psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Helebçe li Elmanyayê hat bibîr anîn

Dema Nû Wuppertal-Mannheim-Wuppertal

Keraseta Helebçê, di salvegera xwa ya 22. de li Elmanyayê hat bibîr anîn. Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu, li bajarên Wuppertal, Mannheim û Nurnberg û Duisburgê, bi çalakiyan şehîdên Helebçê bi bîr anî, agahdarî da raya giştî ya Elman û berpirsiyaran şermezar kir.

Çalakiya bajarê Wuppertalê ji aliyê komela IKV-KOMKAR-Wuppertal ve hat amade kirin. Endamên KOMKARê di 16.03.2010´an, saet 17.00´an de li navenda bajêr kom bûn û masayek agahdariyê amade kirin. Li dor masayê find û mûm pêxistin, fotografên şehîdên Helebçê raxistin û daxuyaniya KOMKAR.eu´yê ya Elmanî û Kurdî belav kirin.

Her weha, di berdewamiya çalakiyê de, bi megafonê Elmaniya daxuyaniyê çend caran hat xwendin. Endamên KOMKARê li ser keraseta Helebçê agahdariyên berfireh dan rûniştvanên Wuppertalî û bi Elmanî dirûşma „Divê tucar Helebçê neyê pêk anîn“ qêriyan.

Çalakî nêzikî du saetan dewam kir û bi serketî bi dawî bû

Mannheim

Li bajarê Mannheimê, li salona komela KOMKAR-Mannheimê, ji aliyê KOMKAR-Mannheim, Navenda Kulturî ya Kurd û Elman û Navenda Kultura Kurdî li Elmanya ve, di 16.03.2010´an de, ji bo bibîranîna keraseta Helebçê civînek hat li dar xistin.

Di civînê de endamê PDK-Irak Serhad Gafurî û berpirsiyarekî kevn yê pêşmergan Mamoste Mele Cemal serpêhatiyên xwe yên roja Helebçê anîn zman. Her weha, Endamê Komîta Birêvebir yê KOMKAR-Mannheimê Husên Guler daxuyaniya KOMKAR.eu´yê ya li ser Helebçê xwend.

Di dawiya civînê de beşdarek helbestek xwend û videoyek li ser Helebçê hat nîşandan.

Nurnberg

Li bajarê Nurnbergê, di 16.03.2010´an de ji aliyê KOMKAR-Nurnberg û PDK-Irak çalakiyek hat li dar xistin. Beşdarvan di saet 14.00´an de li ber dêra St. Lorenzkirsche kom bûn û masayek agahdariyê amade kirin û find û mûm pêxistin. Di berdewamiya çalakiyê de daxuyaniya KOMKAR.eu´yê ya Elmanî û Kurdî hatin belav kirin û xwendin.

Çalakî di saet 16.00´an de bi serketî bi dawî bû.

Her weha li bajarê Duisburgê jî di navenda bajêr de daxuyaniya KOMKAR.eu ya Elmanî û Kurdî bi berfirehî hat belav kirin.

   
Dengê Kurdistan © 2010