Hevpeyvîn
bi Birêz Mesûd Tek, Sekreterê Giştî yê PSK’ê
Navenda Nûçeyan
Nivîskarê Rojnama Agirî Selîm Zencirî, bo baskirin li
ser paketa AKPê bo reformên Destûrî, helwesta kurdan û
bi giştî rojeva siyasî a Turkiyê, çend pirsyar arasteyî
birêz Mesûd Tek, Sekreterê Giştî yê PSK’ê, ku partiyek
îleqal, xwedî dîrok û bihêz di qada siyasî a Turkiyê de
ye, kirin û raya Partiya wan stand.
Hevpeyvîn: Selîm Zencirî/Rojnama Agirî/Hejmar
135
Piştî wê ku midehek bû paketa hikûmeta AKP’ê bo reformên Destûrî
rojeva siyasî ya Turkiya û Parlementoyê bi xwe ve mijûl
kiribû, aqibet çend rojan berî niha hat pesend kirin û
dê bikewe ber referandomê ku qirare çend mehên din birêve
biçe. Herçend ku li paketê de tiştek bi navê kurd
û pirsa kurd tunebû, lê ji bo pêşveçûna demokrasiyê,
mafê mirov û kurtkirina destê leşkiran di siyasetê
de û şidandina hewsarê wan pir girîng bû. Her
ji ber wê jî bû ku opozîsyon û statokparêzan ewqas dijberî
pêre dikirin. Mixabin take Partiya beşdar li Parlementoya
Turkiyê de (BDP) jî, piştgiriya wê paketê nekir.
Me dixwast raya BDP’ê jî li ser vê helwesta wan bistînin,
lê her car bi hêcetekê paşde xistin û Emê hewlê bidin
ku raya wan jî werbigrin, Bo baskirin li ser wê paketê,
helwesta kurdan û bi giştî rojeva siyasî a Turkiyê,
me çend pirsiyar arasteyî birêz Mesûd Tek, Sekreterê Giştî
yê PSK’ê, ku partiyek îleqal, xwedî dîrok û bihêz di qada
siyasî a Turkiyê de ye, kirin û raya Partiya wan stand
ku deqa wê li jêr de dikewe ber çavên we xwendevanên hêja.
Yasaya Bingehîn a Turkiyê ku bi çavkaniya hemû bêbextî, şer, gorîdan
û kavilkariyan li Turkiyê de tê hesibandin, bi taybet
înkara gelê kurd li wî welatî de dike û herweha bûye asteng
li hemberî pêşketin û geşekirina demokrasiyê
li wî welatî de, niha derfet çêbûye ku AKP, hin guhertinan
têde pêk bîne. Hûn wek Partiya Sosyalîst vê pêşnûmayê
û paketa AKP’ çawa dinirxînin? Bi raya we ew gava AKP’ê
şikandina tabo û zêhniyeta şeklgirtî li ser
bingeha kemalîzmê û înkara gelê kurd nagehîne?
Belê, rast e. Ji damezrandina Komara Tirkiyê heya îro,
Destûr di vî welatî da her tim bûye yek ji çavkaniyên
sîstema Kemalîst, ku li ser înkar kirina hemû reng û dengên
Tirkiyê yên olî û netewî hatiye ava kirinê. Hemû yasayên
ku li pêşiya azadî û demokrasiyê, li pêşiya
guhartin û pêşketinê astengên mezin in, ji Destûrê
çavkanî digrin. Ji bona vê yekê jî, guhartina Destûrê
û çêkirina destûreka nû û serdemî, ku divê pir rengî û
pir dengiya civata Tirkiyê nîşan bide, bûye armanca
serekî ya hêzên pêşverû, demokrat û çep.
Li Tirkiyê hêzên hanê her tim daxwaza guhartina Destûr,
bi taybetî yasaya serdema 12’ê Îlona faşîst kirine,
ji bona vê armancê kar û xebat her berdewan bûye û dê
berdewam be. Xebat ji bona guhartina Destûrê carna sar
bûye carna jî gelek germ. Bi taybetî di proseya Yekîtiya
Ewropa (YE)’ê da, pirsa destûr û guhartina destûrê hertim
di rojevê da bû. YE ji bona endametiya Tirkiyê di vê yekîtiyê
da daxwaz kiriye û dike, ku divêt destûr bê guhertinê
hinek xalên desturê bi gor binemayên YE ji nû ve bêne
nivîsîn û hwd.. û gelek rêxistin û saziyên pîşeyî
û demokratîk û sendîkayan, projeyê destûreka nû amade
û pêşkêşî bîr û rayê kirine û gelek gengeşî
li ser projeyên hanê hatine kirinê.
Bi kurtî proseya guhartina Destûrê bi AKP û paketa wê
va dest pênêkiriye. Lê belê projeya AKP proseya guhartina
destûrê germ û gurtir kiriye, Ji ber ku eva cara yekê
ye, hikûmetek derbareyê guhartina destûrê, projeyeka berfireh
pêşkeşê Meclîsa Tirkiyê bike û projeya hanê
jî ketiye ber behs û lêkolînê.
Daxwaza me wek Partiya Sosyalist a Kurdistan destûreka
nû û serdemî ye ku li gor bingehên navnetewî û YE’ê hatiye
amade kirinê. Bi gor bîr û hizrên me, destûreka bi vî
rengî dibîte alîkarekê gelek bihêz ji bona çareser kirina
pirs û pirsgirêkên Tirkiyê yên siyasî û civakî û çandî.
Armanca Projeya guhertina Destûrê ji aliyê AKP ve, destûreka
nû nîne, guhartina qismî ye. Lê, me wek PSK, bi destnîşankirina
kêmasiyên projeyê û pêşkêşkirina bîr û baweriyên
xwe derbareyê destûra nû û serdemî, piştgiriya projeya
AKP kir. Ji ber ku em baş dizanin ji ber gelek sedemên
siyasî û civakî, AKP vê gavê nikare destûreka nû amade
bike, eger bixwaze jî.. Her wusa guhertina Destûrê bi
gor projeya AKP, ji destûra heyî baştir e û rê li
ber demokrasî û guhertinê xweş dike. Ji ber wan û
wekî wan sedeman, em piştgiriya Projeya guhartina
Destûra AKP’ê dikin.
Hûn dizanin ku guhertin bi yekcar çê nabin û ya vê carê jî pêdviyên
gel nabersivîne. Lê li gorî paketê, guherîna wan madeyan
ji bo demokrasiyê, mafê mirov, şidandina hewsarê
jeneralan û rakirina bandora wan li ser siyasetê û hesab
xwastin ji wan pir girîng bû. Ma nediviya kurdan jî li
vê derheqê de destek bidana Ak partiyê? Yan ger ne wusa
ye, gelo AK Partî çi dişopîne?
Bele, rast e. Di zirûfa siyasî û civakiya Turkiyê ya îro da, hemû
cure guhartin carekê da çênabin. Eger Şerê Cihaniya
Sisê dest pêneke, an jî di navçeya Rojhilata Navîn da
şerê herêmî neqewime, li Tirkiyê guhartina siyasî
û civakî wê qonax bi qonax biçîte pêş. Siroştî
ye, ku di zirûfa îro de guhertina destûrê jî her bi vî
rengî be.
Di projeya guhartina destûrê de hinek xalên gelek girîng
hene. Rast e, pêywendiya rasterast di nava xalên hanê
û pirsa Kurd de nîne. Lê bêlê xalên han rê li ber demokratîzekirina
Tirkiyê xweş dikin, ku di demokrasî û kêşeya
Kurd de peywendiyeka gelek kûr û bi hêz hene, ku nayête
qetandinê. Bo nimûne, Projeya guhertina Destûrê, desthilatdariya
erteş û dezgeyên qezayî yên bilind kêm dike, ku ev
herdu dezgeh îro astengên gelek mezin in li pêşiya
demokrasî û çareserkirina pirsa Kurd. Tiştek siroştî
ye, ku her guhertinek di herdu dezgehan de û kêm kirina
desthilatdariya wan bi qezanca hêzên demokrat, pêşverû,
guhartinxwaz, azadî û aştîxwaz e; rê li ber damezrandina
sîstemeka demokratîk vedibe. Ji bona vê yekê, ne tenê
Kurd, divê hemû hêz û gurupên demokrat û aştîxwaz
piştgiriya guhertina hanê û AKP bikin. Di zirûfa
îro da naverok, bername û armanca AKP di guhertina destûrê
de çi ye, ne ewqas girîng e. Girîng ev e, kar û kiryarên
ku AKP dikin, gavên ku AKP davêje, baş in an na?
Opozîsyona serdemî ne ev e, ku hikûmet û partiya desthilatdar
çi bêje û bike, em dij derkevin. Piştgirî li kar
û kiryar û gavên baş yên hikûmetê, yek ji binemayên
muxalefeta serdemî ye.
BDP’ê çima deng bi paketê neda. Ma ew desteknedana bi paketê, wateya
ketine hêla CHP û MHP’ê bi awayek otomatîk nagehîne?
Helwesta Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) di destpêka
proseya guhertina destûrê da baş û guncaw bû. BDP’ê
digot, “emê muxalefeta sazgar bikin”. Piştgiriya
guhertina Destûrê dikirin û bona vê armancê paketek amade
kiribûn, ku têde gelek daxwazên rewa û xalên girîng hebûn.
Lê belê, ligel pêşveçûna proseya guhertina destûrê
va, BDP jî helwesta xwe hêdî hêdî guhert û di “bereyê
na” da, ku ji CHP, MHP û hêzên din yên Kemalîst û statûkparêz
pêkhatiye, cî girt.
Bi gor bîr û baweriya min du xalên serekî bûne sedema hindê ku
BDP helwesta xwe biguhere. Yek ji wan guhnedana AKP bona
pêşniyarên BDP bû. AKP bona wê ku nasyonalîstên Tirk
û balê nijadperest û şovenê navxweyiya xwe aciz neke,
ne ligel BDP hevkarî kir û ne jî guhê xwe da pêşniyarên
BDP û pêre giftûgo nekir.
Sedema din jî İmralî, Anko Ocalan bû. Ocalan bi rêka
parêzerên xwe ferman da û got, ku ”ferq û cudayî di nava
AKP û CHP û MHP’ê nîne, AKP ji wan xeternaktir û xiraptir
e. Kî çi dibêjin bila bêjin, nabe BDP piştgiriya
projeya guhertina destûrê bike” û hwd..
Ligel vê yêkê, him Ocalan him jî PKK digotin, ku “dewlet, (anko
erteş, dezgehên qezayî yên bilind, dezgehên muxaberat,
karmendên payebilind û Kemalîst) amade ne kêşeya
Kurd çareser bikin, lê belê hikûmeta AKP nahêle, asteng
e li ber rêka çareseriyê, Ji bona vê yekê jî bi çi qîmetek
be, divê hikûmeta AKP bê rûxandinê û hwd..”
Diyar e bîr û boçûna hanê ne rast e, berevajî rastiye siyasiya
Tirkiyê û Kurdistana Bakûr e. Rastiyên siyasî nîşana
hendê ne, ku ertêş, dezgeyên dadwerî û karmendên
payebilind her tim asteng bûne li pêşiya demokrasî
û guhertinê. Ne tenê AKP, her hikûmetek ku xwastiye bona
çareserkirina pirsa Kurdî gavên piçuk bavêjê, li gel astengên
erteş û dezgehên hanê rû bi rû bûne.
Li ser madeya 8 ku girtina Partiyên siyasî zehmet dike, BDP’ê jî deng
jêre neda û gelek kes jî, wan tawanbar dikin ku nerasyonel
tevgeriyan û dibêjin ew ne bi îradeya xwe ne û bera wan
li Birêz Ocalan û Qendîlê ye. Li halek din de jî ger parlemanterên
AK partiyê, hemûyan deng bidana, dikarîn wê madeyê jî
ser bixin. Gelo bi raya we eva bi xwe pilana Ak partiyê
nebû ku kurdan pê tawanbar bike?
Belê, rast e BDP bi xwe jî goriyê vê madeyê ye û bi dengnedana
bi vê xalê, piştgiriya neheqiya derheq xwe û partiyên
dinê û herwiha piştgiriya mana siya daxistina partiyan
kir.
Lewma wekî her caran, vê carê jî BDP bi helwesta xwe ya hanê nîşan
da, ku îrada wê bi temamî di destê wê da nîne, bi gotina
Ocalan tevdigere. Ku bi rastî ev yêka ciyê mixabinî ye.
Xweziya BDP’ê pitir guhê xwe bidaya hêz û gurûp û kêsên
demokrat û welatparêz yên navxweyî û derweyî welat û piştgiriya
guhertina destûrê bikiriba. Eger hemû nûnerên AKP deng
bidana xala 8 ya Projeya guhertina Destûrê, wê bihata
qebûlkirinê. Ne tenê CHP, MHP û BDP, hinek nûnerên AKP
jî deng nedan xala 8’ê. Ku bi gor bîr û hizra min, nûnerên
hanê beşek bûn ji baskê nasyonalîst û nijadperestê
nav AKP de. Eger xala 8 bihata qebûl kirinê, daxistina
partiyan gelek dijwar dibû. Ku ev yeka jî bi piranî li
xizmeta Kurdan de dibû. Nûnerên AKP ku deng nedane xala
8’ê, naxwazin partiyên Kurd hebin, û qanûn hebûna wan
desteber bike. Lê belê qanûnên, ku dibine sedama daxistina
partiyên Kurdan, her wusa dibine sedema daxistina partiya
wek AKP û oliyên dinê. Bi gotineka dinê, nûnerên han yên
AKP, bi agirê BDP, partiya xwe jî şewitandin.
Ez bawer nakim ev yeka plana AKP’ê be. Ji ber ku ne tenê AKP,
tu partî karê usa nake, ku hebûna xwe bêxe bin xeterê
û metirsiyan li ser xwe zêde bike.
Niha kar gihaye ser refrandoma bo Destûrê Gelo helwesta we dê li referandomê
de çawa be? Destek yan dijberî? Çima?
Eger zirûfa siyasiya îro berdewam be, helwesta me di referandumê
de dê bi erênî be. Emê dengê xwe bidine guhertinê û ji
gelê xwe jî bixwazin deng bidine guhertinê. Lê divê ji
bîra me neçe, ku ji bona referandumê hêşta 4 meh
heye. Ev der Rojhilata Navîn e û 4 meh jî heyemeka ne
kurt e. Di herêmê de istiqrara siyasî nine û zirûf zû
diguhere, bûyerên nepenî zû bi zû diqewimin.
Niha rojeva siyasî ya Turkiyê û pilanên ku li dijî kurdan hene, hûn
çawa analîz û li çi warekê de dibînin? Herweha li hember
de jî erekê Partiyên kurd û bi taybet take partiya beşdar
di Parlementoyê de li hemberî vê rewşê çiye û divêt
çawan tevbigerin?
Bi gor bîr û baweriya min, rewşa siyasî ya Tirkiyê aloz e,
lê belê aloziya hanê nîşana xêrê ye. Ji ber ku li
Tirkiyê proseya guhertina kûr dest pêkiriye. Ku proseya
hanê bi tenê girêday' AKP nîne. AKP carna pêşengiya
proseyê dike, carna di nav da cî digre, carna jî dijî
proseyê disekine, karên usa dike, ku dibîte astengeka
mezin li pêşiya guhertinê de.
Bi gor bîr û hizra min proseya guhertinê wê her berdewam
be. Ji ber ku zirûfên siyasî û civakiya navxweyî û proseyên
guhertina deverê û navnetewî vê yêkê dixwazin. Tirkiyê
mecbûr e xwe biguherîne, eger na dê biguherînin.
Li Tirkiyê ne tenê îro, her tim dijî Kurdan û xebeta azadîxwaziya
Kurdan plan hebû, heye. Rêka pûçkirina planên hanê îro
jî hevkariya hêzên Kurdan e, kar û xebata rêxistinî ye,
pêgirbûn e, danana plan û projeyên serdemî û rastbîn e.
Bê guman pûç kirina planên dijî Kurdan, erkê hemû partî
û gurûpên welatparêz ên Kurdan e. Guman têde nine, erkekê
gelek giran heye li ser milê BDP, ji ber ku di Meclîsa
Tirkiyê de cî digre. Lê belê divê ji bîra me neçe, ku
pûç kirina planên hanê û serxistina xebata rizgariya Kurdistana
Bakûr, barekî gelek giran e û partiyek nikare bi tenê
vî barî hilde milê xwe. Ji bona vê yekê jî hevkariya hemû
partiyan, bi taybetî hevkariya BDP û partiyên din yên
legal gelek girîng e.
Hûn li gorî vê rewşa heyî, pêşerojê çawan dibînin?
Bê guman ez wekî kesekî ku bi siyasetê ve mijûl im, derbareya paşerojê
geşbîn im. Ez piştrast im gelê Kurd jî wekî
hemû gelên bindest wê bigîje azadiya xwe, di Kurdistaneka
azad de bi bextewerî bijî.
Di heqê guhertina
destûrê jî geşbîn im. Bi gor bîr û hizra min, guhertina
destûrê proseyeka dûr û dirêj e. Proseya ku dest pêkiriye,
wê berdewam be. Belê rast e gelek astengên navxweyî û
derweyî li ber proseyê hene AKP, ku îro pêşengiya
proseya guhertina destûrê dike, di gelek warên siyasî
û civakî de dudil e, pêgir nîne. Rast e proseya guhertina
destûrî wê carna germ be carna jî sar. Lê belê wê her
berdewam be. Ji ber ku destûra heyî wekî kiraseka teng
e di bedena civata Tirkiyê da kurd û pîne kirin jî çare
nîne. Çare kiraseke nû ye û bona vê yekê jî proseya guhartina
destûrê wê berdewam be.
|