PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 

“Erê” Dibêjin, Ji Ber Ku, Guhartin, Demokrasî, Aşitî, Azadî Dixwazin, Dixwazin Şerê Kirêt Nemîne

Di 12’ê İlona îsal da, ji bona Guhartina Qismî ya Desturê rapirsî wê bê çekirinê. Gel paş 28 salan biçe ser sandoq û bi dengê xwe nişan bide, guhartina qismî di Destura heyî da, ku berhema kudutayê faşîst ya 12 İlona sala 1980’ê ye  û wekî kiresekê teng e ji bona civata Tirk hatiye durutin, pesend (qebul) dike an na..

Heya îro Destura heyî gelek caran hatiye gorin. Lê belê guhartinên hanê piçuk bûn û naveroka Desturê ya nijadperest û mîlîtarîst wekî xwe ma. Destura heyî mertala hezên mîlîtarîst û statuparêz e û cara yêkan e, ku ji bona guhartineka giring di vî Desturê da, rapirsê wê bê çêkirinê.

Hêzên mîlîtarîst, kevneperest û nijadperest gelek hewl dan, ku Qanuna Guhartina Desturê neyê qebul kirinê, lê berxwedanê wan bê encam ma. Rapirsê wê bê çekirinê û gel biryara xwe bide.

Eger encema rapirsê da guhartina desturê bê pesend kirinê;

-  Çend kun di  sîstema mîlîtarîst û dagirkerî da vedibin, dirz lê dikevin.

-  Ligel hinek guhartinên dinê, rêji bona dadigeh kirina kudutaciyan vedibe.

-  Pêkhatina (terkîba) Dadigeha Desturê û Lejneya Bilind a Dadwer û Davakaran tê guhartin, ku herdu sazî  bingeha serekî ya sîstema heyî ne.

Destura heyî ji bona qontrol kirina civakê hatiye amade kirin û 28 sal e, ku li peşiya demokrasî û bi kar anina maf û azadî astengê bilind e, zext û givaşeka mezin e li ser hezên demokrasî û guhartinê û tevgera Kurd da. Ji bona vê yêkê parastina Desturê îro bûye tavanekî exlakî.

Îro ne tenê Kurd, Alevî, zahmetkeş, ronakbîr, ku zirardîdeyên Destura heyî ne, vê rastiyê dibêjin, her usa gelek kesên din, ku heya îro ji bona berjevendiyên xwe sud ji vê Desturê vergirtine, vê yêkê dibêjin.

Îro eşkere bûye, ku êdî civak bi vê Desturê mîlîtarîst û nijadperest ve nayê bi rêvabirinê û pirsên civakî nayên çareser kirinê. Lê dîsa jî yên ku dixwazin desthilatdariya erteş berdewam be û pêşiya guhartine bigrin, yên ku sud ji sîstema heyî verdigrin, berxwe didin, daku destur neyê guhartinê.

Hikumeta AKP bê evê ku ligel partiyên legal yên Kurd û hezên azadî û aşitîxwaz hevkarî bike û guhê xwe bide daxwaz û peşniyarên wan, guhartina hanê ji Meclîsa Tirk da daye pesend kirinê. Guhartin qismî ye, destura heyî bi temami nagore. Lê belê guhartin dikare berxwedana hêzên mîlîtarîst û statukoparêz bişkêne, pêşiya proseya guhartinê veke û bibe alîkarek ji bona amade kirina destureka nû û hevdem. Ji ber van sedeman di rapirsê da divê “erê” bêjin.

Dem dema guhartinê ye.

Divê di proseya rapirsiyê da;

- Daxwazên Kurdan yên demokratîk û netewî bilind bikin, dijî siyaseta înkar û asîmîlasyonê derkevin, ku dixwaze di welatêkê pîrnetewî da tenê neteweyek ava bike, ku siyaseta hanê dibite sedema êş û azara gel.

- Dîvê dijî siyaseta tund û tijiyê derkevın, ku siyaseta hanê dibite bi hêz bûna sîstema mîlîtarîzmê û tenê hêzên mîlîtarîst û kevneperest û nijadperest jê sudmend dibin.

- Dem dema daxwaz kirina destureka nû û hevdem e, ku rêya çareser kirina pirsa kurd li ser bingeha wekhevî û dadî da xweş dike.

“Erê” dibêjin, ji ber ku em guhartinê dixwazin!

“Erê” dibêjin, ji ber ku em demokrasî û azadî dixwazin!

“Erê” dibêjin, ji ber ku em dixwazin şerê kîrêt nemine û aşitî cîgîr be.

- “Erê” dibêjin, ji ber ku em dixwazin kudutaciyên 12’ê İlonê bêne dadigeh kirinê, Destura heyî, ku berhema kudutaya 12’ê İlon e, bê guhartin û rê ji bona amade kirina destureka nu û hevdem vebe!

21’ê Tîrmeha sala 2010

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

 
PSK Bulten © 2010