|
Koçberiya
dawî ya Lazarev ji bo gelê kurd windayiyek mezin e
Prof. Mixaîl Semenovîç Lazarev, yek ji zanyarên kurdnas
ê herî bi nav û deng ku ji 50 salî zêdetir e derbarê kurdan,
dîroka kurdan û pirsgirêka kurd de xebat kiriye, di 7ê
Adara 2010an de li Moskovayê çûye ser dilovaniya xwe.
Lazarev, yek ji rojhilatzanê herî bi nav û deng ê Rûsyayê
bû. Wî li Zanîngeha Moskovayê, di beşa Rojhilatzaniyê
de serokatiya Kurdolojiyê kiribû.
Prof. Lazarev li gel hin xebatên xwe yên din, derbarê
dîroka kurdan de jî xebatên bê hempa kir; sê pirtûk û
bi dehan gotar û nivîsên zanyarî yên li ser dîroka kurdan
nivîsî.
Ew, ne bi tenê zanyarekî bû ku li ser dîroka kurdan
lêkolîn dikir, ew her wisa dostekî kurdan bû û ji bo çareseriya
kêşeya kurd xwedî pêşniyar bû. Lazarev ji bo
çareserkirina pirsgirêka kurd gelek gotar nivîsî. Di lêkolînên
xwe de rewşa aborî, siyasî û civakî ya li Kurdistanê
û têkoşîna kurdan a li hemberî kolonyalîstan analîz
kir. Lazarev, bi awayekî dostanî nêzî vê têkoşînê
bû. Wî dixwest Rûsya polîtîkayekî ku dê piştgiriya
çareseriya pirsa kurd bike, biafirîne. Li gor wî, gere
Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî piştgiriya
kurdan bikirina.
Ev kalemêrê dostê kurda xatir ji me xwest. Lê xatirxwestina
wî, em xemgîn kirin. Em wek Komeleyên Çira, koçberiya
dawî ya kurdzanê mezin Lazarev ji bo gelê xwe windayiyeke
mezin dihesibînin û didin zanîn ku dê gelê kurd hertim
dostên xwe, di dilê xwe de veşêre.
Em ji malbat û dostên Kurdologê navdar Lazarev re sersaxî
dixwazin.
Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê
Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Agiriyê
Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Îstenbolê
|