|
Encamnameya Civîna Lijneya Koordînasyonê
ya Derveyê Welat ya PSKê
Lijneya Koordînasyonê ya Derveyê Welat ya Partiya Sosyalîst
a Kurdistan -PSK-LKDWê, bi mebesta nirxandina xebatên sala
2009an yên liqên derveyê welat yên PSKê, bi beşdariya
nuneran civînek pêkanîn.
Di civînê de rewşa rêxistinî, xebatên liqan û herweha
kêmanî û qelsiyên ku di pêvajoya nûsaziyê da hatine pêşê,
ji aliyê nuneran ve hatin nirxandin. Beşdarên civînê,
herweha nêrînên xwe yên derbareyê ‘rêlibervekirinê’, rewşa
siyasî ya li Tirkiyê, Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşkeş
kirin.
Herweha, di civînê de derheqê plana xebat û çalekiyên ku
wê di sala 2010an de bên kirin, biryar hat girtin û biryar
hate dayin, ku daxuyaniya jêrê ji bo raya giştî bê ragihandin.
Sedem çi dibe bila be û destpêşxerên wê kî dibe bila
be, ‘pêvajoya rêlibervekirinê’ giring e û di dîroka siyasî
ya Tirkiyê da cara yêkan e, ku ev yêka hanê ev yêka hanê pêktê.
Lijneya Koordînasyonê ya Derveyê Welat ya PSKê, ku dixwaze
pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk û aşîtiyane
bê çareserkirin, van pêşniyar û daxwazan dike;
- PSK-LKDW, bang li Hikumeta AKPê dike ku ji bo “pêvajo”
ji xitimandinê rizgar bibe û pêşve biçe, divê pêgir be,
ligel sazî û partiyên Kurd yên legal, bi hemû hêzên azadîxwaz,
demokrat û aşîtîxwazan re diyalog dayne; hevkarî pêkbîne.
-Ji bona, ku pêngavên pêwist yên derbareyê çareserkirina
pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aşîtiyane bên
avêtin û selametiya pêvajoya heyî, pêwistî bi rawestandina
şer û operasyonan heye. Ji ber vê yekê jî, divê operasyonên
leşkerî bên rawestandin, PKK agirbesek bêşert û
merc îlan bike û hikumet jî wezîfe û selahiyeta xwe ya di
vî warê de cîh bîne.
-Ji bo ji “pêvajoyê” encameke erênî bê wergirtin, bi gotineke
din ji bo pirsgirêka Kurd bi şêweyeke demokratîk, aşîtiyane
û bi diyalogê bê çareserkirin, pêwistî bi hevkarî û yekhêziya
tevgera demokratîk û neteweyî ya Kurd û hêzên azadîxwaz, demokrat
û aşîtîxwaz heye. Ji ber vê yekê jî, PSK-LKDW banga hevkariya
navxweyî li tevgera demokratîk û neteweyî ya Kurd dike û daxwaz
dike ku bi hêzên azadîxwaz, demokrat û aşîtîxwaz yên
Tirkiyeyê re mil bidin milên hev.
-PSK-LKDWê, xemgîniya xwe ya ji ber rûdanên navbera grûbên
siyasî yên Kurd ya li Başûrê Kurdistanê ku li derdora
Silûmaniyê qewimîbûn, diyar dike û piştgiriya xwe ji
helwest û îradeya Desthilatdariya Siyasî ya Başûrê Kurdistanê
re destnîşan dike ku ji bo çareserkirina van rûdanan
nîşan dabûn. Herweha, bang li aliyan dike ku bi eqlêselîm
tevbigerin û pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.
-PSK-LKDWê, bang li hemû partî, rêxistin, grûb û kesayetiyên
Kurdistanî yên li derveyê welat dike ku bi armanca pêşwaziya
kirina pêşveçûnên gengaz yên li Rojhilata Navîn, dest
bidin hev û pêwendiyên xwe xurtir bikin.
- PSK-LKDW ku, ji giringiya xebatên lobiyê haydar e, bang
li hemû însiyatîfên sivîl û rêxistinên civakî û demokratîk
yên Kurd ku li derveyê welat xebat dikin, dike daku ji bo
pêkanîna lobiyeke bi hêz ya Kurd destê xwe bidine hevdu.
- PSK-LKDW, di wê baweriyê de ye ku şertê bingehîn
yê serkeftinê, tekoşîna bi rêxistinî ye. Ji ber vê yekê,
bang li hemû dilxwazên PSKê dike ku hê zêdetir li sazî û rêxistinên
demokratîk û civakî xwedî derkevin û bi şêweyeke çalak
beşdarî li xebatên wan bikin.
Çileyê Paşîn ya sala 2010
Komîteya Derveyê Welat ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan
|