|
Kurd
jî beşdarî şahiyên
daweta dotmîra Swêd dibin
Di 19-ê hezîranê de daweta keça qiralê Swêdê banû Viktoria
û mîrzava Daniel Westling çêdibe. Ji bo pîrozkirina dawetê
amadekariyeke mezin hatiye kirin. Şaredariya paytext
Stockholmê jî bi gelek çalakîyên cuda tevî organîzekirina
şahiyên pîrozbahiyê dibe. Bi pêşengî û amadekariya
şaredariyê festivaleke çarderojî hatiye plankirin.
Di van rojan de li seranserî Stockholmê bernameyên pîrozbahiyê
wê bên meşandin. KOMKAR-Swêd jî li ser daxwaz û pêşniyara
şaredariya Stockholmê beşdarî şahiyên dawetê
dibe. Ew ê li Stokholmê li şeş deverên navendî
yên cuda, şêweyê daweta kurdî nîşan bide.
Şaredariya Stockholmê bi van amadekariyan dixwaze
bineciyên bajêr û tûrîstên ku ji derva tên bikişîne
nav şahiyên daweta dotmîrê. Yek ji çalakiyên bernamekirî
”Mîhrîcana Meşa Evînê” (Love Walks) ye. Ev mîhrîcan
wê rengekî navnetewî bide şahiyên dawetê. Li vir
heşt (8) komeleyên biyanî (ji Asya, Avrûpa, Afrîka
û Latîn Amerikayê) hatine hilbijartin ji bo ko nûnertiya
hemû cîhanê bikin. Evana wê bi cil û bergên welatên
xwe, bi musîk û govendên xwe yên neteweyî beşdarî
festîvalê bibin.
KOMKAR û KOMCIWAN-Swêd wê di van rojan de, li şeş
cihên navendî yên bajêr bûk û zavayekî bi kincên kurdî,
bi musîk û govenda kurdî derxînin pêşberî temaşevanan.
Bûk û zava wê li ser xalî (xalîçe) ya sor bimeşin
û derkevin ser dikê. Li wir komeke govendê wê li ber musîka
kurdî bi bûk û zavê re govendê bigrin. Piştî ku hemû
komeleyan lîstikên xwe nîşandan, ew ê bi hevra danseke
hevbeş pêşkeş bikin.
Li gor agadariyên mediya swêdî, bi qasî 2000 rojnamevanên
biyanî û 40 kanalên TV-ê yên welatên dereke wê şahiyên
van 14 rojan bişopînin.
Roj, saet û cihên xwepê ş andana Love Walks
wek li jêrê ye.
6 Hezîran, Saet: 13.00………Stortorget (nav bajêr, gamlastan)
12 Hezîran, Saet: 11.30…….Vällingby K5 Modehus kl.
12 Hezîran, Saet: 16.00…….Skärholmen – torget, vänster
frånTunnelbana
13 Hezîran, Saet: 11.00…….Kista galleria – vid Åhlens
13 Hezîran, Saet: 17.30…….Farsta torg
|