|
Kurdan
li Danîmarqa bi pêxistina agirê Newrozê dest bi cejna
kirin
Bi hatina cejna neteweyî, cejna Newrozê a 2008’an, duh
li Danîmarqa li bajarê Kopenhagê li taxa Albertslundê
kurdan bi amadekarîya Însîyatîfa Kurd li Danîmarqa
(ÎKD) agirê Newrozê pêxistin û dest bi pîrozkirina cejna
neteweyî a gelê kurd kirin. Kurdan bi xwendina sirûda
neteweyî “Ey Reqîb” û sirûda Newrozê di bin ala Kurdistanê
da agirê Newrozê pêxist û heta dawîyê jî li ber germa
agirê Newrozê û li ber mûzika kurdî govend û dîlan kişandin.
Ji
her çar perçên Kurdistanê kurd beşdarî agirê Newrozê
bûn û bi vî rengî dest bi şahîya cejna neteweyî hat
kirin. Agirê Newrozê di seat 17.00 da dest pê kir û heta
derdora seat 21.00 berdewam kir.
Komela Adarê a Kurdên Sûrîyê cejna Newrozê
pîroz kir.
Li
hêla din di eynî rojê da jî Komela Adarê a Kurdên
Sûrîyê (KAKS) li taxa Brøndby Strand’ê li nêzîkî bajarê
Kopenhagê cejna neteweyî, cejna Newrozê pîroz kir. Şahîya
Newrozê ji alîyê birêz Mahmud Berzencî va hat birêvebirin.
Di destpêkê da yek deqe ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê
har rawestandin û bi xwendina sîrûda “Ey Reqîb” dest bi
bernameyê hat kirin. Li ser navê komelê peyamek hat xwendin,
ku tê da li ser naveroka cejna Newrozê, berxwedana gelê
kurd û kerêsatên ku di meha Adarê da wek karêsata Helebçe
û 12.Adarê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatine sere
gelê kurd hat rawestandin.
Ji
alîyê hûnerî va jî bernameya şahîya Newrozê dewlemend
bû û ev hûnermendên hêja ên wek hûnermend Silêman, Koma
Armanc û Koma Kûlîlkên Efrînê bi deng û awazên xwe reng
dan şahîyê û Newroza 2008’an xemilandin. Şahîya
Newrozê ji seat 17.00 da dest pê kir û heta derengî şevê
bi xwarin û vexwarin û govend û dîlana kurdî berdewam
kir.
Di şahîyê da her malbatekê xwarinek kurdî bi xwe
ra anîbû. Herwiha ji bo her zarokekê jî xelatek hat dayin
û bê gûman vê yekê jî di roja cejna neteweyî da gelekî
kêfa zarokan anî.
Wek gelik salan îsal jî di pîrozkirina cejna Newrozê
da li Kurdistanê dijminê gelê kurd ji bo vê cejna neteweyî
xwîna kurdan rijand û ew şehîd kirin. Di nîvê bernameya
şahîya Newrozê da xebereke nexweş ji Başûrê
Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Qamişlo gihişte
destê mêvanan. Rejima xwînmij a Sûrîyê 3 xortên kurd şehîd
kiribûn û 4 jî birîndar. Vê yekê bê gûman hemû mêvan kirin
nava kûl û kederan û gelkî xemgîn kirin, lê wek hemû caran
kurdan dîsan jî kiryarên dijmin mahkûm û protesto kirin,
şehîdên xwe bibîranîn û li cejna xwe a Newrozê xwedî
derketin. Cejna Newrozê a 2008’an a ji alîyê KAKS va bi
vî rengî hat lidarxistin û bi awayekî serkeftî bi dawî
bû.
Newroza mezin a kurdan a ku ji alîyê Hêzên Sîyasî ên
Kurd, HEVKARÎ û Însîyatîfa Kurd li Danîmarqa (ÎKD) va
hatîye organîzekirin wê di roja 29.03.2008’an da bê lidarxistin.
Yilmaz YildizKopenhag
21.03.2008
Not: Ez cejna Newrozê a 2008’an, cejna
berxwedan û tekoşîna azadîyê li hemi gelê kurd pîroz
dikim.
|