PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Heyeteke Amêrîkê ji Wezareta Derva çû Kurdistanê

Ryan Crocker bi serokê KDPê Mesûd Barzanî ra

Ji BBC’yê Hîwa Osman dinivîse

Kurdên Iraqê çend roj berê li mintiqa xwe heyeteke Amêrîkî ji Wezareta Derva ezimandin. Serlêdana vê heyetê wek nîşaneke teze ye ji bo berdewamîya piştgirîya Amêrîkê.

Heyeta amêrîkê bi serokatîya Ryan Crocker bû ku sefîrekî bilind e li Wezareta Derva. Heyetê serokên du partîyên mezin –Mesûd Barzanî, Serokê Partî Demokratî Kurdîstan (PDK) û Celal Talabanî, Serokê Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK)- zîyaret kir û bi hevra rûniştin.

Heyetê cardin eşkere kir ku serkirdayetîya Amêrîkê di bin Serokatîya Bush, cardin teyîd dike ku ewê mintiqa Kurdan piparêze, her usa jî para wan a di sedî da 13 ji niftê berdewam bike gor bername Rêxistina Milletên Yekbûyî  (UN) wek “nift ji bo xwarinê.”

Her usa jî, berpirsîyarên van herdu partîyan gotin ku ew  tewatûr ne rast in di derheqa planên Amêrîkê da, ku dixwaze mintiqa Kurdan wek bingehekî bi kar bîne, ji bo êrîşê bibe ser Saddam û sazûmana heyî biruxîne.

''Bi heyeta Amêrîkê ra êrîsa ser Iraqê, yan jî karanîna Kurdistana Iraqê wek bingehek ji bo êrîseke han tucar ne hatîye qisekirin''
Hosyar  Zebary
Serokê pêvendîyên derva yê KDP

Heyeta Dewletên yekbûyî (US) her usa jî li ser pirsa bi cî anîna peymana aşitîyê sekinîn, ku sala 1998 di navbera YNK û PDK da li  Waşîngtonê hatibû îmzakirin.

Berhem Saleh, serokwezîrê YNK ji BBC’yê ra usa got: “Ev zîyareta heyeta Amêrîkê gelek mihîm e, wek tezekirina  soz û wadên piştgirîyê ye ji bo Kurdistana Iraqê.”

Hoşyar Zibarî, Serokê Pêvendîyên Derva yê PDK jî ji BBC ra got: “Ev serlêdana heyeta Amêrîkê di waxtekî baş da bû û serokên herdu partîyan jî (KDP û YNK) gelek memnûn bûn. Vê zêyaretê tesîreke baş kir li ser moralê gel.” 

Helvesta Saddam

Ev serlêdan di demeke han da pêk hat ku, gelek tewatûr hebûn di derheqa şerê Amêrîkê dijî terorê da. Dihate gotin ku Amêrîka wê êrîşê bibe ser Iraqê. Waşîngton û Bexda ketine gengeşîyek mezin û herdu alî jî dixwazin Kurdan bikişînin alî xwe.

Serokê Iraqê Saddam Huseyn, vêcar gelek bi nermî bangî Kurdan kir ku bi hevra rûnin û li hev bên. Lê berî bûyerên 11 İlonê gelek hişk bû û digot “ger gor min nekin ezê zmanê wan jêkim!”

Saddam Huseyn ewqas bi israr bangî Kurdan dikir ku, kesên çavnêr gihîştin wê rayê, ew li benda êrîşa Amêrîkê ye.

Gor ve senaryoyê, mintiqa Kurdan jî wek bingeh bi kar bê ji bo vê êrîşa dijî Bexdayê.

Serokê YNK Celal talabanî spas dike ji bo vê pistgirîyê.

Lê kurd dibêjin wan tiştekî han bi heyeta Amêrîkê ra qise ne kirine. 

''Ev zîyaret tezekirina pistgirîya Amêrîkê ye ji bo kurdistana Iraq''
Berhem Saleh
Serokwezîrê YNK

Ji KDP, birêz Zebarî usa dibêje: "Di axaftina me da êrîşeke dijî Iraqê, yan jî karanîna Kurdistana Iraqê wek bingehekê ji bo êreşeke han, her usa jî ducarkirina senaryoya ku li Afganîstanê bi rîya “Hevbendîya Bakûr” hat kirinê tucar  ne hatîye rojevê.”  

Xetera Iraqê

Dema Amêrîka êrişê bibe ser Iraqê, helwesta kurdan çi be, ne xuyayî ye; lê xuya ye ew bi nîyeta Amêrîkê girêdayî ye, ango Amêrîka ji bo dahatûya Iraqê çi difikire?.

Hoşyar Zebarî dibêje: “Emê bibînin gelo Amêrîka çi dixwaze bike, tenê guhartina sazûmana heyî yan avakirina Iraqeke teze ku temsîla gelê kurd jî bike.”

Tiştekî din jî ku Kurd hisêbê wê dikin xetera êrişa Iraqê ye dijî mintiqê.

Birêz  Saleh dibêje: “Rewşa xirab ku Kurdan di salên borî da derbaz kirin hîn di bîra me da ye.” Her usa jî got: “Kurdên Iraqê di warê demokrasîyê da nimûneyeke baş nîşan dan ku dikare bibe qezenceke mezin ji bo temamîya Iraqê.”

 
PSK Bulten © 2001