psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Li Danîmarqa 64.mîn salvegera Komara Kurdistanê hate pîroz kirin

Dijminên gelê kurd bi sedên salan hespên xwe li ser axa welatê kurdan, li Kurdistanê bezandina û ew der ji xwe re kirine cihê şerên qirêj ji bo armancên xwe. Bi vê ve girêdayî welatê kurdan herweha wêran û talan kirine, mafê kurdan ji dest wan girtine û ew tim û daîm di bin zorê de û di nav feqîrî û belengazîyê de hiştine. Wek ku ev ne bes bû, bi ser da jî welatê kurdan dagir kirin, di nav xwe de dabeş kirin û dîroka kurdan bi kuştin û fermanan û bi zilm û zordarîyeke nedîdî, bi bûyerên qirêj ên wek qetlîamên mezin tiji kirin û bi xwîna kurdan sor kirin. Lê gelê kurd qet ji ya xwe nehat xwar û serê xwe tim û daîm li ber zilma wan nemirovan, wan zilmdaran hilda û bi mêrxasî doza welatê xwe û mafê gelê xwe heta nuqta xwîna wan a dawî jî her parast û canê xwe kir feda ji bo şeref û namûsa axa Kurdistanê. Îro ew kesên mêrxas, ew şehîdên nemir, ew qahremanên gelê Kurd û Kurdistanê, ku cihê xwe di dilê her kurdê welatparêz de çêkirîye, dîrokeke bi rûmet li pey xwe hiştin û navên xwe bi herfên zêrîn kirin nav dîroka Kurdistanê. Gelê Kurd wê her tim wan bi serbilindî bibîr bînê.

Yek ji van bûyerên giranbiha, ku di dîroka gelê kurd de hêvîyek mezin da gelê kurd û bû wek şewqa  rojê û tîrêjên xwe da her çar perçên Kurdistanê, damezirandina Komara Kurdistanê di bin rêveberîya Pêşawa Qazî Mihemed bi piştgirîya nemir Mele Mistefa Berzanî di sala 1946’an de bû, lê mixabin ev hêvîya kurdan jî wek gelik caran bû qurbana sîyaseta dewletên mezin ên navnetewî di dema Şerê Cihanê ê Dûwemîn de û piştî nezîkî salekê ku hêzên Sovyeta Berê xwe ji Îran û Kurdistanê paş de kişandin, hêzên dijmin ên Îranê ketin Kurdistanê û ev hêvîya kurdan jî têk bir, lê kurdan her bi mêrxasî li ber xwe dan û heta ku mafê xwe bidest bixê jî wê her li ber xwe bidê. 

Îsal li gelek deverên Ewropa ji bo bîranîna salroja damezirandina Komara Kurdistanê li Mahabadê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK-Îran) di nav amadekarîyên çalakîyan de ye.

Di roja 23.01.2010’an de bi amadekarîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK-Îran), rêxistina li Danîmarqa, bi minasebeta 64.mîn roja salvegera damezirandina Komara Kurdistanê şahîyeke girseyî li bajarê Køge nêzîkî bajarê Kopenhagê hate lidarxistin.

Şahîyê piştî bixêrhatina mêvanan û yek deqe rêzgirtin ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir û heta derengî şevê bi axaftin, bi mûzîk û govend û dîlanê berdewam kir.

Di serî de li ser navê PDK-Iran, rêxistina li DK. peyamek hate xwendin, ku tê da dûr û dirêj li ser pêvajo û dîroka damezirandina Komara Kurdistanê, li ser berxwedana pêşmergeyên qahreman û herwiha  tekoşîna nemir Pêşawe Qazî Mihemed û rêberên din ên ku bi mêrxasî doza gelê xwe li himberî dijminê xwînmij parastin û xwe ji bo gelê xwe feda kirin, hate rawestandin û herweha bal hate kişandin li ser rewşa gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê û rewşa îro li Îranê.

Di şevê de ev rêxistin û hizbên sîyasî ên Kurdistanê jî amade bûn û peyamên xwe pêşkêş kirin: Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK), Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partîya Demokrata Kurdistana Bakur (PDK-Bakur) û Însîyatîfa Kurd li Danmark (ÎKD).

Di şahîyê de hûnermend DJ Aso û hûnermend Omîd beşdar bûn û ji destpêkê heta dawîyê bi deng û awazên xwe rengekî taybet dane şevê û mêvan rakirin govend û dîlanê. Mêvanên beşdarbûyîn jî bi cil û bergên xwe, bi kiras û bi şal û şapikên kurdî balek mezin kişandin ser xwe û şev xemilandin.

Seva ji bo bîranîna 64.mîn salvegera Komara Kurdistanê bi şêweyekî serkeftî di nav kêf û şahîyê de derbas bû.

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

24.01.2010

yilmazyildiz@ofir.dk

   
Dengê Kurdistan © 2010