|
Kurdên
Anatolîya Navîn li bajarê Kopenhagê şahîyeke kultûrî
li dar xistin
Di roja 15.01.2010’an de kurdên Anatolîya Navîn bi amedekarîya
Komela Çandî û Hevgirtina Yeniceoba li bajarê Kopenhagê
li Danîmarqa şahîyeke kultûrî a bi girseyî li dar
xistin.
Şahîya ku li salona Dawetê a bi navê Başak
Saray li taxa Sydhavn li bajarê Kopenhagê hate li dar
xistin, ku tê de zêdeyî 1000 kesan beşdarî kirin,
xwedî bernameyeke bi rêk û pêk, bi xwarin û vexwarin û
ji mêvanan û ji hûnermendên cur be cur tijî, ji dest pêkê
heta derengî şevê di nav kêf û şahîyeke bê hempa
de derbas bû.
Di şevê de gelik mêvanên xerîb ên wek Serokê Şaredarîya
Yeniceoba, Birêz Ilyas Kara, Serokê Şaredarîya
bajarê Ishøj, Birêz Ole Bjørstorp, ji redaksîyona
kovara Bîrnebûnê, Birêz Alî Çiftçi, ekonomîst û
nivîskar Nebi Kesen amade bûn û her yekî ji wan
axaftinek kirin.
Di
şevê de her weha peymanek dostanîyê di navbera Şaredarîya
Yeniceoba û Şaredarîya Ishøj de ji alîyê herdu serokşaredaran
Ilyas Kara û Ole Bjørstorp ve hate îmze kirin.
Afatinên ku hatin kirin hemû jî balkêş bûn, xasima
axaftinên Birêz Ali Çiftçî û Birêz Nebi Kesen bi kurdî
bûn û gelekî balkêş bûn. Herduka jî bi kurdîyeke
paqij û zelal dîtinên xwe anînin ziman û li ser rewş
û pirsgirêkên kurdan rawestihan. Birêz Nebî Kesen di axaftina
xwe de zêde li ser pêvajoya sîyasî a li Tirkîyê û Bakurê
Kurdistanê rawestiha û qala ”rêlibervekirina demoqratîk”
û bûyerên vê dawîyê kir ku qewimîne kir.
Birêz Ali Çiftçî jî di axaftina xwe de zêde giranî da
ser rewşa Kurdên Anatolîya Navîn û zimanê kurdî,
ku tê dûr û dirêj li ser zexta dijmin a li ser kurdan
û xasima jî a li ser zimanê kurdî sekinî û da dîyar kirin
ku bi salaye ku dijmin xwestîye ku zimanê kurdî bi rêya
asîmîlekirina kurdan ji holê rakê û kurdan ji nirxên wan
ên netewî bi dûr bikê. Çiftçî her weha daxwaz kir ku heta
ku ji kurdên Anatolîya Navîn bê li zimanê xwe xwedî derkevin
û bi zarokên xwe re bi zimanê dayîka wan biaxivin û heta
ku ji wan bê çand û kultûra kurdî û erf û adetên kurdî
bi wan bidin nas kirin. Her weha bal kişand ser metirsîyên
li van welatên xerîb jî û daxwaz ji dê û bavan û bi giştî
jî ji hemi komel û rêxistinên kurdan kir ku li zarokên
kurdan ku li kocberîyê hatine dinê, xwedî derkevin ta
ku ev zarokên ha dûrî nirxên xwe ên kurdayetî nebin, ji
ber ku lêxwedîderketina çand û zimanê kurdî di eynî wextî
de tê wateya lêxwedîderketina nasname û hebûna mirov bi
xwe û weke erkekîye li ser milê hemû kurdan.
Di şahîyê de gelek hozan û hûnermendên hêja û qedirbilind
amade bûn û her yekî ji wan bi deng û awazên xwe ên ji
cur be cur rengekî taybet dane şahîyê û ew xemilandin.
Hozan û hûnermendên beşdar bûyin ev bûn:
- Hozanê Gelê Kurd, Şivan Perwer li gel orkêstra
xwe.
- Hûnermend Çanê.
- Hûnermend Murat Küçükavci.
- Hûnermend Hikmet Çoban.
- Hûnermend Nurettin Çiçek.
Hêjayî gotinê ye ku di şevê de grûba folklora kurdî
jî di bin rêveberîya Şoreş Kiliçaslan de çend
govendên xweş û balkêş pêşkêşî mêvanan
kirin û mêvan dilşa kirin.
Ji
êvarî de çavê hemi mêvanan li hatina hozanê mezin Şivan
Perwer bû û bi meraq li benda derketina wî li ser dîkê
bûn. Bê gûman wek her carî dîsan Hozan Şivan Perwer
di dawîya şevê de derket ser dîkê. Şivan Perwer
di derdora seat 23.00 de derket ser dîkê û heta seat bû
00.30 jî berdewam kir û bi stranên xwe ên ji hev xweştir
û balkêştir, di nav de car car na jî ên govendê,
mêvan di nav kêf û şahîyeke mezin de hiştin
û ew rakirin govend û dîlanê. Geh ew ber bi welêt ve birin
û geh ew li kolanên Ewropa gerandin û bi pêşnîyarên
xwe bangawazî li kurdan kir ku hez ji hev bikin, li çanda
xwe xwedî derkevin, xwe li hev kom bikin û yekîtî û tifaqa
xwe çêkin.
Şeva kurdên Anatolîya Navîn bi giştî bi rêk
û pêk û di nav kêf û coşeke mezin de derbas bû û
hemû mêvanan bi dilxweşî berê xwe dane malên xwe.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
yilmazyildiz@ofir.dk
|