Prof.
Şakroyê Xudoye Miho li Almanyayê bi Konferansek hate
Bîranin
Li roja Şemya Buhurî di 22.05.2010’an da, KOMKAR-EU
û Komela Endamê KOMKAR’ê Hevaltî, Ji bo 80 Saliya ji Dayik
Buyin û Bîranîna Dirokzanê Kurd yê bi nav û Deng û qedirbilind,
Rehmetî Prof. Şakroyê Xudoyê Miho Konferansek li
Almanyayê di Bajarê Bottropê da hate pêk anîn.
Husoyê Emîn / Dema Nû / Bottrop
Di
Konferansêda gelek Rewşenbîr, Akademisyên, Sîyasetmedar
û Şexsîyetên kurd ji Belçîka, Hollanda, Swêd, Almanya,
Rusya û Kurdistanê Beşdarî Konferansê bûn. Her ûsa
2 Lawên Rehmeti û Xwîşka wîjî di nava beşdarvanada
bun.
Konferans bi rêvabirya Birêz Fettah Tîmar û Şêx
Zêdo Baedrî da hate pêşkêş kirin.
Konferansê bi axaftina Nîvîskar Şêx Zêdo Baedrî
ya bo xêr hatin û deqeyek rawestandina hurmetê ji bo hemû
tekoşer û Şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir.
Durajî Serokê KOMKAR’ê yê berîn Fettah Tîmar Armanc û
Bernama Konferansê pêşkêşî beşdarvanan
kir û piştre ji bo pêşkêşkirina peyva wî
Serokê KOMKAR-EU Bangî brêz Kovan Amedî kir.
Serokê KOMKAR-EU Berrêz Kovan Amadî di axaftina xweda
Ked û Emegê Prof.Şakroyê Xudo pir bilin nirxand û
got:” em çî biken nikarîn ĵi derheqa kar û xizmet
û berhemên zanistî yen Prof. Şakirê Xudo derbikevin”
û piştî bîranînên xweya hevnasîna bi Rehmetî, serfirazî
ji ji beşdar û Konferansêra xwest.
Di pey Axaftina Kovan Amedî, Nîvîskarê Hêja û Hevnas
û Hogirê Prof.Şakroyê Xudo Wezîrê Eşo di derheqa
jiyana ulimdarê Dîrokê, çalakî û zîrekîya wi û bê tawîz
parastina mafên Netewa Kurd û pîvanên ulimdaryê semînerek
pêşkêş kir. Di nav axaftinên xweda cîh da gelek
nimuneyên gotar, nîvîsar û weşanên Nemir yên zanistî,
di derheqa tekoşîna Rizgarî û Azaya Kurdistanê û
Dîrok, Enfal û jenosîdên li ser gelê kurd da .
Nîvîskar
Pîr Xidir Silêman li ser Seredana Dîrokzan ya li Başurê
Kurdistanê û Hevdîtin û têkilyên wî ye bi Sîyasetmedar
û Rêvebirên Hukumeta Kurdistanê û pêşnîyarî û dîtinên
wi anîn zman.
Ji Enstîtuya Kurdî li Brukselê berrêz Heso Hurmî berê
Mesaja Medenî Ferho li ser navê Instutîyê pêşkêş
kir, û durajî hizr û ramanên xwe anî zman. Berrêz Hurmî
her usa fînansekirina Hukumeta Kurdistanê ji bo Berdewama
jîyana Rojnema Rîya Teze, ji bo gîyanê Dîrokzanê Qedirbilin
dîyarîya herî baştirîn nirxand.
Ji Beşdarên Konferansê fêrig faroq jî li Kurdistanê
tesîra rola Dîrokzan ya li derheqa Aştî,Sîyasî,Çandî
û Zanistîda bi pesindar anî zman û got: “Emê hewl bidin
kû li Şêxan ser navê Ulimdarê bi Nav û Deng Şakroyê
Xudo Festîvalek pêk bînin.
Helbestvanê
Kurd yê Hizkirî Eskerê Boyîk jî di Konferanşeda li
ser Malbata wî, Zarotî û Perwerda wi sekinî û Dîtinyên
Ulimdar di derheqa Ol û Netewayê da anîn zman û wha berdewam
kir: Li gor Ulimdar Kurd Netewekî pir Olîye. Ev realiîta
gelê me ye. Lê hinek oldar Olê pêş Netewê digrin,
ev ne raste. Dibê oldarên Kurd Hurmete li baweryên din
nîşandin.Tu mafê Olekê nîne berjewendyên xwe li ser
berjewenyen netewê ra bigre.
Şagirtê Prof.Şakroyê Xudo Dr.Mihemed Zîna di
axaftina xweda Qala serborî û bîranînên xwe û asta têkilyên
Prof. Sakro bi xwendevanên kurd û Şarezaya wi di
zanyarya Dirokê da anî zman û Dxwaza hemû berhemên Nemir
kir.
Berrêz Şahab Dax li ser navê Mala Êzdîyan li Oldenburgê
Spasye xwe ji bo Amadekirina ve konferanse ji KOMKAR’ê
ra pêşkêş kir û ji Hukumeta Kurdistanê daxwaz
kir kû zêdetirîn li Zana, Ulimdar, Rewşenbîr û nîvîskarên
Kurd xwedî derkeve.
Di dawîya Konferansê da, Gelek beşdarvanan daxwaz
û pêşnîyaryên xwe anîn zman.Wek Nimune Çêkirina Hêykel
ê Dîrokzanê Nemir li ber Dergehê kolêja Edebîyata Kurdî
li Kurdistanê, Wergerandina Berhemên wî bi zmanên din(Bîyanî)
ê.Zêdeti zelel kirin a jîyana Nemir.
Hêwceyî
Gotînêye kû ev ji wan kesên Beşdarî Konferansê bibun
evî: Nîvîskar û Sîyasetmadar Yilmaz Çamli bel, KOMKAR
hollandê Sîdar Bîngöl, serokê KOMKAR’ê yê Berin Beko Topgîder,
Nîvîskar Murat Daxdelen, Ji KOMJIN’ê Zerrîn Tek, Daroq
Dasin Faruk Beg ji Malbata Mîrên Êzdîya,Sedulah Berwari
berpirsyarê Pdk li Bajarê düsseldorf’ê, General Hisên
meran, Nihad Mehmûd berpirsa ĵinên kurdistan li Almaniya,
Feremaz Xerîbo ĵi komela kaniya sipî,kamîran qasim
–serokatiya bingeha laliş, Serokê Komela KOMKAR-Duisburg’ê
Kemal Yağcibulut, Rojnamevan Seyidxan Kurij, Rojnamevan
Sedat Karakaş û Rejisor û Şanoger Casimê Wezîr,
Herweya Ji gelek Rêxistin, Dezgah û Kerayetên Kurdperwer
ji Mesaj ji bo Konferansê hatibun Şandin.
Ekîba Ktv û kak liyas ĵi tv ya mala Êzidiyan li
Oldenburg ,Azad Sîso ĵi Êzîda tv ji beşdarî
Konferansê bun .
Piştî nanxwarina xêratê Konferans bi awaki serketi
berbi dawyê çu.
24.05.2010
Almanya
|