PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 
KURDAN LI DANÎMARQA REJIMA ÎRANÊ PROTESTO KIRIN

Piştî ku Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di van rojên dawîyê da dengê xwe li himberî sîyaseta rejima kevneperest a Îranê bilind kir û li gelik bajaran serî hilda, li gelik welatên Ewropa jî kurd ketin nava kûç û kolanan û nerazîbûna xwe a li himberî êrîşên rejima xwînmij a Îranê bi organizekirina xwepêşandanan dan nîşandan û rejim şermezar kirin. Di xeleka van xwepêşandanan da, roja şemîyê di 06.08.2005'an da kurdên li Danîmarqa jî li bajarê Kopenhagê xwepêşandanek protestoyê li ber sefareta Îranê pêk anîn. Xwepêşandan ji alîyê HEVKARÎ (Platforma Hêzên Sîyasî yên Kurdistanê) va hat amedekirin û di seat 13.00 da bi beşdarbûna nêzîkî 400 kesî, ku hin ji wan bi otobûsekê ji "Jylland"ê, ji alîyê din ê Danîmarqa hatibûn, li ber îstasyona bi navê "Svanemøllen Station" destpêkir û di bin alên Kurdistanê da û bi sloxanên wek "şehîd namirin, Ahmedinejad terorîst" û hwd. û bi pankart û sûretên şehîdan ên wek Qadî Mihemed, Dr. Qasimlo, Şerefqendî û Şhwanê Qaderî berê xwe dan ber sefareta Îranê.

Li ber sefaretê bi xwendina "Ey reqîb"dest bi bernamê hat kirin û bi yek dengî sloxanên bi kurdî û  farîsî hatin avêtin û rejima melan a kevneperest û serokkomarê nû Ahmedînejad mahkûm û şermezar kirin. Li wê derê nûnêrê PDK-Îran, rêzdar Saîd Qasimlo, li ser navê HEVKARÎ mesajek hevbeş xwend û êrîşên li himberî Gelê Kurd û sîyaseta rejimê a hovane bi tûndî mahkûm kir, şehîdên Kurdistanê bi bîranîn û bang li rejimê kir, ku dev ji van êrîşên xwe ên qirêj berdê. Herwiha

rêzdar Hüseyin Sevki Kizilocak jî li ser navê Konseya Danîmarqî-Kurdî (Dansk-Kurdisk Råd, DKR) axaftinek kir, êrîşên rejima Îranê protesto kir û piştgirîya konseyê ji bo berxwedana Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê anî ziman û wiha berdewam kir:

"Em wek Konseya Danîmarqî-Kurdî van êrîşên qirêj yên Rejima Îranê, ku li Rojhilatê Kurdistanê li himberî Gelê Kurd pêk tên şermezar dikin û piştgirîya xwe ji bo Gelê Kurd didin nîşandan. Di nav parlamentoya Danîmarqa da têkilîyên me baş hene û têkilîyên me û Wezarata Derva jî başin. Emê di demek gelik nêzik da li gel wan runin û li ser van bûyerên vê dawîyê bi wan ra biaxivin. Emê ji wan piştgirî bixwazin, ku zextê li ser rejima Îranê deynin ta ku zûtirîn dev ji van êrîşên xwe yên hovane li himberî gelê me berdê".

Ji xweynî vê yêkê jî gelik belavok bi zimanê danîmarqî hatin belav kirin û bang li parlamento û hikûmeta Danîmarqa, raya giştî, Yekîtîya Netewan (FN) û hemû sazî û dezgehên sivîl hat kirin, ku li himberî van êrîşên Dewleta Îranê bê deng nemînin û Gelê Kurd li himberî vê rejima xwînmij bi tenê nehêlin. Xwepêşandan bi xwendina "Ey Raqîb" di seat 15.30'an da bi dawî bû.

Yilmaz Yildiz

08.08.2005

Kopenhag/Danîmarqa

 


Dengê Kurdistan © 2005