Hevpeyvîn
bi Eskerê BOYÎK ra dor bawariya êzdîtîyê
Seyîdxan Kurij
Eskerê Boyîk: Berî bersîva pirsên we bidim, gotina min ewe, ku ez ne a’limê bawarya
êzdîtîyê me, ne oldar im, ne jî tîolog, ez nivîskarekî
Kurd im, zanebûnên min jî di wê çarçovê da ne. Bersîvên,
ku ezê bidim, fikirên min yên şexsî ne, kîjan ez
bi lêkolîn, kar-bar û jîyana xwe ya salan, wak evdekî
ji wê malbetê gihîştim ê. Usane, eger bersîva da
fikirên kêm-zêde, an ji hidûdên dogmên olê der hebin bira
zanyar, oldar û tîolog min biborînin.
Seyîdxan Kurij: Koka êzdîtiyê digihîje
ku derê, mehna êzdîtiyê çi ye?
Eskerê Boyîk: Bêşik êzdiyatî bawarîk e kevnar e. Bi texmîna min êzdîtî dî gelek
pêvajoyê dîrokî ra derbas bûye, di meşa dewranên
dûr û dirêj da, bi guhertinên şaristanya ra wê jî
xwe nû kiriye, carna nav û hinek pirînsîpên xwe jî guhestiye,
heta gihîştiye me. Lêkolînên ol û şaristanyên
kevnar didin kifşê, ku gelek tiştên tomerî û
hevbeş e nêzîk û weke hev di navbera wan û êzdîtiyê
da hene.
Rind zelal tê xanê, ku ev bawarîya ji Zerdeştiyê
û olên ji pey ra hatî kevintir e, ji bo bîr û bawariyên
wan olan da rind dîhar e, ku wan teva jî bo bingeha xwe
gelek tişt çawa ji bawariyê kevnar e din usa jî ji
êzdîtiyê hildan e, pêra jî dijîtiya çawa wan olên kevnar
usa jî ya ezdayê kirin e. Ev bawarî Kurdistanê da li ser
rêya xwe kelemê herî xurt dîti ne.
Di êzdîtiyê da bawarya herî bingehîn û
bilind Xweda ye. Êzdîtî xwedênasîye. Ew xwedênasya xezayî
ye.
Êzdîtî berê axa Mêzopotaniyayê ye, li ser
wê axê çê bûye, ruhê wê li wê axê da ne, ziman kurmancî
ye. Êzdîtîyê wê demê tunebe, bimire eger ji wê axê biqete,
zimanê ruhê heyîtiya xwe undake. Îro bi rastî jî ew qezya li ber çava ne…
Rastiya êzdîtiyê, mena heyîtiya wê ya bi
hezaran salan di nava ruhê wêyî xezayî û zimanê wêyî miletiyê
da ne.
Em dîroka olan mêzekin, 300 salî Zerdeştî ola dewleta
Sasanya ya resmî bûye. Usane 300 salî dewletek e bi hêz,
zanyar-alimên xwe va xizmeta vê bawaryê da bûne. Lê wê
ber meşa herd olên nû teyax nekir.
Eva bêtirî 2000 sal e cihana xaçparêz bi
sedan dewlet, bi mîlyona dêr, dîndar, bawarmend, zanyar,
nivîskar, dîrokzan, dewlemend, îdarên xweye cude-cuda
va xizmeta wê bawariyê kirine û îro jî bi xurtî dikin.
Usa jî 1600 sal e Musulmaniyê cihan daye ber xwe û bi
temamya hêza dewlet, mizgevt, dîndar, a’lim, zanyar û
bawarmendên xwe dimeşe.
Xizmeta êzdîtiyê ne ku tenê nehatye kirin
lê tim bin giraniya êrîş, tunekirin û zordestya van
bawarya da bûye. Qir û bir, ferman li bawarmendên vê olê
heta niha jî kêm nebûn e, zîyaret û cîyê wane pîroz tim
hatine şêlandin, şewitandin, bêrûmetkirin, şîmvolên
wê talan kirin e, heta goristanên dindaran jî hatine vekirin,
hestûyê mirya şewitandin e, nehîştîne ku bawarmendên
vê olê eşkere bangî Xwedê xwe jî bikin, duea xwe
jî pêk bînin, rê û rizm, eyd-erefatên xwe serbest derbas
bikin.
Dêr û mizgeft di nav zêr, zîv, dur û cewahiran
da hatine pêçan, hunermendên cihanêye here mezin bi reng
û rewş, mûzîka xwe ew xemilandin e, evdên hurr, yên
xweyê cihanê, xwendî-zane, kubar di wan da duea kurine
û dikin…
Lalişeke kevnar e, feqîr e nûranî
di nav wan da, kerr, dilê xwe berbi mala Xwede vekirye,
duea dike…
Û tiştekî ecêv e dengê dueaya wê di
nav wan dengên hurr da hê jî ferih tê bihîstin û hê jî
dijîtiya wê tê kirin.
Gerekê bê fikirandin, ku rastya êzdîtîyê
çiqas bi hêz û xezayî yê, due’aya wê çiqas bi dil û rast
e, ku mercên dîrokê, yê wa xezeb da, wek olên kevnare
din êzdîyatî bin giranya olên nû da nepelçiqî, unda nebû
xwe parast, gihîşte îro.
Dîroka
êzdîtiyê bin kelefê şaristanyên Mêzopotamiyayê û
zordarya dewlet û bawaryên deshilatdar da maye. Eger niha
jî, bi çavê zanyarya êzdînasîyê, dîroka Mêzopotamyayê
bê nihêrandin, gelek tişt û pirînsîpên dîroka Rojhilata
Navîn wê berbi êzdîtîyê bêne guhertin.
Mînakeke sadeye biçûk:
Wextê da mîrgeha Xalta li nav Kurdistanê da mîrgeheke
Êzdiyan ya mezin û bi hêz bûye. Xaltî fêdêrasyoneke eşîrên
Kurdên êzdî ne: Heta niha jî eşîrên Qizilî, Niqîbî,
Xendeqî, Berekî, Anqosî û hinekên din xwe Xaltî nav dikin.
Dema ez zarok bûm, rîspiyê gundê me di odan da diciviyan,
çîrok digotin, li ser gelek babetan diaxivîn, digotin
qebîla me, ya Bela jî Xaltî ne. Navê çend qebîlên din
jî didan, ku li nav êzdîyên Ermenistanê da hebûn (navê
wan bîra min da nemane). Niha Xaltî, usan jî li der-dorê
Wêranşeherê, Şengalê û Şêxan jî hene.
Ezdiyên Xaltî dibêjin ku peyva xaltî navê eşîrê,
yan qebîlê nîne, Xaltî navê war e, cîye… Eger navê war
e, usane navê herema wan, welatê wan koka wan Xalta bûye.
Eyane, ku dor 1300 sal ji berî zayînê, li der dorê golên
Wanê, Ûrmiyayê û çiyayê Araratê hukumdarîke mezin bi navê
Xaldî (Ûrartû) hebûye û heta dewya sedsala şeşan
(berî zayînê) dom kiriye. Gelo Êzdiyên Xalta paşmayê
wê şaristaniyê nînin? Derheqa vê şaristanyê
da bi hezaran lêkolîn hatine kirin, pirtûk hatine nivîsar.
Gelên ku vê navçê dijîn gişk xwe peymahê vê şaristanyê
dibînin, lê kes berê xwe nade êzdîyatyê, derheqa Êzdîyan
tiştkî nabêje. Dewleta Merwanya hebûye, li nav eşîrên
Êzdiyan da Merwanî eşîreke mezine. Mînakên wa pirin.
Ez bawarim, eger êzdîyatî bi dewletî bibe warê lêkolînên
zanestî gelek pirsgirêkên dîroka gelê Kurd wê safîbin.
Malê gelê meyî dîrokî yî talankirî wê vegerin bal xweyên
esil.
Kurdên êzdî niha demeke pirr dijwar dijîn.
Di nav rev û bezê dan e. Ji welarê xwe, axa kal-bavê xwe,
ji zordestiya miletê xwe direvin. Ji xerîbya xweye dewranan
direvin xerîbîke din. Ax di bin lingê wan da dişewite.
Ziman, erf-edetên xwe bîra dikin… Niha hinek gelên cînar
wê hebûna dibin xweyî…
Wedeye, gelê Kurd jî berçevkên sexte ji
ber çavê xwe hilde, ne bi olperestiyê lê bi zanyarya rastî
wê hebûna xwe bibine xweyî.
Seyîdxan Kurij: Em
dixwezin mirovên din êzdîtiyê nas bikin. Hûn bawar dikin,
ku êzdîtî xelet hatîye femkirin, hatîye heqeret kirinê
û ew rewş heta niha jî didomîne? Hûn dikarin bawariya
xwe bînin ziman?
Eskerê Boyîk: Min
bersîva pirsa ewlin da cawa hinek fikirên vê pirsê da.
Ezdîyatî bi felsefa zanyarya xwe, xwedênasya xwe, erf-edet,
rê-rizm, eyd-erefat, meşandina jîyana êl-eşîrên
xwe oleke pirr dewlemend e û ji tu olê danaxe, pêra jî
bi ziman, ax û ruhê xwe kurdistanî ye. Welatê êzdîtîyê
Kurdistan e. Xêncî Kurd û Kurdistanê, di nav tu gel û
tu warî ev bawarî nîne. Ew hebûna gelê kurd e.
Zerdeştîyê girtî heta olên mezine deshiletdare niha,
ku vê bawariyê tev olên kevnar e din ji ser rêya xwe
kokbir bikin, rakin, ev bawarî wek oleke bê Xwedê, kafir
nav kirin e. Anegorî wan, giva êzdîyatî ne ku pey Xwedê,
lê pey dêwa, melekê neqenc û nizanim çi tiştên xirab
diçe, sîmvola vê olêye here pîroz Tawisî Melek ji xwera
hedef girtine. Ne tenê bi zora şûr, qirkirnê, lê
usan jî bi çîrok û serphatiyên xweye çêkirîye derew xwestine
vê olê pûçkin, li ber çavê bawarmenda reşkin.
Ku ji ser rastya vê bawaryê perda derew
û buxdanên bi dewrana bê hildan, xwendevana ra rastya
êzdîtyê zelal be, ezê hinek fikiran bi kurtayî hema ji
ulmê vê bawaryê (ji qewla) bînim.
Navê vê bawariyê ji peyvên ezda, ezdahî,
êzî, êzdî tê. Ezda yanê Xwedê. Êzdayî - xwedênasî. Di
nav bawarya êzdîtiyê da êzî navek ji navê Xwedê ye:
Sultan êzî bi xwe padşah ye,
Hezar û yek nav xwe da ye,
Navê mezin her Xweda ye.
Yan:
Padşahê min hezar û yek nav e,
Ev diniya ji bo wî sehet û gav e,
Dizane behra da çend keşkûl av e,
Li deşta çend kevir di nav e,
Ewî Hewa kir bûk, Adem kir zave.
Yan :
Padşê min hosta ye
Dinya her pê ava ye,
Ciyê wî li hemû erda ye.
Padşê min î nûr e,
Ewî ji me ne î dûr e
Li erd û ezman û behrên kûr e.
Xwedênasya xezaîye heq sitûna ayîna êzdîtiyê ye. Xwedê
beramberî xezayê (tebiyetê) tê kirin: Xwedê xuliqdarê
her kesî û her tiştî ye: „ Padşê min dinya çê
kir, hed û sed lê kir, benî adem têda xenî kir “. Padşê
min Rebê alem e, Rebê jorîn e, Rebê heqiyê ye, rêber e,
xudanê miraz e, rehim e, rêya Xwedayê min rast e, kîna
kesî li ber tune…Hezarûyek navên Xwedê hene, bê hevel
û bê şirîk e. Her kes evdê Xwedê ye, hêviyên wî
ji aliyê Xwede ve têne dîtin. Di cîhanê da evdê bê Xwedê
tune. Erdek nîne, ku hukumê Xwedê lê nebe, bêyî hukumê
Xwedê pel jî li ser darê naheje. Xwede di her dila da
ye, bêyî Xwedê her tişt betal e, ew dide û distîne,
êw dişkîne û dicebirîne.
Êzdî du’a-dirozgên xwe, Qewlên xwe bi peyvên
„ Ya Rebî, ya Xweda anjî ya Padşa “ dest pê dikin,
bi carekê ve banga xwe dighînine Xwedê: Yekê Jorîn, Rebê
A’lemê, Padşayê padşa, ji bo çawa Êzdî dibêjin:
Her ew î heq e, her ew î rast e…
Êzdî navbera xwe û Xwedê da tu kesî qebûl nakin. Pêwîstyê
nabînin. Êzdîtiyê da ew bawarî heye ku ew gihîştine
xudênasya here heq. Xas, babçek û rêber rêya wan berbi
Xwedê ronî dikin, ne wan digîhînin Xwede. Tê gotin: “Xwede
bê heval û bê şirîke”. Êzdîtiyê da Xwedê ra heval
û şirîk çêkirin gune ye. Heta Şîxadî jî, sîmvola
xwe ya here bilind, wek pêxember nav nakin. Êzdî qedirê
hemû Pêxembera zanîn û wan li wê çarçovê da dibînin.
Xwedênasî di vê baweryê da xwezayî ye,
suruştî ye, her tişt, fikir xwezayê ve tên girêdan,
matêriyalî ne. Afrandar û xuliqdarê her tiştî Xwedê
ye.
Padşê min kinyat (dinya) ava kir ji
durr cewher e
Sipartibû her heft surrêd her û her
e,
Tawisî Melek kire serwer e.
„Her heft surrêd her û here“ heft milyaketin. Xwedê ji
nûra xwe heft milyaket xuliqandine: Îzraîl, Cibrayîl,
Mikayîl, Dirdayîl, Simqayîl, Ezazîl,, Ezrafîl. Êzdî Ezazîl
rêberê xwe hesab dikin, nav dikin Tawisî Melek. Di bawarya
Êzdiyan da Tawisî Melek melekê Xwedê ye, ji alyê wî da
hatye afrandin, li pey gotin û bawarya Xwedê diçe. Xêncî
yekîtya Xwede, û ebûbeta Xwedê ew tu kesî, tu tiştî
ra ebûbetê nake. Loma jî Xwede wî dike serwêrê her heft
melekan. Qewla Çarşema Sor da wa tê gotin: „Carşema
serê nîsanê, gul û çîçek hatine meydanê, Tawisî Melek
reyîsê îmanê.“
Tawisî Melek di nav bawarya Êzdiyan
da pîrozaya here bilind e, sond e, nûr e, due’a , îman
û axret e, hinek têkstada wî digihînin asta Xwedê.
Fikira Xwedê wek sîmvola xezayê, suruştê,
tevê (royê) tê naskirin. Têkstên vê bawariyê da be’sa
durrê û teqîna wê tê kirin. Ku her tişt ji dûrrê
çê bûye. Niha ulmê cihanê yê pêşdaçûyî jî dibêje
cihan û jîyana li ser ji teqîneke er’s pêşda hatine.
Qewla Efrandina Kinyatê (dinê) da wa tê gotin: ku erd
û ezman tunebûn, dinya fire bê bîn bu, însan û heywan
jî tubebûn, di berê (deryayê) da tenê durr hebû.
Padişay min yî cebare,
Ji durrê efrandin çare,
Ax e, av e, baye û ager e.
Usane anegorî mêtolojya dînê Êzdîyan Xwedê
ji nûra xwe heft Milyaketa dixuliqine, ji pey ra jî ax
û, av û, ba û, agir laşê Adem diefrîne, bi destûra
Xwedê Milyaket jî ruh ber laşda berdidin… Fikira
yekîtya matêryayî ya e’rş û dinyayê jî u’lmê êzdîtyê
da heye. Qewlê Erd û Ezman da ew fikir zelal tê gotin:
Erd dibêje:
Ezmano, eslê min û te ji derekî,
Em nijarkirin ji cewaherekî,
Şefeqê li me dikete derekî…
Erd, ezman, roj, ax, agir, steyrk, hîv,
av, ba, nan li cem Êzdiyan pîrozin. Hela xweykirina pêz,
dêwêr, xetkirina axê, barîna baranê, helalkirna mast hêz
û qewatên xezayîye pîroz va tên girêdan. Pîrozya van sûbyêktên
suruştê, ku heta niha jî di êzdîtyê da mane pir kevnin.
Ev fikirana carke din jî didin îzbatkirin ku êzdîtî dînekî
suruştî ye kevnare, bingeha wê da ne hêz û sirrên
nee’yan e, nedîhar e fantastîk in, lê qewat û bûyarên
suruştî ne.
Di nav ulmê êzdîtîyê da xêncî qencîyê,
remê û başyê tu fikir nerind derheqa Tawişî
Melek nîne.
Pirînsîpeke êzdîtiyê ya here bingehîn, ku stûneke vê
olê tê hesibandin ewe, ku dibê Xwedê yeke, bê heval û
bê şirik e, him xêr û him jî şer ji derê Xwedê
ne. Bingeha xêr û şerra yeke. Di gor êzdîtîyê laşê
her evdekî da du qewat hene: aqil hêza xêrê ye, nevis
ya şêrr, xapandin û xirabiyê. Ji vir jî tê xanê bingeha
ronayê û taryê, jîyanê û mirinê, germê û sermê, şîrnayê
û telayê, remê û xezebê gor êzdîtiyê yeke.
Rastiya xezayê jî ewe. Zanyarya îro jî,
felsefa îro jî vê yekê îzbat dike.
Xwedê xêrê yan Xwedê şerr, melek û milyaketên qenc
yan neqenc êzdîtyê da nînin, usan e nikare şîmvola
vê olêye sereke tenê sîmvola şêrr, xirabyê û neheqiyê
be. Eva yeka jî dibêje ku gotin oldarên bawaryên din
derheqa êzdîtiyê da buxdan û şerrin.
Lê gelo çima Êzdî bi dewrane derneketine
dijî vê neheqiyê? Çima ber derewên di heqê bawarî û pîroziyên
wan da tên gotin, xwe kerr kirine, rastya xwe negotine?
xwe neparastine?
Bersîv kurt e. Kesî guh nedane Êzdiyan. Bi zora şûr
Êzdîyan ra xeber dane. Bi zorê dengê rastiyê kerr kirin
e. Gelek hindik pêşîkêş, oldar û alimên êzdiyan
bi mirina normal mirine. Dîroka êzdîtiyê nava xûna evdên
êzdî da hatiye sitiran. Kalên êzdîya gilî dikin, dibêjin:
“ Me newêribû civakên musulmana da heta kilama “Dewrêşê
Evdî” jî bistira...
Seyîdxan Kurij: Hûn dikarin sîstêma
ola êzdîtiyê û êzdîtîyê de tekîliyên pîr, şêx û mirîdan
ji bo xwendevanê me xuya bikin? Cejin, rojî û qedexeyên
êzdiyan çi ne?
Eskerê Boyîk: Civaka
Êzdîyan belayî ser du para dibe: yeknav û dunav. Yeknav
mirîdxane ye. Dunav şêxanî û pîranî ye. Şêx
û pîr him mirid in, him dîndarin. Ew rêya dîn nîşanî
mirîdxanê dikin, eyd-erefat, rê û rizm, rabûn-rûniştandinê
civakê bi pêşîkêşya wan tên derbaskirin. Zewac
di nav hersê beşa da nabe, guneye. Şêxanî û
pîranî jî di nav xwe da belayî ser para dibin.
Her evdê Êzdî, nenhêrî ew ji kîjan beşê
be gerekê ferzên heqîqeta bawariya xwe biparêze. Ferzê
heqîqetê pêncin. Di nav ulm da wa tê gotin:
Çê bûn her pênc ferzê heqîqetê,
Şêx û pîr, hosta û merebî,
Yar û birayê axretê...
Yan
Şêx fer e, Pîr nîşane,
Hosta û merebî sohbeta wan e,
Ferza Birayê axretê ferzeke giran e.
Bi van ferzan hevgirtinek di nav civakê
da çê dibe. Her Êzdî, ew çi beşî be jî mirîd e û
pêwîst e şêx, pîr, hosta, merebî û birayê wîyî axretê
hebe. Bi texmîna min di nav civakê da wezîfa hosta û merebîya
êdî nayê xanê. Wezîfa birê axretê, çawa qewlê da tê gotin
ya here giran e. Anegorî êzdîtiyê birayê axretê ji pey
mirinê ra ruhê mirî ji pira Seelehtê derbaz dike, dibe
rêberê wî.
Êzdî xweyê eyd-erefat, erf-edet, rê-rizmên
xwexatyê ye dewlemendin. Cejinê usan di nav Êzdîyan da
hene ku ji dema Somerya û berî wan jî tên. Eydê sereke
evin: Eyda rojiyên Êzî, Çilê zivistanê, rojiyên Xidir
Nebî-Xidir Îlyas, Çaeşema serê Nîsanê (Çarşema
Sor), Çilyê havînê, Cimaya Şîxadî û hivd. Cejinê
usa jî hene ku Êzdîyê deverekê dikin. Êzdîyên Çêlkî eyda
Batizmiyê, yên Sovyêta berê Çarşemê hesava (Kiloçê
serê salê), yên Şengalê Tûafa, Xaltîya rojî û eyda
Şêşims û Xudana dikin…
E’ydên Êzdîyan jî xezayê, zayînê, ronayê,
jîyanê, şayê va girêdayîne. Di rojên e’ydan, bi rastî
e’vdê Êzdî xêr û xweşyên suruştê ra şa
dibin, xêra dikin, xwe ji gunehan paqij dikin, pesnê e’dlayê,
tifaqê, xêrxwezyê, pismamtyê, hevkaryê didin. Fikirên
xirav ji dilê xwe derdixin, dilsyrye nav xwe didin hildan.
Sê qedexe di nav êzdîtiyê da hene, ku tucar
nayên qebûlkirin:
1 Hidûdên zewac ê, ku di nav beşên êzdîyan da hatine
danîn nabe bên teribandin, ew zinê ye.
2. Dînê din qebûl kirin.
3. Destê xwe li ser şêx-pîra û evdên
bi xerqe bilind kirin.
Seyîdxan Kurij: Şêx Hadî kî ye?
Ji ku hatîye Laliş? Ew Kurd e? Şêx Hadî „Mishefê
Reş“ bi kurdî nivîsîye. Ew nivîsandina bawariya êzdîtiyê
ra çi feyde anîye?
Eskerê Boyîk: Şîxadî
navbera sedsalên 11-12 da jîyaye, devedevî 90 salî emir
kirye.
Ew li gundê Beyt-Farê, nêzîkî bajarê Baalbekê,
li herêma Lubnana îro, hatîye dunyayê. Sala jidayîkbûna
wî dikeve di navbera salên 1073-1078an, kirasguherîn jî
nêzîkî sala 1162 an.
Gor dîrokzanan navê wîyî esil Şerefeddîn Ebû l-Fezayîl
Adî bin Musafir bin Îsmayîl Mûsa bin Merwan bin el-Huseyîn
bin Merwan e.
Şîxadî 15-20 saliya xwe da diçe bajarê
Bexdayê. Li cem zaniyar, fîlîsof û xwedênasê wî bajarî
yî here zane xwendina xwe hildide. Gor dîroknasan wur
li ser dînê îslamê çend pirtûka dinivîse. Nav û dengê
wî wek zanyarekî wê demê yî mezin, xweyî kiryamet û xwdênas
bela dibe. Ji pey sala ra tê Şamê û derbazî Hekarîyê
nav Êzdiyan dibe.
Dor kesayetiya Şîxadî gelek hatiye
nivîsar û îro jî tê nivîsar. Gerekê bê gotin ku di alyê
zanyari, xwedênasî û kiryameta wî da teva jî pesinê şexsyeta
Şîxadî dan e.
Ez difikirim gelo çima derheqa tu xasê
Êzdiyan da nehatiye nivîsar, lê drheqa Şîxadî da
wa gelek nivîsîne. Cîyê fikirandinê ye, gelo çima?
Wan nivîsara meriv kare belayî ser du beşa bike.
Nivîskarên beşe ewlin tê bêjî bi sipartin yan merem
nivîsine, ku îzbatkin Şîxadî nizanim ji kîjan binemalê
ye, ereb e, musulman e, navê wî wek yê ereba ne, ewî bingeha
ola êzdîtiye danye. Eger evdekî ereb û musulman bingeha
êzdîtyê danye usane êzdîtî şaxekî îslamê ye û ji
pey Sîxadî Êzdî hevkî ji îslamê dûr ketye, lê êzdî wê
yekê nizanin, pêwîste bên li ser rêya „rastîyê“. Heta
hinek nivîskarên Kurd îro jî wê defê dixin. Yên beşa
duda ewin, ku derheqa Şîxadî da agahdarî ji nivîskar
û dîrokzanên berî xwe hildane û bi fikira wan jî kesayetya
Şîxadî nirxandine.
Bi texmîna min ne bi cîyê ji dayîk bûyînê,
ne bi nav û paşnav, ne jî bi xwendina wî ya Bexdayê
nayê îzbatkirin ku Şîxadî ereb û musulman bûye. Evdê
Êzdî heta niha jî, ji ber zulm û zorê li her cîya bela
bûne û nav-paşnavê wan wek yên wan gelan e, li nav
kîjanada dijîn, bi zimanê wan dixûnin, dinivîsin.
Wan çevkaniya da gelek îzbatî û fikirên
dijî hev yan bi texmîn hene.
Temamya ulmê bawariya êzdîtiyê (qewl, beyt,
duea, pirtûkên pîroz ew bi navê Şîxadî va girê didin.
Rastî usa nîne. Ji wan her yek xudanê wan heye. Ez usa
jî ne wê bawariyê dame, ku MESHEF REŞ jî ji alyê
Şîxadî da hatiye nivîsar. Berî Şîxadî jî bingeha
vê bawariyê hebûye.
Çi jî hebe Şîxadî hatîye nava Êzdiyan
û eger bawarya wî tiştekî din jî bûye, ne ku tenê
hatiye ser bawarîya êzdayê lê ew nûjen kirye, bûye pêşîkêşekî
wêyî nemir. Eger ji bo lêkolînvan û dîroknasên biyanî
yên bi bawaryên din Şîxadî tek wek şexsyetekî
dîrokî ye, lê ji bo bawarmendên Ezdî ew sîmvol e, bawarî,
sond û due’a ye.
Bi fikira min, ya ewlin, gerekê kesayetiya Şîxadî
ye rastî gor bawarya Ezdiyan bê nirxandin (kîjan heta
roja îro jî pirr kêm hatiye guhdarîkirin).
Ya duda, eger Şîxadî ji malbeteke
Kurden êzdî nîbûya nedihat nava Êzdiyan.
Ya sisiya, eger Şîxadî evdekî Kurd
nîbûya, kurmancî, yanê zimanê Ezdiyan nizanbûya ne dihat
nav civakeke usa ku zimanê wê nizanibûya, ew û civak li
hev serwext nebûna.
Ya çara, eger wî kurmancî nizanbûya, bingeha
bawariya ezdayêye kevnar nizanbûya, zimanê bawarya Êzdiyan
jî wê biguhesta. Wê demê zimanê erebî di modê da bû û
li ser „laşên“ zimanên kevnar ra bi xurtî dimeşiya
, wê kurmancî jî bin xwe da tunekira.…
Hatina Şîxadî li LALIŞA NÛRANÎ
di dîroka Kurdên Êzdî da rûpelekî nû vekir, vejîn, ruh
û ronayîke geş da wê ola kurdaye kevnar.
Bi texmîna min di nûjenkirina êzdîtyê da
emekê Şîxadî yê herî mezin ewe, ku êzdîyan ra hîme
rêvabiryên civakî û olîye merkezîye xurt danî û tamamya
mîrtîyên êzdîyan dora wê rêvabiryê da civandin. Gerekê
bê gotin, ku ew hîm ewqas qewî, saxlem hat danîn, ku ji
pey qir-bir komkujyên 8-9 sedsalan, yên zulm ra ew rêvabirî
heta îro jî didomîne.
-Ulmê wê bawarya kevnar bi ziman, ruh û
rengê kurdî hate xurtkirin. Zimanê Kurdî bû ruhê bawarya
civaka êzdîyan. Têkistên bawarya êzdîtyê, ku zimanê gel
bûn tev bi kurdîke paqij hatin nûjenkirin, efrandin. Mêrasîmên
olî, civakî, erf- edet, eyd-erefat gişk bi kurdî
hatin ferzkirin. Hîmekî usa hate danîn, ku heta êzdîtî
hebe kurdîtî jî wê hebe.
Seyîdxan Kurij: Tesîra bisulmanîyê li
ser êzdîtiyê heye?
Eskerê Boyîk: Bingeha
hemû bawaryan kêm-zêde mîna heve. Di qewlên nav hev jîyanê
da, tesîra wan jî li ser hev hebûye û wê hebe.
Ew tesîr jî yekalî nîne.
Seyîdxan Kurij: Ji ber jenosîd û qetlîman
Êzidîyê xwe girt, bi dinyaya din va têkilîyên xwe birîn,
tenê xwe parast. Li hember hemû erişan Kurdîtya xwe,
çanda xwe, kevneşopîya xwe, bawerîya xwe parastin.
Ji ber çi Êzidî berê xwe wek Êzidî, piştra wek Kurd
nav dikin. Civatên Êzidî kû ne kurdin hene? Rewşenbirên
Kurd yên bisilman xwe tenê wek Kurd îfade dikin, lê yên
Alewî û Êzidî heman demê de xwe wek Alewî an ji Êzidî
ji didin nasandin, çûma?
Eskerê Boyîk: Min
bere jî got êzdiyatî bi her alyê xwe va kurdîtîye, tu
tiştê wê ji kurdîtîyê der û cuda nîne, usane dema
dibên êzdîtî, kurdîtî tê femkirin. Lê mixabin li cem ne
hemû beşên kurdan ev hevgirtin heye.
Di dîroka pirr dijwer da ji alyê dîndijminên
der û hundur va civaka Êzdiyan tim hatine qetilkirin:
ferman, qir û bir lê kêm nebûne. Xwe parastina Êzdiyan
parastina kurdîtîyê, ziman, çand û kevneşopîyê
kurdewariyê bûye.
Eger
nivîskarek bi zimanê kurdî (kurmancî, zazakî, soranî)
binivîse, ferq nîne, ew nivîskarê kurde. Ez li Ermenistanê
nivîskarekî Kurd bûm, vira rewşenbîrya Kurd min wek
nivîskarekî êzdî dibînin. Eva ne ku ji min lê rewşenbîrya
Kurd tê, ku ji tesîra olê xilaz nebûne.
Seyîdxan Kurij: Êzidîyê li Kurdîstanê, Mezopotamya
– Îranê derket. Piştra berê dewletên bisilman yên
Ereb, fars û Osmanîyan piştra Tirkîye, Îran, Surîye
û İraq Êzidî ji welatên wan, ji Kurdîstanê avêtin.
Berê Êzidî kû ji Kurdîstanê derketin çûn Ermenîstan, Gurcîstan
û Rusya. Di wan salên dawîyê de Êzidîyên Tirkîyê koçkirin
hatin Ewropa. Hûn dikarin li ser ew trajedîya Êzidîyan
xwendewanên me agahdar bikin? Li Tirkîyê rêvekirina Alewîyê
û bawerîyan tê gengeşî kirin. Êzidîyê di dema Osmanîyan
û T.C de hat bin pê kirin. Îro gava behsa rêvekirinan
dibe, behsa Êzidîyê nayê kirin, çima?
Eskerê Boyîk: Dibêjin 72 lê 1072 ferman Êzdiyn rakirine, yanê ewqas car civaka Êzdiyan
di welatê wan da kokbir kirine, mal-milkê wan jê stendine,
talan kirine, ji cî û warên wan derxistine. Gerekê bê
gotin ku Kurden musulman jî di wê dijîtiyê da rola mezin
lîstine.
Dîroknivîsê Kurdî sedala 19 –an Mele Mehmûdê Beyazîdî
destpêka wê sedsalê dinivîse ”Kuştina mirovên Êzdî
cem Kurdan (musulman. E.B.) ne gune ye û her cara, gava
rê dikeve Kurdên musulman Êzdîyan dikujin û jinên wan
ji xwe ra dikin carî. Ew ji dukanên qesab, yên Êzdîyan
goşt nakirin, çimkî Êzdîya mûrted* dihesibînin”.
“Di nav Êzdîyan û melayên Musulmana da
şerekî oldarî digere û her yek ji wan li firsendekê
digere yê din bikuje”.
Kuştina Êzdîyan evdê musulman hatibû
helalkirin.
Gelîkî kûrî bêtifaqîyê û ne ku tenê bêtifaqyê,
yê dîndijminatîyê û neyartîyê, yê bi înk û rik berê berê
da bawariyên dagerkir kirine navbera Kurdan. Heta rewşembir,
rêvabir û pêşîkêşên Kurdan, yê here mezin û
here navdar jî ji wê “haşîşê” qirêj paqij
neman e.Wan derheqa Êzdîyan da çawa gelekî (miletekî)
“biyanî”, ”kafir” yan jî bi navên nerind nivîsîn e.
Bi wî sebebî êzdiyatî Kurdistanê da bere-bere sêrek bûye.
Êzdî bi xwe jî ku ji neheqiyê xwe biparêzin, heyîtiya
xwe xweyîkîn cî û warê xwe hîştine, revyane. Dîroka
wê kokbirîyê sed yan dusud sal nîne, ji hezar sala tê.
Em ji hezara fermana çend bûyaran bînin: di zemanê Mîr
Ceferê Desinî da (salê 225-226- ên hicrî) ferman li Kurdên
Êzdî rakirin. (Wê dewrê navê êzdîtyê hindava musulmanyê
da usa
hatibû heramkirin, ku Êzdîyan ra digotin DESINÎ ). Xelîfê
Abasîyan Muhtesîm, lawê Harûn Reşîdê ereb, du cara,
bi leşkerê giran, avîte li ser êzdîyan, lê ji alyê
êzdiyan va hate şkênandin û paşda avîtin. Cara
sisyan, bi serokatîya Eytaxê Tûrkmên ordîke Tirka ya
mezin dişîne. Leşkerên wî êzdîyan dişkênin,
gund-warên wan talan dikin, dişewitînin, xelqê qir
dikin. Mîr Cefer, ku nekeve destê wan, jerê duxwe û xwe
dukuje. Eyntaxê Tûrkmên 10 hezar malê êzdîyan sirgûnî
Tîkrît, li rex bajarê Bexdayê dike. Eger
serê malê bi 10 nefera bê hesavkirin, usane tek fermanekê
da xêncî bi deha hezara kuştîya, 100 hezar Kurd jî
koçber kirine, ji welatê wan derxistine, li nav Ereba
da helandine. Ev şera ewqas dijwar û xûnrêj bûye,
ku dîroknivîsê ereb wê hesav dikin yek ji şeş
destanînên hukumdarîya Al-Muhtesîm.
Fermaneke pir xûnrêj û jan fermana Mîrê Kora bûye. Di
destpêka sedsala 19-an Mîrê Soran: Mîr Mehmed (Mîrê Kor
) bi FITWA Mele Xatî ferman li êzdiyên Welatşêx
û Şengalê rakir. Ewî Mîrê Êzdîyan: Elî beg hêsîr
girt, paşê darda kir. jî 10 000-î zêdetir keç-bûkên
cîwan bi destê zorê bir û da beg-axayên Mûsil û Erbîlê
yên ereb û musulman. Gilî dikin, ku tenê li gundê Xetarê
500 evdê Êzdî kuştin û kirin gorekê.
Dîplomatê Înglîs: A.H.Layard dnivîse,
ku wî şerî da ji çar êzdiyan sisê hatine kuştin.
Wê demê usa hatibû sitendin, ku gelek
paşa û hukumdaran ji bo talên û zengînbûnê, bi serê
xwe karibûn fermanên qirkirinê li Êzdîya radikin. Layard
bi xwe beşdarî êrîşa Teyar paşayê Mûsilê
li ser Êzdîyên çîyayê Şengalê dibe. Dinivîse: “Deng
dihatine min, ku bi zêr û hebûna Êzdîyan Teyar paşa
pirr zengîn bûbû, ji bo dema qirkirina Êzdîyan hebûna
wan payê pirê digîhîşte paşê, hindik jî leşkeran.”
Dîpomatê Înglîs, nivîsara xwe da, derheqa
bûyarekê da dinivîse, çawa
gundekî Êzdîya yê vala dikeve destê wan. Kal-pîr, zarokên
ku mecala wan tunebûye birevin, xwe mala da veşartibûn,
giska derdixin, tînine nava gund, dikujin, pasê serê wan
jê dikin, singoyê tivinga va dikin, agir berî gund didin
û temamya şevê bi wan seryê jêkirî, di nava wê qetliyamê
da kêf dikin, şa dibin, direqisin. Nivîskar dinivîse,
min fem nedikir, gişk kuştin, kuştin, lê
çima serê wan jê kirin, ew çi şabûn bû? Dibê, ez
jî ji wan ditirsyam û min saw dikşand, ku dikarin
wê yekê bînin serê min jî…
Sala 1891- ê Firîq paşa ( Navê wîyî esil Emer
Wehbî paşa bûye, bi eslê xwe va kurd e, ji bajarê
Silêmanyê) erîşeke pir dijwar dibe li ser ÊzdÎyên
Şengal û Şêxanê. Tawis û nîşanên êzdîtîyê,
yên pîroz bi zorê ji wan distîne, talan dike, Lalişê
Nûranî dike medresa Islamî. Bi şûr dixweze Êzdîyan
biqulibîne. Xelqê deştê teslîm dibin, lê yê çîya
şer dikin.
Gilî digîhîje konsûlên Firans, Înglîz, Rûsa. Di bin hukumê
dîplomasiyê dewleta Osmanîyê ji xwestina xwe paşda
vedikşe û dîsa Lalişê didine Êzdîyan.
Evan çend nimûne ne, çend demên dîrokî,
çend deqên reş li ser dîroka gelê kurd. Demên
we yê xûnrêj li nava dîroka kurda da pirin. Bawarkî sal
tune bûye ku Kurdên êzdî ji aliyê neyarên der û hundur
va neketine devê komkujîyan.
Niha Kurdistana Bakûr da Êzdî bawarkî nemane,
Rojava (Kurdistana Sûriyayê) gundên êzdiyan sêrek bûne.
Eger mecal hebûna ew jî niha vala bûbûn. Ji Başûr
jî heja berbi êwropayê xurdtir dibe…Halê Êzdiyên Rûsiyayê
xirabtir e.
Kes ji cîyê xweş nareve. Kes mala
xwe, gund û warê xwe, goristana kal-bavê xwe bi hewasa
xwe nahêle, nareve.
Îro bi rastî jî civaka bêwelet, bêcî û
sitar, bê pişt û bê xweyî ku cihanê da nikare gave
erd destxe li ser sitar be Êzdî ne.
Seyîdxan Kurij: Li Tirkîyê rêvekirina
Alewîyê û bawarîyan tê gengeşî kirin. Êzdîtî di dema
Osmanîyan û T.C de hat bin pê kirin. Îro, gava behsa rzdîya
nayê kirin, çima?
Eskerê Boyîk: Bersîv
zelale, li Kurdistana Bakûr Kurden êzdî nemane, bi rastî
tek-tûka mane. Vegera Êzdiyan şûnda ez bawar nakim.
Dewa êzdiyan tek ya bawariyê nîne, ya kurdîtêye ye (ziman,
perwerde, pêkanîna eyd, erf-edeta). Ya birayên meye Alawî
cuda ye.
Kurdistana Bakûr da ola deshilatdar xurte.
Bêtemûlî hindava bawaryên din da hukumdar e.
Seyîdxan Kurij: Piştî hilweşandina
Sovyeta berê piranîya Êzidîyên welatên Sovyet û bi taybetî
ji rewşenbirên Êzidî koçber bûn, hatin Ewropa û welatên
din, çima? Di sala 2009 an de li ser serîlêdana Êzidîyan,
Êzidîyê li Rusya wek ol hat nasandin. Di dewletên din
de Êzidîyê hin wek ol nehatîyê nasandin, di wî warî çi
pirsgirêk hene?
Eskerê Boyîk: Hilweşîna
welatê sovêtê ra miletçîtî, olperestî, anarxîya, mafîya
wî welatî da xurt bûn. Garantîya ewlekariya evdan di hemû
alyan va hate hildan. Halê herî xirab civak û miletên
kêmjimar yên wek êzdiyan bû. Her civakên ji welatên xwe
der berbi welat, milet û miletin bi bawariya xwe revîn.
Êzdî, ku komarên Ermenistan û Gurcistanê dijîtin wê navê
man. Çi mafên welatê sovêtê da dest xistibûn, gişt
betal bûn. Nizanbûn çi bikin. Ji bo wê jî kê ça karibû
usa çara serê xwe dît. Partîyayên nijarperest ên ermenî
têza êzdîîzma sexte derxistin meydanê, girûpek Êzdî dijî
kurdîtiyê, hîmlî dijî rewşenbîran dane kêranîn.
Rewşenbîra nikaribûn dijî netewa xwe bikevin nav
wê qilêrê, bêjin: “Em Kurd nInin”. ne jî hêza wan têrê
dikir derkevin dijî partîya deshilatdare nijarperest.
Ji wan ra rêke din nema.
Rûsiyayê da Kurdên êzdî zane ne. Devedevî
150 sale wê dewletê da dijîn. Ziman, qewl-qanûna, derge-dîwana
zanin. Kurdzaniya Rûsiyayê berê-berêda ser asta bilind
e. Gihîştina wî mafî tiştekî ecêvmayînê nînine.
Seyîdxan Kurij: Wekû tê zanin niha parçeyekê
Kurdîstan azad e û li vir ji Êzidî hene. Azdabûna Kurdîstan
di rewşa Êzidîyan de çi guherandin pê anî?
Daxwazên Êzidîyên Kurdîstana Başûr
ji Hikumeta Kurdîstan çi ne? Divê Hikumeta Kurdîstan çi
bike kû Êzidî erdên bav û kalên xwe terk nekin, koçber
nebin?
Eskerê Boyîk: Li
Başûr Kurdên êzdî timê jî şerkariya gelê xwe
ra bûn e. Wana jî ji bo vê azayê bedelê mezin dan. Lê
bextê Êzdiyayan ne anî. Heremên, ku êzdî lê dijîn, payê
pirê ji Herema Kurdistanê der man.
Cihanê da dema bûyarên mezin çê dibin, ji xwera pirsgirêkên
mezin jî tînin. Pirsgirêk jî li ser serê civakên zeyîf
da dişkên. Herema Kurdistana Başûr jî ji xwe
ra gelek pirsgirêk anîn. Neyarên kurdaye der û navxweyî
carekê ra serî hildan. Xêncî astengiyên dîplomasyê yê
dewletan û gelên cînar, olperestî, eşîretî, dijîtiya
ji bo hukumdariyê li nav kurda da jî xurt bûn. Êzdiyatî
destê xêrnexwezên kurdan da bû lîstok. Hêza hukumdaryê
têrê nekir êzdiyan biparêze, heremên êzdiyan hemêzke.
wê civakê ji olperestên der û hundur biparêze. Qetlyemên
pêk hatin, mafê wan rind nehate xweyîkirin. Axaftinên
derheqa Êzdîyan da rêklam ji rastîyê pirtir e.
Seyîdxan Kurij: Êzidî li welatê xwe,
ser erdê xwe pir kêm man, piranîya wan li derveyî welat
dijin. Ji bo nasandina, parastina Êzidîyê, destxistina
maf û azadîyan li welatê û li derveyî welatê divê çi were
kirin? Pirsgirêk çawa dikarin werin çareser kirin? Kîjan
dewletên Ewropa Êzidîyê wek ol dinasin û raste rast mafê
penaberîyê didin Êzidîyan?
Eskerê Boyîk: Rewşa
Êzdiyan welêt da li ber çavane. Derva jî, ji bo berdewankirina
heyîtiya wan cîk ji cîyê din çêtir nî ne. Çavê teva di
nav xweda helandina wan e. Êzdiyatî bawarîke usaye ku
bi ruh, ziman, erf, edet, derbaskirina eyd-erefatan va
axa welêtê xwe û civaka xwe va girêda ye, ji wê axê hate
birîn, civak bela bû heyîtya êzdîtiyê jî dikeve bin pirsê.
Êzdiyatî hewcê rêvabirîke xurt û rêformên
bingehîne.
Seyîdxan Kurij: Daxwezên
Êzdiyan ji dezgeh, rêxistin û partîyayên Kurdan çi ne.
Eskerê Boyîk: Nekevîn
di nav karê Êzdiyan, wan ji bo berjewendiyên partiyên
xwe nedine kêranîn, nakokiyên nava partiyan nevin nekine
nava êzdiyan. Wê civaka bi êl û eşîra tîşbûyî
bi partîya jî tîş nekin.
|