psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster

IKV-KOMKAR Li  Wuppertalê Şahîya Newrozê pîroz kir

Dema Nû-Wuppertal

IKV-KOMKAR îsal jî li Wuppertalê da cêjna netewî ya Kurd Newroz, bi serbilindî û serfirazî pîrozkir. Gelek Kurdên Başûr, Bakûr û Rojava yên ku li der û dorên Wuppertalê rûdiniştin beşdarê vê şahîyê bûn.

Bernameya şahîya Newrozê ji alîya  modarator Esma hate vekirin. Bernama  bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê û bi xwendina sirûda Ey Reqîp despê kir.

Paşê li ser navê IKV-KOMKARê nivîskar Yılmaz Çamlibel axaftinek kir. Çamlibel li ser dîroka Newrozê agahdarîyek kurt da guhdaran û axaftina xwe da usa got:

„21 ê adarê di dîroka Kurdistanê da rojek bi rûmet e, rojek pîroz e. Ji bo me Kurdan sê vasfên 21 ê Adarê henin.

Yek, 21 ê Adarê sersala Kurda ne.

Dudo, 21 ê Adarê destpêka buharê ye.

Sisê, 21 ê adarê cejna netewî ye.

Kal û bavên me hetanî wan salên dawîyê,  21 ê Adarê wek cejna bereketê, wek cêjna buharê pîroz kirine. Ehmedê Xanî di Mem û Zînê da, qala Newrozê dike. Dibêje, jin û mêr,  mîr û xulam, alim û cerdvan, civan û kal her kes kincên rind li xwe dikirin. Keçikan çavên xwe kildidan. Her kes ji malan derdiketin derva, diçûn seyranê. Yanê 400 sal berê, 21 ê Adarê wek cêjna buharê dihat pîrozkirin.

Ev 200 salin ku milletê Kurd ji bo azadîya Kurdistanê berxwe dide, serî hildide, şer dike. Di nav vê tekoşîna dijwar da, sîyaset û Newroz ketine nav hev.”

Çamlibel axaftina xwe wuha domand got: Ji bo serketinê hewcedarîya me, yekîtîyek milli ye. Ez di huzûra wa da bangê tev Kurdên welatparêz dikim. Dibêjim dest bidin destên hev. Mil bikutîn milên hev. Bi hev ra rabin ser pîyan. Û bi hev ra biqarin yan Kurdistan yan neman.”

Paşê li ser navê PDK, berpirsîyar birez Husam Xeskonî û li ser navê Nunerê Partiya Yekitiya Kurd li Rojavayi Kurdistan birez Ahmed Mustefa li ser mena û navaroka Newrozê axaftin.

Şevê bi kilamênên  Sedat , kurde Suriye ji Qami şlo Menhal û Yilmazê Seydo berdewam kir. Li derva li dora agirê Newrozê mevanan govend girt.

Koma folklorê ya KOMJİN û KOMCIWAN, govendêk xweş pêşkêşî mevanan kir. 

Hunermend û palyaçoyên Elman ji bo zarokên ku beşdarê Newrozê bûbûn, şano lîstin. Him mezin û him jî zarok şevek xweş û bextewar derbaskirin.

   
   
   
   
   
   
   
   
   
   
   
   
   
   
 
Dengê Kurdistan © 2010