|
Şahiya
Newrozê li Stockholmê jî derbas bû…
(Nûçe-şiroveyek)
Haluk Öztürk
STOCKHOLM-28-03/2010- Bi hezaran kurdên Stockholmê û
derdorê wê, wek her sal, îsal jî Newroza xwe bi şahî
pîroz kirin. Şahiya Newrozê, ku ji alî Federasyona
Komeleyên Kurdistan hat amadekirin, bi rawestina rêzgirtinê
ji bo şehîdan destpê kir û bi xwendina gotarên siyasî
û silavnameyên pîrozbahiyê dewam kir. Piştî gotara
li ser navê Federasyonê ku ji alî seroka Federasyonê xanim
Şermîn Bozarslanê ve hat xwendin, nûnerê Komîta Hevkarî
ya Hêzên Siyasî Ata Baney û serokên du partiyên swêdî
seroka Sosyal Demokratan birêz xanim Mona Sahlin û serokê
Partiya Çep-dostekî gelê kurd yê qedirbilind- birêz
Lars Ohly û nûnerên partiyên siyasî yên swêdî yên din
gotar xwendin û piştgiriya xwe ji bo şerê azadiya
gelê kurd nîşandan.
Seroka
Partiya “Social Demokraterna” Mona Sahlin axaftina xwe
bi xwendina helbesteke (*) Kemal Burkay dest pê kir. Wê
dûra digel seroka rêxistina jinên Sosyal Demokratên Swêd
xanim Nalîn Pekgulê bi Kemal Burkay ra sohbeteke kurt
kirin. Sahlînê û Burkay kêfxweşîya xwe ji bo vê hevdîtinê
û hevdunaskirinê anîn zimên.
Ji bo şahiya Newrozê bernameyeke çandî ya dewlemend
hatibû amadekirin. Komên govendê û hunermendên muzîka
kurdî ya gelêrî û ya ”nûjen-folklorîk” şahiyeke xweş
pêşkêşî guhdaran û govendgeran kirin. Ji Kom-ciwanê
çar (4) komên govendê yên ji temenên cuda (7-18 salî)
rengekî xweş û delal dan şahiya Newrozê. Komeke
govendê ya din jî, bi navê ”Helperkey Uppsala”
ji bajarê Uppsalayê beşdarî bernameya Newrozê bûbû.
”Helperkey Uppsala” li ber muzîka reqsa kurmancî û hewremanî
nimûneyên delaliyeke din ya kultura kurdan anîn ber çavan.
Hunermendên
dengxweş Fatê, Aras û Îsmaîl Cuma şahiya
Newrozê bi stran û awazên xweş dan derbaskirin. Meriv
dikaribû li vêderê kesên ku li ber stranên Fatê, dengekî
xemgîn lê serbilind yê deşt û çiyayên welat, ji ber
dilxweşî yan jî hestên xerîbî, hesret û bîranînan
digirîyan bibîne; yan jî zarokên kurdan yên ku li Ewropayê
hatine dinê û li vir têra xwe ji kultura kurdî para xwe
standine, li ber
muzîka Aras û Cuma bi coş direqisin bibîne. Heval
û dostên salan yên ku di saya Newrozê de, salê carekê
hevdu dibînin li salona pêşengeha pirtûkan dikevin
sohbetê, vizeviza qelebalixa li ber maseyên pirtûk û CD-firoşan
rengekî şahiya Newrozê yê hersalî ye li vir... Kurd
dijîn; Newroz dijî, li dervayî welat jî…
Li Swêdê Federasyona Komeleyên Kurdistan, di jiyana civakî,
siyasî û çandî ya kurdan de navendeke netewî ye. Ew kurdên
ji her çar parçên Kurdistanê digihîne hev û wek sefareteke
dîplomasî û çandî ya kurdan e li vî welatê Îskandinaviya.
Spas ji Federasyona Kurdan re, spas ji hunermendan re
û sipas ji Kom-ciwanê re ku ji bo angajekirina zarok û
gencên me li jiyana kurdewerayê re û xurtkirina kesayetiya
wan a netewî re dixebite…!
(*) Helbesta Burkay ya ku seroka Partiya Sosyaldemokratan
xanim Mona Sahlinê xwend, ya bi navê ”Gula Sor”
e, (bi swêdî ”Den röda blomman”). Em kurdiya vê helbestê
li vir pêşkêşî we xwendevanên hêja jî bikin:
GULA SOR
Divê meriv av be, ba be
Delaliya herikînê bizan be
Ji bo bighê delaliya kar
Ked û xûdan be
Tov dizane tama rizînê
Berxwedan bi jiyan divê
Ji merivê nav şer bipirse
Hêvî û bextewariyê
Aşitî ku gula jiyanê ye, hêyf
Ji jan û êşan dertê
Ji bo azadiyê bedêl
Bo gula sor xwîn divê
(Ji pirtûka Berf Fedî dike. Swêdiya wê
jî di pirtûka “Snön Skäms” de heye)
|