psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

KOMKAR-DK CEJNA NEWROZÊ BI COŞÎ PÎROZ KIR

Bi minasebeta hatina cejna netewî a gelê kurd, cejna Newrozê, gelê kurd dîsan wek her demê li ser pîyane, di nava çalakîyan de ne û li her dera ku kurd lê dijîn bi dilgermîyeke herî mezin li Newroza xwe xwedî derdikevin û wê bi hest û rihekî kurdewarî himbêz û pîroz dikin.

Di roja 19.03.2010’an de jî cejna Newrozê bi amadekarîya Komela Karkerên Kurdistanê, KOMKAR-DK li paytexta Danîmarqa li bajarê Kopenhagê di nav coşeke mezin de hate pîroz kirin.

Bernameya şahîya Newrozê ji alîyê serokê KOMKAR’ê Birêz Serhad Amedî ve hate vekirin. Birêz Amedî di serî de bixêrhatina mêvanan kir, Newroza wan û bi tevayî jî Newroza gelê kurd pîroz kir û piştî yek deqe rawestandin ji bo bîranîna hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê bi kurtayî li ser naveroka Newrozê, li ser wateya meha Adarê, ku hemû êş û şahîyên gelê kurd di nav xwe de hûnandine, sekinî û şeveke xweş û geş ji bo hemû beşdarvanan daxwaz kir.

Şahîya Newrozê, ku îsal li salona “Nørrebrohallen” di nava bajarê Kopenhagê de hate pîroz kirin, di seat 18.00 de dest pê kir û heta derengî şevê berdewam kir.

Ji bo cejna Newroza îsal hûnermendên hêja û bi nav û deng ên gelê kurd, hûnermend Delîl Dîlanar li gel grûba xwe ji Almanya, hûnermend Aras li gel grûba xwe ji Swêdê û Hozan Beşîr jî ji paytexta Kurdistanê, ji bajarê Amada rengîn hatibûn vexwendin. Hemû hûnermendan bi stîla xwe a cûda û taybet, bi reng û awazên xwe ên ji hev xweştir rengekî taybet dane şahîya Newrozê û ew bi beşdarî û bi mûzîka xwe xemilandin û mêvan rakirin govend û dîlanê.

Hozan Beşîr Newroza kurdan pîroz kir, spasîyên xwe pêşkêşî KOMKAR’ê kir, ku ew vexwendî Newrozê kirin. Herweha kêfxweşîya xwe jî anî ziman ku ji Amedê beşdarî şahîya Newrozê dibê. Hozan Beşîr bi stîla xwe a taybet rengekî taybet da şeva Newrozê û mêvan di nava kêfê de hiştin. Mûzîka Hozan Beşîr taybetmendîyeke cudaye, dewlemendîyeke bê hempa ye di nav mûzîka kurdî de. Zahmete ku yek vî rengê taybet bi çend rêzikan bînê ziman.   

Hûnermend Delîl Dîlanar jî axaftineke delal û kurdewarî kir. Di axaftina xwe de spasîya xwe pêşkêşî KOMKAR’ê kir, ku ew vexwendine şahîya Newrozê û bi hestekî welatparêzî, dostane, kurdayetî û mûtewazî da nîşandan, ku hemû kurd ji bo wî weke hevin, ku ew hûnermendekî hemû gelê kurde û bê ferq û cudahî amadeye ku li her derê – ji alîyê kê ve bê çêkirin ferq nakê – xizmeta çand û kûltûra kurdî bikê. Herweha hêvî û daxwazîya xwe jî ji bo nêzîkbûn, hevxebat û yekîtîya kurdan anî ziman. Hûnermendê hêja Delîl Dîlanar bi dengê xwe ê xweş, bi stran û awazên xwe ên klasîk, bi wê bilûra xwe a dengxweş, geh mêvan ber bi dîrokê ve dibir û dikir nava bi hezarên salan û geh jî bi yek derbê re wek ku avake cemidî bi ser serê mêvan de dakê ew ji wê bê dengîya wan hişyar dikir û dirakir govend û dîlanê. Mêvanan jî aleqeyeke mezin nîşanî vî hûnermendê dengxweş dida û hûrik hûrik guhdarîya wî dikir.

Di şahîya Newrozê de grûba folklora kurdî a bi navê “Gulîstan”, ku ji alîyê mamosteyê hêja kek Fêdekar û kordînator Birêz Jehat Xoce ve hatîye damezirandin, li ber dahol û zurneya grûba Yaşar Taş çend cure govendên kurdî pêşkêşî mêvanan kirin û bi cil û bergên xwe û bi govendên xwe ên ji gelek herêmên Kurdistanê şahîya KOMKAR’ê xemilandin.

Di şahîya Newrozê de nûnerên Partîya Demokrata Kurdistan (PDK), Partîya Demokrata Kurdistan-Îran (PDK-Î), Partîya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) û Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmarqa (KKÊD) amade bûn û cejna Newrozê pîroz kirin.

Herwiha gelik peyamên giranbiha ên partîyên danîmarqî, partî û rêxistinên kurdî û sîyasetmedar û şexsîyetên kurd ên bi nav û deng hatibûn şandin.

Peyamên ku hatibûn şandin ev bûn:

  1. Mesut Tek: Serokê giştî ê Partîya Sosyalîst a Kurdistan, PSK.
  2. Kovan Amadî: Serokê Konfederesyona Komelên Kurd li Ewropa, KOMKAR-EU
  3. Kemal Burkay: Sîyasetmedar/nivîskar.
  4. Bayram Bozyel: Serokê giştî ê Partîya Maf û Azadîya, HAK-PAR’ê.
  5. Nevzat Karakeçî: Berpirsyarê wêşanxaneya Deng û Veng.
  6. Arif Sevinç: Gerînendeyê giştî ê rojnameya Dema Nû.
  7. Latif Epözdemir: Şaîr/Niv
  8. KOMJIN: Yekîtîya Jinên Kurdistan.
  9. Bingeha Laliş: Desteya Bilind a Bingeha Laliş li Dihokê/Kurdistan.
  10. KOMCIWAN: Yekîtîya Zarok û Ciwanên Kurdistan.
  11. Çira: Komela Çira ya Amadê.

Van serokpartî û sîyasetmedarên danîmarqî jî peyamên pîrozbahîyê şandibûn:

  1. Villy Søndahl: Serokê giştî ê Partîya Sosyalîst a Gel (SF).
  2. Helle Thorning-Schmidt: Seroka giştî a Partîya Sosyaldemokrat (S).
  3. Magrethe Vestager: Seroka giştî a Partîya Lîberal a Çep (Radikal Venstre-B)
  4. Frank Jensen: Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagê (S).

Di şahîyê de wek mêvan jî miletwekîlîya esilkurd ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF), Özlem Çekiç jî hatibû vexwendin û axaftinek kir. Özlem Çekiç di axaftina xwe de spasîya KOMKAR’ê kir, Newroza kurdan pîroz kir û bi kurtayî li ser çûna xwe a ji bo Tirkîyê, ku li ser vexwendina AKP’ê di 8. Adarê de li Ankara beşdarî konferanseke li ser mafê jinan bûbû, kir û li ser pêvajoya di konferansê de û reaksîyona li himberî wan çend beşên bi kurdî, ku di axaftina xwe a bi zimanê tirkî de kiribû, sekinî û agahdarî da mêvanan û dîtinên xwe li ser pêvajoya sîyasî li Tirkîyê anî ziman.

Herweha dîroknas û nivîskarekî danîmarqî bi navê Bent Østergaard jî hatibû vexwendin û axaftinek delal li ser cejna Newrozê, naveroka cejna Newrozê û rewşa kurdan kir û çejna kurdan a netewî pîroz kir. Herweha spasîya xwe jî pêşkêşî KOMKAR’ê kir û kêfxweşîya xwe anî ziman ku beşdarî şahîyeke bi vî rengî bû.

Di şahîyê de standa pirtûkan jî hatibû vekirin û li wir pirtûk, alên kurdî, CD û hwd. Dihatin firotin.

Şahîya Newroza 2010’an jî bi vî rengî û di nav kêf û şahîyê de derbas bû. Mêvanan jî bi dilekî xweş xatirê xwe xwestin û berê xwe dane malên xwe.

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

21.03.2010

Yilmazyildiz@ofir.dk

Ez cejna Newrozê, cejna biharê, cejna berxwedan û azadîyê li tevaye gelê kurd pîroz dikim. Bi hêvîya ku ev cejin li ser axa pîroz, di Kurdistaneke azad de bê pîroz kirin. Hemû rojên we cejin û Newroz, yekîtî û biratî bê.

   
Dengê Kurdistan © 2010