psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
   
 

Newroz li Kopenhagê bi coşek mezin hate li dar xistin

Gelê Kurd li Danîmarqa cejna Newroz bi coşek mezin pîroz kir.

Bi hatine cejna neteweyî a Newrozê re, gelê kurd dîsan wek bi sedên salan li vê roja xwe a bi nirx û wateyeke gelkî mezin xwedî derdikevê û him li welêt û him jî li seranserê cihanê Newroza xwe pîroz dikin. Di xeleke van şahîyên Newrozê de kurdên li Danîmarqa jî bê gûman vala nesekinîn.

Bi vê minasebetê gelê kurd li vî welatî bi amadekarîya Hevkarîya Hêzên Sîyasî ên Kurdistanê, HEVKARÎ-DK, di roja 21.Adarê de li bajarê Kopenhagê Newroza 2009’an bi coşek mezin û di nav kêf û şahîyeke bê hempa de pîroz kir.

Bernameya şahîya Newrozê bi sirûda neteweyî ”Ey Reqîb” di seat 18.00’an de dest pê kir û heta derengî şevê berdewam kir. Li ser navê HEVKARÎ’yê gotarek bi kurdî ji alîyê Birêz Îmdad (YNK) û bi zimanê danîmarqî ji alîyê Birêz Serdar Şerîf (KDP) hate xwendin û Newroza gelê kurd hate pîroz kirin. Tê da li ser wate û naveroka Newrozê ji bo gelê kurd hate rawestandin û hate eşkere kirin ku ev bi hezarê saleye ku ev gel li vê cejna xwe xwedî derdikevê û wê li gor wateya wê pîroz dikê. Herwiha qala bûyerên dîrokî û qedera gelê kurd di meha Adarê de hat kirin û destnîşan kirin, ku meha Adarê ji bo gelê kurd xwedî wateyeke bê qedare, ji ber ku gelik bûyerên dîrokî  - çi bi başî û çi jî bi ne başî - di vê mehê de qewimî ne.

Bernameya şahîya Newroza îsal jî wek a her sal bi rêk û pêk û dewlemend bû. Îsal ev hûnermend hatibûn vexwendin: Elî Şingalî, Hadî Şingalî, Mahir Mohammed Amîn, Narîn Cûdî Feqe, Cûdî Adil Feqe û Yadgar Star. Hemi hûnermendan bi deng û awazên xwe ên ji hev xweştir reng dan şahîya Newrozê û mêvan rakirin govend û dîlanê.

Di salonê de KOMKAR, PDK-Bakur û PDK-Î standên pirtûkan vekiribûn û berhemên xwe pêşkêşî mêvanan dikirin.

Herweha hêjayî gotinê ye, ku EZIDA TV jî li salonê amade bû û şahîya Newrozê dişopand. EZIDA TV qanaleke, ku li ser înternetê weşana xwe dikê ye(www.ezidatv.net).

Şahîya Newroza îsal li bajarê Kopenhagê bi vî rengî di nav şahî, kêfxweşî, dilgeşîyê de hate li dar xistin û bi şêweyekî serkeftî bi dawî bû.

 

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

22.03.2009

yilmazyildiz@ofir.dk

   
   
Dengê Kurdistan © 2009