| Li parlamentoya
Danîmarqa konferansa Birêz Burkay hat li darxistin
Şeva din (09.11.2008) bi amadekarîya Komela Karkerên
Kurdistan, KOMKAR-DK, li parlamentoya Danîmarqa konferansek
ji alîyê sekretêrê giştî ê berê ê Partîya Sosyalîst
a Kurdistan (PSK) Birêz Kemal Burkay va hat li darxistin.
Konferansê ji seat 14.00 heta 17.00’an berdewam kir.
Wek ku tê zanîn ev demek e, ku sîyasetmedar û nivîskar
Birêz Yilmaz Çamlibel û Birêz Kemal Burkay, sekretêrê
giştî ê berê ê Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)
li hin welatên Ewropa konferansên li ser mijara Ergenekonê
û bûyerên dawîyê li Kurdistanê û li Tirkîyê li dar dixistin.
Di xeleka van konferansan da di roja 09.11.2008’an da
jî Birêz Kemal Burkay bi amadekarîya Komela Karkerên Kurdistan,
KOMKAR-DK, li parlamentoya Danîmarqa konferansek li dar
xist.
Konferans ji alîyê keça kurd Özlem Sara Çekiç va,
ku endama parlamento a Partîya Sosyalîst a Gel, SF’ê ye,
hat vekirin û konferans jî ji destpêkê heta bi dawîyê
ji alîyê wê va hat bi rêve birin . Piştra jî Serokê
KOMKAR-DK Birêz Serhad Amedî bi xêr hatina mêvanan kir
û bi kurtayî qala lidarxistana konferansê ji wan ra kir.
Herweha jî li ser navê KOMKAR’ê gelek spasîyên xwe ji
bo maldarîya Özlemê pêşkêş kir.
Piştî bi xêrhatina mêvanan, Birêz Burkay jî dest
bi axaftina xwe kir û dûr û dirêj li ser vê rêxistina
bi dizî a di nav Dewleta Tirkîyê da, ku wek Ergenekon
tê nas kirin, sekinî. Birêz Burkay da eşkere kirin,
ku di dema şerê sar da li hemi welatên endamên NATO
ev şêweyên rêxistinan ji alîyê CIA’va hatibûn li
darxistin. Armanc jî ew bû ku li van welatên endam ev
rêxistin li dijî hêzên sosyalist, aşîtîxwaz, demokrat
û pêşverû bên bikaranîn. Di wê demê da li Panama
di dibîstanên taybetî da rêveberên van rêxistinan dihatin
perwerde kirin û li hemû welatên NATO’yê da vane gelek
rêxistinên cûde damezirandin, baskên xwe dirêjî nav hêzên
sîyasî, emnî, leşkerî, çapemenî û hêzên sivîl kirin,
him di nav rêxistinên çep û him jî di nav ên rast û nijadperest
da, û xwe di nav wan da bi cih kirin. Ev rêxistin, ku
li Îtalîye bi navê Gladyo dihate naskirin, zêde xwe li
wir bi rêxistin kiribû û di gelek cihan da bi cih bûbû.
Li Tirkîyê bi xwe jî ev rêxistin hê di salên 1950’î da
hatibû damezirandin û li welêt gelek çalakîyên provokatîf
û gemar bikaranîn, ew dikirin stûyê hêzên çep ên aşîtîxwaz
û bi van karên xwe ên kirêt nefreta gel li himberî demokrat
û aşîtîxwazan zêde dikirin. Ji bo bikaranîna provokasîyonan
li gelek cihan embarên (depoyên) wan ên çekan hebûn û
ev çek di demên pêwîst da ji bo pêkanîna armancên xwe
bikaranîn. Bi van çalakî û tevlîhevîyên xwe di nav civakê
da parçebûn peyda dikirin, wek mesela elewî û sûnîyan
li Mereşê û gelek cihên din û hwd. û ji bo ku bandore
xwe li ser sîyasetê berdewam bikin li gora demê rêyên
ji bo pêkanîna derbeyên eskerî vedikirin û bi vê yekê
çend caran jî derbe hatin pêkanîn.
Birêz Burkay di berdewamîya axaftina xwe da bala mêvanan
kişand ser wê yekê, ku yek ji wan kesên ku di dibîstana
Panama da perwerdeya taybetî dîtibû jî Alparslan Turkeş
bi xwe bû. Bi rêya Turkeş partîyên nijadperest û
rêxistinên ciwanên nijadperest hatin damezirandin ku di
êrîşên çekdarî da li himberî demokrat, aşîtîxwaz
û kurdan dihatin bikaranîn.
Birêz Burkay destnîşan kir, ku piştî bidawîanîna
şerê sar, ev rêxistinên bi dizî li hemû welatên NATO’yê
hatin deşîfre kirin û tesfîye kirin. Wek nîmûne jî
zêde li ser Gladyoye Îtalîye sekinî û da xweya kirin bê
cawa li gel gelek astengî û tûjîyan jî hakim û dozgerên
dewletê bi mêrxasî bi ser vê meselê da çûn û di dawîyê
da dawî li karê wan anîn.
Lê li eksê hemû van dewletên endamên din ên NATO’ yê,
Birêz Burkay got, ku vê rêxistina Ergenekonê li Tirkîye
piştî salên 1990’î her ku diçû hêjî bi hêztir dikirin.
Piştî salên 1990’î li Kurdistanê gelek bûyerên qirêj
hatin kirin û gelek însan di bin navê ”faîlên ne dîyar”
da hatin kuştin. Li hêla din jî vê rêxistinê gelek
bûyerên xerab li Kurdistanê kirin û ji PKK’ê ra kirin
mal. Birêz Burkay wiha berdewam kir:
”Di pêvajoya vî şerî da PKK’ê bi xwe jî car carna
hin bûyer dikirin ku gelek tiştên xelet bûn, herçiqas
ku dibê ku ne bi zanebûn hatibin kirin jî. Wek nîmûne
yek ji wan jî êrîşa PKK’ê a li ser gûndekî cerdevanan
li herêma Şirnexê bû. Li vir nêzîkî 30 jin û zarok
hatin kuştin. PKK jî li vê êrîşê xwedî derket.
Me bi xwe bahwer nekir, ku PKK tiştekî wilo kiribê.
Me go xweya ye ev ne karê PKK’ê ye, erê raste şerekî
gêrîla ê çekdarî dimeşînin, lê ne ku herin jin û
zarokan bikujin. Lê çi bû? PKK derket û li vê êrîşê
xwedî derket. Gotin ew kesên hatine kuştin malbatên
cerdevane ne û xayînin û ew jî dikarin bimrin. Lê wek
hun jî zanin ev bûyerên bi vî rengî di tekoşîna azadîya
miletekî da ne tiştên xweşin ku bên kirinê.
Bûyerên bi vî rengî zerarê didê doza milet. Di tekoşîna
azadîya miletan da divê zerar negihê xelkê sivîl, ev tişt
wilo ye. Lê PKK’ê ev kir û ev jî cihê
nîqaşê ye, ka çima kirin. Piştra nûnerê wan
ê li Ewropa Huseyin Yildirim li Yunanîstanê derket pêşberî
çapemenîyê û li vê êrîşê xwedî derket û got ”me kirîye.
Ew ne kurd bûn, ew tirk bûn”. Yanî tê bê qey ku tirk bûne
wê ev êrîşa wan meşrû bihata dîtin û wê ji vî
gûnehê xwe bihatina xelas kirin. Lê ya rast ew ne tirk
bûn, herkes zanê ku ew gûndekî kurda ye li herêma Şirnexê”.
Birêz Burkay got ku ji ber van xeletîyan kontr-gerîla
û hêzên dewletê ên taybet, ku li Kurdistanê di nav şer
da bûn, firset ji xwe ra dîtin û di nav salan da di bin
qilifê PKK’ê da, ango bûyer dikirin û dikirin sûkra PKK’ê,
gelek bûyerên kirêt anîn serê gelê kurd. Wek nîmûne jî
kuştina 11 kesên di mînîbusekê da ji alîyê dewletê
va da û got: ”Wextê ku ti bi xwe van xeletîyan bikê,
wê ê li himberî te jî van bikê û li ser te bikê mal, û
wilo jî çêbû”.
Di beşa axaftina xwe da Birêz Burkay zêde li ser
pirsa Ergenekonê sekinî û zêde bahsa bûyerên rojane nekir,
ji ber ku got ev bûyerên rojane kêm zêde ji alîyê her
kesî va tên zanîn, lê dîsan jî bala mêvanan kişand
ser wê yekê ku qerargeha rêxistina Ergenekonê dîrekt bi
Serokerkanîya Tirkîyê va girêdaye û ev pêvajoya ku xwedêgiravî
ji bo deşîfrekirin û tasfîyekirine Ergenekonê hatîye
destpêkirinê nîşaneke pozîtîfe, lê ev nayê wê mahnê
ku Ergenekon bi temamî ji holê tê rakirinê. Got ji ber
ku zêde bi ser AKP’ê da çûn wan jî rabû bi alîkarîya hevalên
xwe ên di nav dewletê da dest bi vê yekê kirin.
Di beşê pirsan da gelik pirs hatin kirin û Birêz
Burkay jî bi dilkî fereh gûhdarîya wan kir û ew bersivandin.
Li ser çend pirsên mêvanan ên di derbarê pêwendîyên PKK’ê
û Dewletê da, Birêz Burkay got ku gelik pêwendî di navbera
wan da hene û got ku piştî APO hat girtin ew hêdî
bi temamî ket bin xizmeta dewletê û ji ber şerê ku
hatî meşandin poşmanîya xwe anî ziman, biryara
rawestandina şer stand û li ser daxwaza dewletê ji
xeynî 500 gerîlayan hemû gerîlayên xwe şandin li
Başûrê Kurdistanê bi cih kirin. Çend caran navê partîya
xwe gûherand û ji daxwazên xwe ên sîyasî hat xwar û dest
bi sîyaseta Demokratîk Cumhurîyetê kir û got ku ti mahna
vî şerî êdî nemaye, ev şer ne di berjewendîya
gelê kurd da ye, ji ber ku dewlet dixwazê ev şer
hebe. Got dewlet naxwaze ku PKK dev ji şer berde,
ji ber ku ev sileha wan a herî mezine di destê wan da
li himberî kurdan. Heka ku bixwazê karê efûyeke giştî
derêxê û vî şerî di nava heftîyekê da bi dawî bînê,
lê ew naxwazin û vê yekê jî bi rêya APO didin kirinê.
Li ser mesela daxûyanîyên vê dawîyê en di derbarê bikaranîne
fizîkî li himberî APO jî, Birêz Burkay got ku heka ku
tiştekî wilo hebê ev ne tiştekî xweşe,
lê got ku ew ji van çîrokan bahwer nakê, ji ber ku APO
çilo hat girtin got dîya min tirke û ji bo xizmeta dewletê
heta roja îro jî ti qûsûrî nekirine û çi jê hatîye xwestin
jî her bi cî anîye.
Piştî bersivandina hemû pirsan konferans bi awayekî
serkeftî bi dawî bû.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû Kopenhag
10.11.2008
|