|
Em
Lazerev bi rêz û wefadarî bi bîr tînin
Çend roj berê me zanyarekî mezin, rohilatnas, kurdnas
û dostekî gelê kurd ê hêja Mîxaîl Semenovîç Lazarev
winda kir. Bi wefata wî em xemgîn in û bi rêz wî bi bîr
tînin.
Lazarev navekî gelekî naskirî û bi rûmet e ji
bo me kurdan, ji ber ku wî li ser dîroka kurdan û Kurdistanê,
gelek pirtûk û miqaleyên zanistî nivîsîne. Îro di destê
me de gelek lêkolînên wî yên hêja û berfireh ku dîroka
me ronî dikin hene. Herwisa wî gelek salan serokatiya
Beşa Kurdolojiyê li Zanîngeha Moskovayê jî kiriye.
Li ba wî gelek ciwanên kurd li ser dîroka gel û welatê
xwe xwendine û bûne şarezayê dîrokê.
Ji berhemên Lazarev 2 pirtûk, bi zimanê kurdî di nav
Weşanên Roja Nû da hatine çapkirin û belavkirin.
Ev pirtûkên wî “Pirsa Kurdan (1891-1917) û “împeryalîzm
û Pirsa Kurdan (1917-1923) cara pêşin ji alîyê Têmûrê
Xelîl ve ji zimanê rûsî hatine wergerandin.
Prof. Lazarev zanyarekî dilsoz û dostekî gelê me ê jidil
bû. Ji bo piştgiriya tevgera azadîxwaz ya kurdan
gelek caran hewl daye, pêşniyar û daxwazên xwe ji
merciyên siyasî yên netewî û navneteweyî re kirine. Xasima
di salên 90-î de ji bo piştgiriya Kurdistana Başûr
aktîf xebitî. Ji bo nêzîk kirina PDK û YNK,
digel Prof. Şekroyê Xudo gelek hewldanên giring
nîşanda.
Di
sala 1998a, 6 ê Çiriya paşin de, li Moskovayê,
di Sempozyoma 100-saliya Rojnamegeriya Kurdî de wek gotarvan
li ser navê Roja Nû ez jî beşdar bûm. Li vir
min kurdzanê navdar Lazarev ji nêzîk ve naskir. Civîna
ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Kurdî û Înstîtuta
Rohilatzaniyê ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê hatibû
amadekirin, bi taybetî nûnerên PDK û YNK
vexwendibûn daku sempoziyoma 100-saliya Rojnamegeriya
Kurdî ji bo nêzikkirina wan rolekê bileyze.
Lazerev
di gotara xwe de bi giranî bal dikişande ser pêwîstiya
yekîtî û hişiyariya kurdan daku ji rewşa nû
ya dîrokî ku Rojhilata Navîn û Cîhanê derketiye pêş
kurdan îstifade bikin. Di dawiya civînê de biryar hat
standin ku bilî bangeke giştî, nameyeke taybetî ji
sekreterên herdu partiyan birêz Mesûd Barzanî û birêz
Celal Telebanî re bê şandin. Di nameyan de daxwaza
pêkanîna mîsyona dîrokî ya herdu serokan hat kirin. Ez
wisa bawer dikim ku pir yan hindik tesîreke erênî
ya wê bang û nameyê li ser kadro û serokatiya herdu hêzan
çêbû. Xwesima li ser kadroyên ku li
Rûsyayê xwendibûn... Gelek ji wan xwendekarên kurd yên
ku di zanîngehên Sovyet-Rûsyayê de xwendina xwe xilaskirine,
di nav dezgehên dewleta kurdî ya federe de cî girtine,
xwedîyê erk û berpirsiyariyên
giring in...
Bi hêviya ku li Kurdistana azad bi navê Lazarev înstîtuyek,
yan jî akademiyeke dîrokê bête vekirin...
Em ji malbata Lazarev re û ji dost û hevalên wî
re sersaxiyê dixwazin.
Berpirsiyarê Weşanên Roja Nû
Haluk Öztürk
|