|
Kampa
Zivistanê ya KOMCIWANê bi serkeftî pêk hat
„Xweştirîn Kamp ya Salên Borî“
- Li Cuxhavenê nêzikî 100 ciwan gengeşî kirin,
fêr bûn û kêf kirin -
Kampa Zivistanê ya KOMCIWANê, ku di meha Çileyê Pêşîn
da, li Cuxhavenê hat li dar xistin, ji Elmanya, Swîsre
û Nemsê (Avusturya) bi beşdariya nêzikî 100 ciwanan
pêk hat. Gengeşî bi coş bû, kar û xebatên atolyeyan
bi ber… Ciwan kêfxweş bûn. Lê belê dema ku Adir (ji
Berlînê) li ser dawiya Komara Kurd a Mehabadê agahdarî
da, xemgînî û bêdengiyek peyda bû.
Kamp,
bi civîna agahdariyê despê kir. Li Cuxhavenê, di despêkê
da diviya herkes herkesî nas bikira. Û ev rewş di
berdewamiya kampê da her wusa ma. Her sibeh û êvaran Kurdên
ciwan sohbetên germ kirin. Her gav ji hev ra rêz û hurmet
nişan dan. Di bernamê da pir cure derfet hatibûn
pêşkêş kirin. Di 5 atolyan da (Rojnamegerî,
Kurmancî, Govend, Fîlm û Agahdariyên Giştî) ciwan
fêrî pir tiştan bûn. Hin ji encamên kar û xebatên
atolyan ji beşdaran ra hatin pêşkêş kirin,
lê ji bo hin xebatan ev yek ne mumkin bû.
Kevneendamê
KOMCIWANê, endamê Birêvebiriya Giştî ya KOMKAR-EU
Tarkan Koç, ji bo ku seminera xwe ya bi navê „Kurdên Ewrupayê“
pêşkêş bike, ji Bremenê hat. Semînera ku nêzikî
3 saetan ajot, ji aliyê ciwanan bi baldarî hat guhdarî
kirin. Tarkan, li ser karkerên mêvan (Gastarbeiter), penaber
û nivşên ku li vir hatin dinyayê, agahdarî da. Di
dawiya semînerê da ji ciwanan xwest, ku serpehatiya malbatên
xwe vebêjin. Ciwan vê daxwazê bi dilxweşî û serketî
bicîh anîn.
Sekreterê
Giştî yê PSK Mesud Tek jî beşdarî kampê bû û
li ser „Relibervekirina Kurd“ agahdarî da. Tek, ji ber
ku pirsa Kurd bi serbestî tê niqaş kirin û li Tirkiyê
Kurd wek gel tên pejirandin, bi giştî rêlibervekirina
Kurd bi erênî nirxand û sedemên vê pêngava weha şirove
kir: Sedemek pêvajoya endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrupa,
ya din jî dewlemendiya nefta erdê û xeta boriyên neftê
ye, ku ji bo wan aramî û aşîtiya herêmê pêwîst e.
Tek, da zanîn ku sedemên aborî yên bingehîn in ji bo berdewamiya
pêvajoyê.
Pey
gotara Tek, ji KOMKAR-EU´yê Tarkan Koç û Taner Uçar, li
ser dîroka KOMKARê agahdarî dan. Herdu jî kar û xebatên
KOMCIWANê bi erênî nirxandin û eşkere kirin, ku wê
pişgirî bidin peşniyar û pêngavên KOMCIWANê.
Ji Berlînê Medya Koflî (22) dîtinên xwe weha anî zman:
„Bi taybetî gotara Tarkan Koç bi dilê min bû. Ji ber ku
têkiliya wî ya bi me ra pir xwîngerm bû.”
KOMCIWAN
di sermaya zivistanê da li ser mijarên germ jî gengeşî
li dar xistin. Di atolyeya „Agahdariyên Giştî“ da
beşdar, „kuştinên bi navê toreyê“ û „homoseksualîte“
jî tê da, li ser babetên curbecur sohbet kirin. Di bernama
êvarê da, li ser van babetan komên „li gel“ û „li dij“
pêk hatin û gengeşî hatin li dar xistin. Koma ku
li gel „kuştinên bi navê toreyê“ bû, dîtinên xwe
bi lîstikên piçûk yên teatral pêşkêş kirin.
Di gengeşiyan da koma muhafazakar-îslamîst û ya lîberal
nêrînên xwe eşkere kirin. Mixabin keç û jinên Kurd
hîn jî dibin qurbaniyên vê kevneşopiya kevneperest.
Mijara
gengeşiya êvara Çarşemê, „Kurd li ser homoseksualîtê,
bi taybetî jî li ser jin û mêrên homoseksuel yên endamê
malbatê çi difikirin“ bû. Dîtinên Hetaw û Adir, ku beriya
100 salan di rojhilatê da homoseksualî hebû û ji aliyê
civatê jî ne ecêb dihat dîtin, ji bo hin beşdaran
surprîz bû. Îro di civata Kurd û hin civatên rohilatê
da, bi taybetî jî mêrên homoseksual bi reaksiyonên nehînî
rûbirû dibin, caran rastî êrîşan dibin û ji aliyê
malbatê va tên red kirin. Civîn bi gengeşiyên zindî
yên komên „li gel“ û „li dij“ hat li dar xistin.
Roja
Çarşemê, bêdengiyek ketibû salonê. Ji ber ku Adir
(ji Berlînê), li ser Komara Mehabad a Kurd (îro Îran)
semînerek pêşkêş dikir. Di wê demê da Qazî Mihemed,
bi pişgiriya Sovyetê li Kurdistanê dewleteke Kurd
saz kir. Bi hezaran welatparêz koçî Mehabadê kirin û bingeha
vê dewletê danîn. Di zmanê Kurdî ya nivîskî da ronesansek
despê kir, tovê neteweperweriya Kurdî hat avêtin. Mixabin
Komara Mehabad ya Kurd ji sedema jarbûna Îrane dijîya,
ku wê demê ji bakûr ji aliyê Arteşa Sor (YKSS), ji
başûr jî ji aliyê Îngilistanê va hatibû dagir kirin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duwemîn (1945), Sovyet
bi dewletên Rojawayî û Îranê ra bazarî kir û hevalbendên
xwe yên Kurd tenê hîşt.
Pey
ra daxwaz ji beşdaran hat kirin, ku ji çavê şahidekî
(bi çavê zarokek, jinek an jî mêrek) pêvajoya wê demê
vebêjin. Bêdengiyek kete nava kampê. Ji ber ku herkes
êşa Mehabadê di giyan û bedena xwe da hîs dikir.
Ji Hamburgê Hêvî (16) hestên xwe weha anî zman: „Ji ber
ku bûyer yek bi yek li ber çavên min derbas bûn, ez pir
hestiyar bûm.“ Xewn û xeyala Kurdistaneke serbixwe pirî
caran bû trajedîyek. Lê belê êvarê bedengî bilez belav
bû, firî çû: Beşdar nîqaş kirin, leyîstin, stran
gotin, govend gerandin û di berdewamiya şevê da ken
û coşa wan kêm nebû. Û piraniya wan nekarîn sibetirê
di saet heştan da taştê bixwin.
Piraniya
beşdaran, vê kampê wek „kampa herî xweş, herî
perwerdekar û herî bi coş“ ya van salên dawîn bi
nav kirin. „Ji bo min ev, xweştirîn kamp ya salên
dawîn bû… birêvebiriyê pîroz dikim“ got Dilan Dişçi
(19) ji Berlînê. Ji Bremenê Cîhan Koç (20) jî nêrînên
xwe weha anî zman: „Hêvî û daxwazên min hatin cîh… ji
her Kurdê ciwan ra pêşniyar dikim, ku beşdarî
kampan bibe.“ Hîn ciwan cara yekemîn bû ku beşdarî
kampê bûbûn. Bi coş bûn û dixwestin careke din beşdarî
kampê bibin. Hin rexne jî hebûn: Ji bo hinan salonên semîneran
sar bûn, hin bernnamê pir tijî nirxandin. Keçeke ciwan
dixwest li derva kebap çêke. Ev daxwaz ma ji bo kampa
havînê.
Her
çiqas di 31 Çileyê Peşîn da hin ji wan ber bi malên
xwe bi re ketin jî, ji nîviyan zêdetir beşdar serê
salê bi KOMCIWAN va pîroz kirin.
Ji Atolya Rojnamegeriyê ya di bin birêvebiriya Andre
Berthy
Werger ji Elmanî: Sedat Karakaş
|