeya şehîd bi Erebî
be û li gor baweriya Îslamî mana wê di riya ola Îslamê
de mirin be jî, di Kurdî de maneyeke wê ya cuda heye.
Kurd ne ji bo mirinê, berevajî, ji bo parastina welat
û gel, ji bo jiyanê şer dikin û ger pêwîst be canê
xwe feda dikin. Ahmed Çamlibel her weha da zanîn, ku çi
di nav şer de, çi di zîndanan de, çi ji sedema teda
îşkenceyan, çi wek protesto xwe bidarvekirin be,
kî bi rastî jî ji dil û can bona azadiya gelê Kurd û rizgariya
Kurdistanê têkoşîn dabe û di vê rê de canê xwe daye,
divê ew wek „şehîd“ bê qebûl kirin. Çamlibel her
weha bîranîneke helbestvan Abdulah Pêşew vegot: Biyaniyek
tê Kurdistanê. Dibêje, adet e, ez dixwazim destekî gul
deynim ser qebra şehîdekî. Abdulah Pêşew weha
bersîv dide: Tu dikarî desteya gula xwe deynî bin kevirekî
çiyayên Kurdistanê. Ji ber ku li çiyayên Kurdistanê, di
bin her kevirekî de şehîdek radizê.
Piştî Ahmed Çamlibel, nûnerê Partiya Serbestiya
Kurdistan, Kak Şaho heqê axaftinê girt û li ser
vê roja taybet dîtinên partiya xwe eşkere kir.
Di berdewamiya bernamê de, ciwanên Kurd, bi zimanê Elmanî
axaftin. Ciwanê 14 salî Ronas Karakaş da zanîn, ku
her çiqas ew piraniya gotaran fêm nekiribe jî, ew êş
û elema şehîdên Kurdistanê di dilê xwe de hîs dike
û şehîdên Kurdistanê bibîr tîne.
Hevseroka
KOMCIWANê Hetaw Tek jî, di axaftina xwe de eşkere
kir, ku her yek ji wan zarokên Qazî Mihemed, Şêx
Seîd, Seîd Riza, Mela Mistefa Barzanî û hemû şehîdên
Kurdistanê ne û divê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê
ne tenê rojek, her roj kar û xebat bên kirin.
Merasîm cara duduyan bi xwendina Ey Reqîb û rêzgirtinê
ve bi dawî bû.
Hêjayê gotinê ye, ku salon bi wêne û fotografên navdar
û şehîdên Kurdistanê hatibû xemilandin û bi alîkariya
komputerê şehîdên PSK û kurtejiyana wan hatin pêşkêşkirin.
|