psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Fotogrflar: Mutlu Sütcü

KOMKAR-EU Newrozan pîroz dike

Wuppertal bi agirê Newrozê geş bû

Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê-KOMKAR.EU, dest bi pîrozkirina şahiya Newrozê kir. Şahiya yekemîn, di 6´ê Adara 2010´an de, li Elmanyayê, bajarê Wuppertalê hat li dar xistin.

Newroz, bi beşdarî û peyamên şexsiyet û delegasyonên partiyên Kurdistanî û yên Ewrupî bi coşî hat pîrozkirin.

Şahiya Newrozê wek her sal bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê û bi xwendina sirûda Ey Reqîp despê kir. Hezaran beşdarên şahiyê bi yek dengî silav li Ey Reqîp kirin û bi bêdengî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.

Serokê KOMKAR.EU Kovan Amedî di axaftina xwe de xêr hatin li mêvanan kir û Newroza Kurdên herçar perçeyên Kurdistanê û li derveyî welat pîroz kir. Amedî di axaftina xwe de li ser pirsa Kurdî li Tirkiyê û li ser pirsên Kurdên derveyî welat sekinî. Serokê KOMKAR.EU bal kişand „rêlibervekirina Kurd“ li Tirkiyê û got, ku her çiqas di derbarê çareserîya pirsa Kurd de nêrîn û pêşniyarên KOMKAR.EU´yê û yên AK-Partiyê cuda bin jî, ew pişgirî didin gavên ku ji aliyê hukumetê ve tên avêtin. Amedî da zanîn, ku divê Kurd dûr nesekinin û cesaret bidin hukumetê, da ku ew jî di gav û hewldanên xwe de pêgir be û ji paş ve gav nevêje. Amedî her wiha giringiya tevxebata hêzên Kurdistanî, têkiliyên baştirîn di navbera demokratên Tirk û Kurdan û kar û xebatên lobîtiyê yên rêxistinên Kurdistanî ên derveyî welat anî zman. Amedî di dawiya axaftina xwe de careke din Newroza beşdaran û Kurdistaniyan pîroz kir.

Ji bilî Serokê KOMKAR.EU Kovan Amedî, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Mesud Tek, Parlameterê Amedê yê AK-Partiyê Abdurrahman Kurt, li ser navê PDK-Iraq Husam Xoşkanî, li ser navê YNK Mistefa Rijdî, li ser navê Partiya Pêşverûyê Demokratên Kurd li Suriyê (Pêşverû) Brûsk Nalî, li ser navê KOMCIWAN Hevserok Hetaw Tek, li ser navê KOMJIN Serok Suna Arslan-Uçar, li ser navê Partiya Kesk Serokê Rexistina NRW Arnd Klocke, namzeta parlamena eyaleta NRW ya Partiya Çep Hamide Akbay, li ser navê Yekîtiya Demokratên Tirk li Ewrûpa (UETD) Endamê Birêvebiriya Giştî Zîya Pîr axaftin. Her weha , berdevkê Partiya Çep yê NRW Baerbel Bauermann peyama endama Parlamentoya Federal Elmanya Ulla Jelpke xwend.

Sekreterê PSK Mesud Tek, di gotara xwe de Newroza Kurdistaniyan û beşdaran pîroz kir û weha got: „Agirê Newrozê ya îsalîn hîn geştir û gurtir e; herku diçe azadiya Kurdistanê nêziktir dibe. Ji ber ku li navçeyê û di warê navnetewî da bayê guhartinê roj bi roj tundtir dibe, statuya dewletên dagirker, ku welatê me di nava xwe da perçe kirine û bersîva daxwazên gelê Kurd yên netewî û demokratik bi tank û top didin, hêdî hêdî têkdiçe. Agirê Newrozê li Kurdistana Başûr, li Kurdistana Azad bi çoşekê mezin tê dadan. Gelê me li Kurdistana Azad çarenûsa  xwe girtiye destê xwe û dahatûya xwe, bi xwe û bi azadane destnîşan dike. Ku ev yêka palpiştekê gelek bi hêz e ji bona xebata azadiyê yên beşên dinê ên Kurdistanê. Li Kurdistana Bakûr xebata azadî û demokrasiya gelê me, fidekarî û cangoriya tekoşerên Kurd hêdî hêdî berhem dide. Siyaseta resmî ya Tirk, ku li ser înkar û asimîle kirina gelê Kurd hatiye ava kirinê, têk diçe; hişyariya gelê me roj bi roj bilindtir dibe. Gelê me bi xebat û fidekariya xwe ve nişan da û dide, ku li ser azadiya welatê xwe, li ser doza xwe ya rewa pêgir e.  Em piştrast in, ku xebata gelê me li Kurdistana Bakûr serdikeve, ji ber ku agirê Newrozê ne hatiye temirandinê. Îro li hemû deverên Kurdistana Bakûr, li Dersîmê, li Amedê, li Serhed û Koçgîriyê meşxaleya Newrozê li ser destê xortên Kurd geştir û gurtir e. Îro jî agirê Newrozê, peyam û naveroka Newrozê, ku xebat û yêkitî ye ji bona azadiyê, erkê me nîşan dide, jiyana me ronî dike. Werin em guhê xwe bidine peyama Newrozê, ji bona azadiya welatê xwe dest bidine hevdu û bi hev ra kar û xebatê bikin. Bijî xebata azadî û rizgariyê! Bijî Newroz!“

Endamê Parlamentoya Tirkiyê, Parlamenterê Amedê yê Ak-Partiyê Abdurrahman Kurt bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir. Kurt, Newroza beşdaran pîroz kir û weha got: „Ez serbilind im, ku îro li vir bi we re me. Ger em îro dikarin bîrên asîtan vekolin, ger îro general tên dadgeh kirin, ev encama têkoşîna bi rûmet ya gelê me ye. Ez silav li têkosşîna we ya bi rûmet dikim. Bi hêviya rojên ronî, berdewamiya têkoşîna we daxwaz dikim.“ Kurt di dawiya axaftina xwe de careke din bi Kurdî Newrozê pîroz kir.

Ji bilî gotaran, Cem Ozdemir (Hevserokê Partiya Keskan ya Elmanya), Hizbî Demokrata Kurdistana Îran-HDK-Î Nûnertiya Derveyî Welat, Serokê HAK-PAR´ê Bayram Bozyel, Kemal Burkay (Siyasetmedar-Nivîskar),  Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Komîteya Elmanya), Nûnertiya Derveyî Welat ya PDK-Bakûr,  Hîkmet Serbilind (Serokê Partiya Îslamiya Kurdistan-PIK), Lars Ohli (Serokê Partiya Çep  li Swêdê), Arîf Sevinç (Gerinendeyê Giştî yê Rojnama Dema Nû), Komeleyên Çira (Amed, Agirî, Îstenbol), Prof. Dr. Husên Bektaş, Nevzat Karakeçî (Berpirsiyarê Weşanxana Deng û Veng), Ozlem Çekiç (Endama Parlamentoya Danîmarkayê), Desteya Bilind a Bingehê Laliş ya Rewşenbîrî û Komelayetî-Kurdistan- Duhok, Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanya (YEK-KOM), Tilman Zuelch (Serokê Civata Parastina Gelên Di Bin Tedayê De Ne), Şermîn Bozarslan (Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê-FKKS), Munzur Çem (Nivîskar), Şakîr Epozdemir (Siyasetmedar-Nivîskar), Haşîm Saydan (Wênekêş), Metin Încesû (Serokê Navend ji bo Lêkolînên Kurdî-NAVEND), Yasîn Kut (Namzetê Parlamena Eyaleta Westfalya Bakûr a Rheîn yê Partiya Çep), Yilmaz Odabaşi (Rojnamevan-Nivîskar-Şaîr), Feleknaz Uca (Endama Parlamena Ewrûpa ya berê), Mala Êzdiyan li Oldenburg, Dilbixwîn Dara (Rojnamevan-Nivîskar), Alper Gormuş (Nivîskarê rojnama Taraf), Sandy Zurikoglu (Nivîskara rojnama AGOS), Rojnama Rûdaw, Aydin Uçar (Serokê KOMKARê yê yekemîn), Sîdar Bîngolî (Serokê KOMKAR-Holanda), Metîn Can (KOMKAR-Avûstûrya) bi peyamên xwe pişgirî dan pîrozbahiya Newrozê.

Siyasetmedar-Nivîskar Kemal Burkay peyama xwe de Newroza beşdaran pîroz kir û weha got: „Gelek dilşa me ku îsal Rêxistina Milletên Yekbûyî (UNO) Newroz wek cejneke cîhanî êlan kîr. Para milletê Kurd di vê yekê da mezîn e, ku bi salan e Newrozê li welat û li çar alî dinyayê bi coşeke mezin pîroz dike, dide nasîn. Bi hêvîya pîrozkirina Newrozê di welatê azad da, di rojên azad da!“

YEK-KOM di peyama xwe de spasiya xwe pêşkêşî KOMKAR.EU´yê kir û hestên xwe weha anî zman: „Êrîşên dewletên dagirker, ji her demê bêtir giringiya yekîtî û hevkariya nava Kurdan jî ferz dikin. Bi hêviya sazbûna yekîtî û hevkariya di navbera Kurdan de cejna Newrozê li we pîroz dikin û we tevan bi rêzgirtin silav dikin.“

Nivîskar Munzur Çem di peyama xwe de spasiya KOMKARê kir û weha got: „KOMKARî, roja sazbîyayişî ra bi nat, seva ziwan, kultur û nasnameyê ma, seba heqanê demokratîkî karêde zaf hêca kerdo, rolêde tarîxî ardo ca. Sey (jê) pêroyîya welatperwer, demokrat û haştîyewastoxan ez kî bi nê kar û xebatî keyweş a, serbilind a.“

Ji bilî peyaman, Eskerê Boyîk (Nivîskar), Ali Ertan Toprak (Sekreterê Federasyona Komeleyên Alewiyan li Ewrupa), Alî Haydar Koç (Nivîskar), Bavê Kamran (Sîyasetmedar), Ali Atalan (ji Patiya Çep ya Elmanya), Beko Topgider (Serokê KOMKARê yê berê), Bekîr Saydam (Serokê KOMKARê yê berê), Kazim Ozdemir (nivîskar), Mustafa Kisabacak (Serokê KOMKARê yê berê), Nuh Ateş (Serokê KOMKARê yê berê), Roni Alasor (Rojnamevan), M. Şefik Öncü (Rojnamevan-Nivîskar), Suleyman Ateş (Nivîskar), Mehmet Bayrak (Nivîskar), Yilmaz Çamlibel (Siyasetmedar-Nivîskar), Fettah Tîmar (Serokê KOMKARê yê berê), Fikret Yildiz (Serokê KOMKARê yê berê), Dr. Şukru Guler (Serokê KOMKAR-Berlînê) beşdarî şahiya Newrozê bûn û pişgirî dane KOMKAR.EU.

Di beşa çandî ya şahiyê de jî hunermendên Kurd Şivan Perwer, Mîkail Aslan, Delîl Dîlanar, Chopy, Koma Bajar û Yilmazê Seydo cîh girtin û bi deng û awazên xwe şahiya Newrozê xemilandin.

Her weha komên folklorê yên KOMCIWAN-Elmanya û KOMCIWAN-Swêd, govendên herçar hêlên Kurdistana Bakûr pêşkêşî beşdaran kirin. Ciwan, her weha di geovendên xwe de sirûdên „Herne Pêş“ û „Kurdistan“ (bi zaravayê Soranî) û strana hunermendê gorbehişt Aramê Tigran „Newroz e, Newroz ê“ stran. Hêjayê gotinê ye, ku di dawiyê de ji 3 salî heta 10 salî zarokên Kurd jî gul pêşkêşî govendgerên KOMCIWAN kirin û ciwan û zarok bi dirûşmên „Bijî Kurdistan, Bijî KOMKAR û Bijî KOMCIWAN“ dawî li govenda xwe anîn.

Şahî heta derengê şevê dewam kir û beşdarvan, westiyayî lê bi dilekî geş û kêfxweş xatir ji hev û ji amadekarên şevê, KOMKARiyan xwestin.

Peyamên pişgirîya pîrozbahiya Newrozê
 
 
 
   
Dengê Kurdistan © 2010