psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Serokê KOMKAR-EU xelata rêzgirtinê wergirt

Dengê Azad/Dihok

Serokê KOMKAR-EU yê piştî beşdariya kongreya YNK’ê di 1’ê Hezîranê, li Başûrê Kurdistanê çend rêze hevdîtin li gel rêxistinên sivîl yên Kurd pêkanî. Serokê KOMKAR-EU Kovan Amedî, serdana Bingeha Laleş li Dihokê, Enstîtuya Kelepûrên Kurdî li Dihokê û Yekitiya Nivîskarên Kurd Taxa Dihokê kir. Di serdanê de Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd Hesen Silêvanî û desteya Komîteya rêvebir pêşwazî li Kovan Amedî kir.

Amedî, di roja 10.06.2010’an de jî serdana Sentera Enfalan li Dihokê kir. Serokê Sentera Enfalan li Dihokê Elî Bendî endamê rêvebir Eyub Bircînî pêşwazî li Kovan Amedî kir.
Kovan Amedî di hevdîtinê de li ser kar û xebatên KOMKAR-EU yê agahdarî da wan rêxistinan. Ji bo xurtkirina peyvendiyên sivîl bi KOMKARê re hin biryarên karên muşterek wergirtin ku KOMKAR-EU li Ewrûpayê bibe dengên wan, xebat û çalakiyên wan bi raya giştî yê Ewrûpayê bide naskirinê. Kovan Amedî ji ber xebat û çalakiyên KOMKAR-EU yê xelata rêzgirtinê ya Sentera Enfalan ji destê serokê Sentera Enfala li Dihokê Elî Bendî wergirt.

   
Dengê Kurdistan © 2010